Dem e, Xwedêyo. Min havînek mezin dît.
Siya xwe niha biavêje ser rojengan
û mêrgan biniximîne bi simbilan.
Û ji fêkiyan re bibêje: Bigihin!
du rojên başûrî bide wan,
û bila dawîn şirînî ji wan bikeve
nav meya giran ya dibiriqe.
Ya bi tenê be, dê pirr wa bimîne.
Ava nake ya bêyî xanî be.
Tenê hişyar dimîne, vedixwîne dema payiz be,
nameyên dirêj dinivîse her
û li gor serê xwe digerre mîna pelek piçiyayî.