Bêtixûb giyayê deştê.
Sal bi sal ew dibeye,
û dîsan dibişkive;
pûşî bişewitînî jî, ew namire:
dema bayê biharê lê dide, ew dîsan şên dibe;
ew borr rêya kevn digire, dimeşe dûratiyan,
bi keskiya xwe ya xurt kavilên bajarên berdayî diniximîne;
ew dûndeyên paşayan dibe gorran
mişe, mişt,
tijî hesreta veqetînê.