MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Ferît Etgü: Rê bi maweyê riyan (wergêr: B. Ronîzêr)
Welat Kaljîn: Tu war î
Sîmar Masîcanik: Mesajiyan
Abdallah Osman: Gêriyem (gêriyê sêling)
Emily Brontë: Biwerin pel, bimirin kulîlk!
William Carlos Williams: Jêkirin
Po Chü-i: Li gel te pîr dibim
William Butler Yeats: Hin pîremêr heyranî xwe li ber avê
Alun Lewis: Nobedar
Rainer Maria Rilke: Rojek payizê
Manuel Altoquirre: Xumamî
Salvatore Quasimoto: Aniha êvar e
Titus Petronius Arbiter: Wey berava ji jiyanê şirîntir
Nelly Sachs: Dialîsin mircanên nesaxiya me
Palladas: Her roj spêdeyê em ji nû diwelidin
Po Chü-i: Giya


Rê Bi Maweyê Riyan

Ferit Edgü

Bişopîne riya avê, gotibûne min.
Li ser pişta hespekî min ê çawa bişopanda riya avê?
Min riya li ber xwe şopand. Bêyî nexşe, bêyî pisula.
Ez ber bayê hesp û riyan ketim.
Û min xwe li ber dergehê beriyê dît.
Ji rohilat dihatim, bi roava de diçûm. Ji ser bahran bi serê çiyan de.
Xwedê da, ji werzan bihar bû.

Di bîra min de ye, ji peyvan bêtir li pey dîmena me.
Deşt, çiya, av, gol, bahr,
gund, navçe, bajar,
hesp, tirempêl, mirîşk, dîk, kuçik û mirov diketin riya min.

Erê, eynî weha bû.

Di beriyê re bûrîm. Gihîştim çiya, robar û bahran.
Tu, li beriya ziwa, van çiyayê asê,
Li keviya vê Ferada, Dîjleya herîsorkî, di nav Bahra Reş a kûr, nav ava Ege
Û Bahra Spî a keskeşîn de li çi digerî?
Nizanim.
Herhal ne li xwe digerim. Ne li kurebavekî, keçebavekî,
an jî E ya mezin û Evînê jî digerim.
Belkî li tu tiştî nedigeriyam.
Dibe ku min tenê dixwest wextê xwe bikujim.
Kuştina wext? Vê qet nebêje. Kesek nikare wext bikuje. Ancex wext me
bikuje.(Kêlîkekî.)
Ez ji te re bêjim, tu li çi digerî?
???
Gava te digot li tiştekî nagerim, tu li pey şopa hemû tiştî bûyî.
Heta bi toza beriyê, berfa serê çiyê, masiyê bahran,
gil û giyayê mêrgan, gul û kulîlkên zozanan. Û hemû mirovan.
Tu loma hatî vir.
(Kêlîkekî.)
Te ji van kîjan dît?
Ax û roj. Mirin û jiyan. Av û ar. Hemû heyînên dinyayê.
Tu zanî, ev gotinên te piçekî jî ne mîstîk in.
Mîstîk? Ew çi ye?
Qet.

Tu ji Stenbolê bikevî rê, not rojî bimeşî, tu yê bigihîjî Agiriyê. Di çokên te
de hêz, di sînga te de nefes têra te hebe, di bîst û yek rojî de tu yê
hilkişî lûtkeya serbiberf a çiyayê Agirî.
Belkî tu gemiya Nuh nebînî. Belê tiştên ku tu ê bibînî ne kêmî gemiya Nuh in.

Min jê re got ku, ji vê rêwîtiyê re ne hêza min, ne dema min bes e.
Min jê xwest ji min re bibêje ku ez ê li wir çi bibînim.
Got ku, kesek nikare ji te re bibêje. Ji ber ku hemû kes tiştekî cihêreng
dibîne. Heman titşî bibîne jî, cihê tê digihîje û cihê vedibêje hemû kes tiştên
dîtî.
Ma te ji bo vê di ronahiyên cihê, demên cihê, sibê, nîvro, esirkî, êvarê de
wêneyên çiyayê Agirî kêşan?
Gote, nexêr. Ma wêneyê efsaneyan tê kêşan?
Min tenê, di çar demên cihê de çiya bixwe qeyd kir. Wek ku tu dibînî, yek ji
van bi ser yekî de naçe. Her wênekêş ji vir bi bîranînek cihê vedigere.
Bîranîna çiyê, ya efsanê?
Bersiva vê ancex tu karibî bidî –gava ji vê rêwîtiyê re hêz û dema te çêbû.

Gava te wêneyê dîwarekî kêşa
yê dipeyive dîwar e,
kevirê dîwêr e,
hostayê dîwêr e?
An jî ew wêneyê ku dixwaze van gişan bîne ber çavan bixwe ye?

Baş e, îca ew pîreka li ber dîwêr, ya ku dergûşa xwe şîr dide, dibe çi?

Gote, pirsek kêm ma. Tu, yê ku li wêne dinihêrî, tu li dîwêr dinihêrî, li
kevirê wî, li hostayiya wî? Aneku li pîreka li ber dîwêr quncifî, singa wê di
devê dergûşa wê de?
Min gote, li gişan. Hebo hebo, di heman demê de li hemûyan pev re.
Baş e, te çi dît?
Rojeke havînê, li navçeyeke Enedoliya navîn, dîwarekî bi şûnşopên sedsalî, aliyekî wî hêrivî xirbe, li aliyê xirbe î ku hejîreke sa şîn hatî, pîrekek.
Singa xwe xistiye devê sebiya xwe bi comerdî, li ezmên dinihêre. Divê nîvro be. Siya darekê (Divê çinareke bilind be) avêtiye ber piyê pîrekê. Tu kes naye û naçe. Tenê vinêna mêşan tê. Divê pîrekê tu nedîtibe.
Erê, heme bêje weha bû. Ew û tu bêhemdî xwe ketin nava Cadreyê.
Lê te, siha xwe a di wêne de nenasî. Rastî xweş e,
min jî tê dernexist. Belê li gor rastgoya van gotinên te û li gor ku siha wekî te li keviya rastê a wêne heye...

Tu “rêwiyê ketî rê, tu yê ku hîn nanasî bajarê li benda te, li ser rê”* bizanibe ku hê te bajar nas nekirî, tu yê
beriya
bêser û ber nasî. Ji werzan havîn e. Berî ziwa ye, rewa tê nemaye, terk daye.
Hespê te westiyaye. Tu jî bi trênekî li beriyê dixî. Li deverinan, tu yê
du sê mal, keriyekî pez, çend mirovên li hespan siwar (kuçik li dû wan)
bibînî û tu yê bixwazî trênê rawestênî û peya bibî.
Belê trên, tenê li rawestgehên diyar radiweste.
Tu yê hewl bidî dîmenên di şibaka trênê re dişemitin qeyd bikî. Vî rengê qirboz. Vî hêşînê sivik î asîmanî. Van bestên, robarên şêlo ku herka wan nayê xwiyan; van mirovên ku hespê xwe radiwestînin, şaş û metel li trênê, wek ku li te bimêzênin, van...
Nebû, eva dawiyê qeyd nekir mekîna te. Fîlmê wê qediyabû. Şev bû. Wextê tu ji trênê peya bûyî, bajêr tu pêşwazî kirî.
Lembê xwe pêxistibûn.
Te hilmeke kûr kişand.
Hewa bi bêhneke nenas barkiriye, tê pozê te, pozê te dişewitîne. Bêhna fêkî.
Zerdalî ne, got xwediyê areba ku tu ji siyasûnê birî hotêla te. Vî wextê salê bajar bi bêhna zerdaliyan difûre.
Paşê te yê li Diyarbekirê bêhna zebeşan, li Edenê bêhna pembû, li Rîzeyê bêhna çayê, li gundên Egeyê bêhna turunç, mendelî, lîmonê, li Eywelikê bêhna zeyt û sabûnê bikira. Tu yê di nav bêhna gulan de biketayî Spartayê.
Te yê gundên , navçeyên, bajarên, di bêhna kelaş, herî, toz, kevz û masiyan de difûrin; bi bêhna tirî, genim, nan, insan, jin, şerab, belxem, xwêdanê bidîtana.
Kîjan ji van wê di bîra te de bimane.
Gava te wênayên xwe li ber xwe raxistin, piştî maweyekî, gava te ev pirs ji xwe bikira, bersiveke çilo te yê bida?
Nebêje min, wêneyê bêhnan nayê kêşan.

Rismekî min jî bikêşe, got kurikekî piçûk î li ciyê bazarê.
Min kêşa.
Rismekî min jî bikêşe, got kalekî. Ha wisa bila mizgevta li paş min jî derkeve.
Min kêşa.
Rismekî min jî bikêşe, negot hespekî binbar î westiyayî.
Lê min kêşa.
Li seyragehê jinan ji xwe re dikir kêf û laqirdî. Çawa ez dîtim jev re kenîn. Gava dîtin ez wêneyan dikişînim, bi yek dengî ba kirin.
Bikêşe keko, bikêşe, lê tu ji me re jî bişînî.
Min kêşa û min şand.
Masîgirekî gava motora xwe bi peravê ve dida, dengê xwe hilda:
Îro siûda me, masî nînbûn. Qene rismekî me bikêşe.
Min kêşa.
Pêlewanekî got, Tu yê wisa sivîl çi ji rismê min bikî. Esas tu yê kîspetê min li min, li meydana mêran bikişinî.
Min yek kêşa, ewê din ji hineke din re hiştin.
Xaltî rismê te dikêşe, got kurikekî. “Xaltiyê” berê xwe da min, Lawo tu yê çi ji rismê min bikî?
Yê vê çinara zemanî bikêşe, got û çinara li pişt xwe nîşan kir.
Min kêşa.
Him pîreka pîr, him çinara mezin.
Çavên pîrekê ên mebestvala.
Pelên çinarê ên diweşiyan.

Paşê min dikir ku wêneyê jinikeke din a ku li çiya û baniyan; hewraman û daristanan gul û kulîlkên ku dane hev û li ciyê bazarê berpêş dikirin difirotin, tevlî “berhemên” wê bikêşim, haydar bû qevtek kulîlkên beyaran xiste destê xwe, xwe ji wêne re çêkir û got:
Bikêşe kurê min, lê bila rengîn be. Ji ber ku dinya pir rengîn e.

Te wêneyê şibakê kêşa, wêneyê ya/yê di şibakê de dinêrî jî te kêşa?
Min kêşa.
Te wênayê bajaran kêşa. Weneyê gundiyên li bajaran jî te kêşa?
Min kêşa.
Te wêneyê bahrê kêşa, weneyê xwê jî te kêşa?
Min kêşa.
Te wêneyê stranbêj(ê) kêşa, wênayê deng jî te kêşa?
Min nekêşa.
Te wêneyê rabirdûyê kêşa, wêneyê dahatûyê jî te kêşa?
Min nekêşa.
Te rû û lêv û çav kêşan, wêneyê kul û kederan jî te kêşa?
Min nekêşa.
Baş e, axir te wêneyê çi kêşa, yê çi nekêşa?
Min wêneyê rûyan kêşa, yê berevajiyan nekêşa. Min wêneyê jiyanê kêşa, yê mirinê nekêşa. Min wêneyê xwezayê, rengan kêşa, min wêneyê peyvan nekêşa. Min reng kêşan, deng nekêşan.

Bes di vê navê de min wêneyê bêdengiyê, wêneyê tenêtiyê, wêneyê neçariyê, wêneyê hêviyê, hêvîsariyê jî kêşa.
Ka ne ew wêne?
Ma tu nabînî, ha wa ne?

Wênekêş gote, derfeteke din bide min. Çima ne nature-morteyek lê mirovek? Wer pirsî.
Ji ber ku mirov dijî. Ji ber ku mirov giyanbar e. Ji ber ku maneya mad û mirûzê mirov, maneya bedena mirov heye.
Wênekêş gote, derfeteke din bide min.
Tu nikarî van gişan di nature-morteyekî de pêşan bikî? Min wer pirsî.
Gote, na. Hezar carî na. Xwedê neke. Min tu carî neceriband û naceribînim.
Ji min re mirovên lebatî, gerok, rengîn, gotinbêj; mirovên ku dinêrin, dimeşin, dibînin, xwê didin divin. Ne fêkiyên mirî û hêmanên sekan.
Ez ne wênesaz im. Ez neşêm wan ji nû ve biafirînim.
Aferîdên heyî besî te ne naxwe? Min got bi kenewerî.
Gote, erê û stuyê xwe tewand.
Aferîdên heyî û hêçî dijî besî min in. Xweşik bin kirh bin, ne xem e.
Bes tenê bila mirov bin.

* Calvino, La città invisibile

Wergera ji Tirkî: Brahîm Ronîzêr: [email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1