MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî

Nora Boustany – Washington Post (29.08.03)

Bêjiyê hosteyê koroya zarên gefdayî yên dûristanê yan jî pêşbînek pirrzimanzan. Ger kurmancî, zarava miletek gencînedar lê bêyî dewlet mesîhek hebe, ew peyda bûye.

Michael L. Chyet, 46, zêdeyî 30 ziman xwendine û xwe kûr berdaye nav mucîzeyên dîrokên çandeyî û zargotinî, bi dildariya lêgerrek ku dimeşe deverên nenas. 18 sal in ew bi bêdengî lê bi hestiyarî xebitiye daku berfiretirîn ferhenga kurdî-inglîzî ya ti car hatî nivîsîn derbixe.

Di berhema wî ya 847-rûpelî de peyv bi alfabeya latînî û erebî hatine nivîsîn lê bi inglîzî hatine ravekirin û bi hevokên ji nivîsên wêjeyî hatine nexşandin. Ev berhem, ku berî demekê ji Weşanxaneya Zanîngeha Yale (Yale University Press) derketiye, dê alîkariya wan dîplomatan, leşkeran, xêrxwazan û bazirganan bike yên ku berê xwe bidin Iraqê, Tirkiyeyê, Îranê û hêlên dî yên cîhanê yên kurdan xwe gihandiyê û lê bi cî bûne.

“Berhema min ti kar digel siyasetê yan hikûmetan nîne”, wî got. “Ez xemxwerê pêşeroja vî zimanî me, û ez hêvî dikim bikarim alîkariya standardkirina wî bikim.”

“Min vîsyonek bo kurdî hebû. Bi salan kerb û kîn li kurdan hatiye barîn. Ev bû ku ez bal kurdan ve kişandim. Wek kesek cihû û homoseksûel, min rewşa wan jî wek ya xwe dît. Ez ji vî zimanî hez dikim û naxwazim ew bimire. Kurdî ne mirî ye lê pêdiviya wî bi nûjenbûnê heye. Bi dehan salan tirkan nikarî vî zimanî bikujin. Niha em gihane niqteyekê ku kurd bi xwe berpirs in ger ew bibirihe.”

Dema Chyet zarrok bû, wî gazin dikirin ku dibistan ne balkêş e, û bavê wî, rehmetî Stanley F. Chyetê helbestvan, dîroknas û xaxem(1), jê ket xeman. Psîkologekî pêşniya kir ku kurrikê 6-salî biçe dibistanek arizî ku xwendin lê bi inglîzî û îbranî be.

Dema ew 12-salî bû, wî şeş hefte betlane li Îsraîlê borandin. Dema Chyet vegerrî mala xwe ya li wîlayeta Cincinnati, wî çavê xwe li cûnek pirtûkên bi zimanên dî hatîn nivîsîn yên li serdava xwe gerrandin. Carekê ew pirtûk yên bapîrê wî û mamên wî bûn yên ku li wergerrîna sedsalê ji rojavayî Ukraynayê koç bûbûn wîlayeta Bostonê. Di salekê de wî elmanî, spanî, yiddî(2) û frensî xwendin û xwe bi ûrrisî re digihand. Paşî ew beşdarî dêrek anglîkanî bû daku fêrî erebî bibe.

Chyet vegerrî Israîlê û 1976ê demek li kibbutzekê(3) derbas kir. Wî herwa ser da gundên filistîniyên file.

Li 18-saliya xwe wî ravekek li ser govendên gelêrî yên kurdî xwend û vê yekê pencereyek bo wî vekir berev miletekî yê ku qet wî nizanîbû ku heye – wî got.

Dema Chyet 1980 vegerrî malê, wî pileya bakelorî di zimanê erebî de ji zanîngeha UCLA wergirt.

Ji 1980 ta ’82 ew li deverên filistînî jiya digel projeyek nêvçandeyî ya bi navê Bişkojên Aştiyê ku tê de rêveber, mamoste û şagirtên dibistanê beşdar bûn. Hingê, li ber bêjimar fincanên qawe û çayê, Chyet fêrî gotinên nû yên erebî bû, wek “xwesûya te ji te hez dike”, ku gotinek e bo bixêrhatinkirina li mêvanekî dema nanê taze biraştî ji tenûre tê derxistin yan xwarinek tûj amade ye bêt pêşkêşkirin yan dema tê xwestin mizgîniyek tesadifî bêt ragihandin.

Wek mijûlî, ew diçû kibbutzekê daku xwe bigihîne hobiyek xwe: govendên gelêrî. Li wir ew bû dostê cihûyên kurd yên ku ji Îranê koç kiribûn. Ew bi aramiya nûjen dipeyivîn ku ne erebî û ne jî îbranî ye lê gelek peyv ji tirkî û kurdî wergirtine. Aramî ew ziman e ku Îsa pê dipeyivî.

1985ê Chyet di Vekolîn û Folklorê Rojhilata Nêz de pileya masterî ji Zanîngeha California li Berkeley wergirt. Bavê wî û profesorekî cesaret dayê ku bala xwe bide zimanê kurdî: “Lawê min, ev deverek xama û bijûn e. Tu be ew yê ku li zimanê kurdî vebikole”, Chyet dibêje ku Alan Dundes, profesorek antropolojî û folkloriyê li Berkeley, ew wa şîret kir.

“Ev e encam”, Chyet ferhenga xwe destnîşan dike.

Wê havînê wî tirkî li Zanîngeha Boxazî li Stembolê xwend û sala xwendekariyê ya 1987-88 li Zanîngeha Atatürk li Erziromê bi baldariya li ser “zarav û şêwazên tirkî” borand. Wî bijart ku mijarek gelêrî ya kurdî bixwîne ku çîrokek delal lê xemgîn bû: hevbera “Romeo û Juliet” ya kurdan. Deviya strîtûj nîşana nekariya yekbûna kurdan e, ew ravedike.

Dundesê bi emailê ji Berkeley bersiv dide, wa basa xwendekarê xwe yê berê dike: “Zanyarek jîr yê pirrzimanzan, kesek yekane di tecrûbeyên min yên 40 salan de… Ew wek zanyarek takekes xebitiye, li derî akademiya fermî.”

Chyetê li çayxaneyek nêzî Pirtûkxaneya Kongresê çayê firr dike, radigihîne ku guhdana ziman û çandeyan têkoşînek pêdivî ye. “Ger mirov bi pirrtir zimanan bipeyivîna, dê kêmtir ceng heban. Li vî welatî em bawer dikin ku tişta em fam dikin tek tişt e ku bêt famkirin. Piştî 11ê rezberê, zelal bû ku zanîna zimanekî bû berpirsiyarî.”

Êrişan ew xemgîn kir lê jê re ne tiştek sosret bûn. “Divê em li xwe binerin û ne serûbin çekkirî bin… Min ti ji ber sedemên siyasî nekiriye lê karê min bandora siyasî heye,” wî dawî lê anî.

Ji inglîzî: Kovara MEHNAME: [email protected]

_________________________

Notên wergêr:

1. Xaxem alimê cihûyan e - hevberê melayê misilmanan û qeşeyê fileyan.

2. Zimanê cihûyên Ewropayê (bi inglîzî: Yiddish)

3. Civata cihûyan.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1