Min dest bi mirinê kiriye
çiku taliyê tê gihiştime
ku nikarim bi ti awayî ji şevê birevim.
Ti xewn,
qet ti wêneyên bi leza xewnan
li çavên min yên belçermikane nade.
Hişk hilawîstî me bi banê berdayî yê şevê ve
û bêxew nobedarê xewistanê me.
Min hêlane
bedenên spehî yên keç û kurran
kûr li hembêziyek henûn
û hêlane kuçeyên keşxe yên xewê
yên evîndar pêxwas lê dimeşin
berev vê dawîn qiraxa ramanê ya sar nobedariya wê dikim.
Min dest bi mirinê kiriye,
bêpêjniya bêhedan ya top û tifengan
xortanî, pîrî, bênvedanek reş e
di gula kerbê de, di gulbûka pelên xwe girtî de,
di şevê de.