Roj bi roj mirovên me, welatê xwe diterikinin û diçin rojava. Ev koçberbûn niha jî berdewam û dome. Mixabin piştê ev koçberbûn dawî nabe.
Hin diçine Ewropa, hina jî Bajarên Rojavayê Tirkiyeyê.
A- Koçberê sedemê Ewropa: Bi gelemperî sedemê koçberbûn ê Ewropa ev e; ji bo azadî, mafê mirovanî û jiyanê delal î derdikevin û koçber dibin dervayê welat.
B- Koçberê sedemê Bajarên Rojavayê Tirkiyeyê: Bi giştî sedemê koçberbûnê Bajarên Rojava jî ev e; belê ev sedem vekirî û eşkereye. Welatê wan bi gor bajarê rojava paş ve maye û pêşketi ne bûye. Loma zehf mirovan xwe koçber kiriye bajarên mezin û metropolê. Weki din, di welatê me de hinek mirovan bûye hov û nezan. An jî caşê nezan û zaliman. Lêbelê bi destê wan xwe rizgar kirne.
Belê di ew encamê de welat vala dibe, bê kes dimîne.
Xemgîn e, yê koçberî kir nazivire. Çûye ku derê, liwre di mercê jiyanê de xeniqîye. Lê mixabin xwe rojavayî hesibandiye. An jî xwe di nijadê din de pejirandiye. Her du ya jî kirête û nebaşe. Belê belkî suç û tawanê wan tine jî. Sazûman wisa xwestiye. Politikaya dewletê serdest wilo xwestiye.
Ev, bextê kirêt yê Kurda ye.
Lêbelê hin Kurdan heq û neheq, maf û nemaf fêm kirine. Rast çiye têgihî bûye. Xwe nûbûnî kiriye. Nasnameya xwe biparêziye. Belê têkoşina xwe jî berdewam kiriye.
Belê bi rastî Kurdên Tirkiya bi gelemperi %70 koçber bûye bajarê rojavayê Tirkiya. Mina cucuka çîl belav bûye. Hemî xerîbî ye. Di gurbetê de jiyana xwe dom dikin. Ev Kurdê me mina margise yani kerpeze, xwe guherandiye. Hemi asimile bûye çuye.
Pirsgirêk ev e, Kurd xwedîya xwe derneketiye û dernakeve. Xwe nijadê din de dibine. Ramanê xwe wenda kiriye. Bi ramanê wan diramine.
Pirsgirêka me mezin e.
Min nûçeyek seh kir. Di mehê derbasbûyî de gelê Siryanî biryar girtiye û gotiye, em vegerine axê xwe. Li em vegerin melatê xwe yê Mêrdinê. Belê dixwazin jiyanê xwe di axê xwe de derbas bikin.
Belê hemî dewlemendiya xwe û Ewropa berdidin û vedigerin. Mal û xanî, kar û xebat qe napirsin.
Erê ev biryara wan baş e. Ev nûçe bi bandor e. Gere em fêrê jê bigirin.
Mereqa min biborin. Dilê min dişewite. Welat, bê kes û bê xwedî dimine. Hûn jî dizanin welatê beredayî tine dibe. Wenda dibe. Welatê me, welatê beredayî û terkeser tû car nebe.
Tika dikim pirsê min yên dijwar nemînin.
Dipirsim, Kurdên koçberbûyî dê kengî vegerin welatê xwe?