MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


PÎVANÊN ROJNEMEVANIYÊ!

Polat CAN: [email protected]

"Hêza medyayê hêza çaremîn e!"
"Divê ku hêza medyayê li gel Kurdan bibe ya yekemîn"

Hemû welat û hemû civak tenê bi şer ango têkoşîna leşkerî û polîtîkî bi ser nakevin. hinek hene bi rêya aboriyê têkoşîna xwe ya jiyanê bi rêve dibin. dikarin bi rêya aboriyê li ser civak û welatên din deslatiya xwe rêxînin. hinek jî hene, bi rêya Medyayê (çapemenî, press) di hemû cîhanê xwe heyîna xwe didin pejirandin û çanda mirovatiyê li gorî xwe diyar dikin.

Mînakê vê yekê jî mirov dikare Hollywood bide. Rast e ku Amerîka bi rastî di Vîetnamê de bi bin ket, lê bi rêya fîlmên Rambo xwe serkeftî da nîşandayîn. Em naxwazin li ser fîlm û sînemayê biaxivin. Mijara me ya sereke çapemenî ye. Yan jî şerê medyayê ye. Niha cîhan di serdema şoreşa înformasyonê de ye. Di hemû aliyan de gavên nayên hesabkirin avêtine. Divê em Kurd jî medyaya xwe bi awayekî objektîf di ber çavan re derbas bikin. Em nikarin medyaya Kurdî bi ya cîhanê re bipîvin. Her kes rewşa gelê me baş dizanin. Ancax em bikaribin li gorî asta gelê kurd ya aborî, polîtîkî û civakî binirxînin. Ku emm wisa nekin, em dê bikevin şaştî û subjektîvîzmê.

Di rojnemevantiya me ya Kurdî de çendî ku gavên nebiçûk di rêwîtiya 105 salan de avêtibin jî, lê hîn jî, xwe tam ji bin bandora mejiyê eşîrtî rizgar nekiriye. Ji pîvanên rojnemavantiyê ya entelektuel bêhtir, li ser pîvanên teng û ez-ezî bi rê ve diçe. Her kes dixwaze ku li gorî xwe hinek pîvan û stendardan biafirîne; lê ji ber ku mejî yê malbatî ye, lewra jî ew pîvanên ku diafirînin jî wekî taybetmendiyên wan yên malbatî û eşîrtî ne! Lê çi mixabin ku ew her tim bi xwe jî wan pîvanan binpê dikin. Mînakên vê jî pir in, lê niha ji mînakan bêhtir, em dê li ser armanca derketina van weşanan, sloganên ku bi kar tînin û realîteya wan ya bervajî analîz bikine.

Bi dehan weşanên kurdan (rojname, kovar, pirtûk, malpar û TV) yên partiyan hene. Li aliyê din jî – qaşo - weşanên serbixwe û negirêdayî tu rêxistinî jî hene. QAŞO! Rast e ku gelek ji van weşanan ji xwe re dibêjin ku serbixwe, weşanên çandî, civakî ne û dibêjin em têkilî polîtîkayê nabin; lê çi mixabin ku bi dehan caran ev weşan dibin meydana şerê di navberî rêxistin û kesayetên siyasî de. Yek dixwaze ku yê din rezîl û riswa bike, ku çi tê ber devê wan dibêjin û dinivsînin! Di dawiyê de jî radibin û dibêjin “Pîvanên rojnamevantiyê”! Lê bi xwe jî berî her kesî wan pîvanan dixin bin lingên xwe. Jixwe hinek weşan û malparên me yên internetê hene ku mirov nikare wan lome bike! Ew hema malpar û weşanên eşîret û gundan in; ev yek jî hema di navê wan de diyar dibe. Ev ji bilî naverok û şêwazê weşanên wan yên teqlîdkirinê, amatortî û lewazbûnê ku jê dirije...

Rast e ku hê jî bi dehan - sedan weşanên me hene, lê wekî ku pêşiyan gotiye “Pir in lê bêxêr in”. Bêguman, 10 weşanên perfosyonal, ji 100 weşanên amator û gundî baştir in û binirxtir in! Bila 10 weşanên me hebin û ji Kurdan re di nava cîhanê de bibin navnîşan û sembola serbilindiyê, ne ku 1000 weşanên gundî hebin û bibin qada şerê xweşmêr û mêrxasên eşîr û êlan. Bila kes xwe nexeyidîne û nebêje “Em ne wisa ne”. Niyet û niyaza we ne girîng e, tiştê girîng ew berhem û xebata we ye. Demê ku we bi rastî jî ji nava 20 nivîs, gotar û nûçeyan de, 5 ên baş, binirx û giranbiha bijartin û yên din jî li xwediyên wan vegerandin: “Baş binivsînin, em dê biweşînin”. Ku we wisa jî got, dê demê wê her tişt zelal bibe û hûn dê rêza hemû Kurdan qezenc bikin.

Şerê eşîran

Ez gelek car bi rewşa hinek weşanên me xemgîn û dilşewat dibim. Ez ji xwe re dibêjim “Hele ka ez têkevim vê malparê, belkî ji xwe re feydeyekê jê bigirim”. Lê çawa ku vedikim, heman gotarek, an jî nûçeyeke ku mirovan aciz dike derdikeve pêşiya min. Ew gotar yan kesekî ku dixwaze hevalekî xwe yê berê, rêxistineke ku jê aciz e û yan jî saziyeke ku ne li gor daxwazên wî ye, rezîl bike! Heman roja din jî yê hemberî wî dest û zendên xwe hildimale: “Hele ka kî berx e û kî beran e!!!” Xwîna wî germ dibe û bersîveke birêk û pêk dide wî... Û yê din jî dîsa di bin gotinan de namîne: “Ma ne şerm e ku em serê xwe deynin.” Ew jî bersîveke li gor bav û kalan dide... Di nava germahiya vî şerî de hinek tameşevan jî germ dibin û ew jî kevçiyên xwe dixin nava vê tirşikê.

Wisa jî rojeva xwendevanan bi van tiştên xwe yên virtîvala re mijûl dikin. Û dawiyê jî li ser malparên xwe dinivîsin “Malpara Çandî”! Lê mirov dikare bibêje ku “Ji bilî çandê hema her tişt heye”. Ev bo hemû weşanên me derbas nabe, ji ber ku kêm-zêde hinek weşanên me yên giranbiha jî hene. Herî kêm jî hewl didin ku tiştên xweşik û baş bidin gelê xwe. Nirxê weşanên wisa jî di dilê her kesî de heye. Mafê me jê nîne ku em mafê tu kesî bixwin! Di vir de meqseda me li ser wan weşanan e yên ku sloganên xwe ji xwe mezintir dibêjin!

Xwedanên weşan û malparan jî “Edîtor” di amatoriyeke kûr de ne. Gelek caran heye ku hinek babet û mijar diweşînin, mirov metel û matmayî dimîne. Yanî mirov bi mikroskopê di wê nivîsê de li tiştekî baş û bifeyde digere! Temam “Me got demokrasî, lê ne evqasî”... Ez dizainim ku ji 100 edîtorî, ancax 10 kesan rojnemavantiya akademîk xwendibin. Yên din jî hemû rojnamavanên zikmakî ne! Heman jixwedê de ruhê rojnamavatiyê bi wan re heye.

Internet û...

Gelên cîhanê bi saya internetê doza xwe gihandin hemû mirovatiyê. Di nava gelên xwe de damarên biratî û yekîtiyê xurt kirin û asta civak û netewê xwe di hemû aliyan de rakirin astên herî bilind û bedew. Herçi kêm be jî, hewl dan ku ew nakokiyên olî, rêolî (mezheb) û siyasî di nava netewên xwe de rakin. Lê me?..

Em dizanin ku di salên borî de car-car şerê germ rû dida, lê pir baş e ku niha tiştekî wisa nemaye! Yanî Kurdan giraniya pêvajoyê fêmkirin û gelek nakokî û nexweşiyên xwe dan aliyekî. Lê çi mixabin ku heya niha jî hîn di hinek weşan û malparên me de, ew şer bi dawî nebûye. “Derdê axan çareser dibe, lê yê dergevanên axan çareser nabe”. Mirov dibîne ku ew rêxistin di astên herî jor de di nava xwe de hinek tiştek çareser kirine, lê kesên ku – qaşo – dostên wan in, hîn dev ji şerê xwe bernedane!

Bi dehan tiştên trajîk û xeter, yên li ser Kurdan tên meşandin, hene, bi dehan pirsgirêkên Kurdan hene, bi hezaran windayiyên Kurdan hene, bi hezaran koçberên Kurdan hene, pirsên ziman, perwerde û çanda Kurdan hene... Ango bi gotineke tenê: Pirsa pêşeroja Kurdan heye!

Şûna ku biraderên me li ser van bi kûrahî binivîsînin û hemû cîhanê pê bihesînin, ew diçin bi hev re mijûl dibin û şerê yekûdu dikin. Ku mirov gotin û bêjeyên argo ji malparên Kurdan berhev bike, wê ferhengeke dijûn û xeberên Kurdî amade bike!

Kes nabêje: “Ya bira ma çi bi te hatiye, ka bi dijmin re mijûl bibe. Tu şûna ku bi dijmin re mijûl bibî û têkoşînê li hemberî wî bikî, tu virtîvala dev diavêjî gelê xwe.” Em nabêjin ku bila Kurd hevdu rexne nekin û kêmasiyên hev nebêjin. Jixwe rexnekirin û rexnedan hêmana civak û jiyaneke sosyal û pêşkeftî ye. Mirovên pêşverû rexneyan dikin û rexneyan didin. Lê rexne jî ne bi şêwazê xistin û rezîlkirinê ye. Di vê meha borî de hema rojeva hemû weşanan li ser “Ka dûvika se bi dîwar bûye yan nebûye”. Hinek dibêjin: “Wellah dûvika se bi dîwar ketiye”. Hinek jî dibêjin: “Na wellah! Seyê me baş e û dûvika wî bi dîwar nebûye - neketiye”. Ev mînakek ji neguhdarkirina me Kurdan li hev e. Em her kes dixwazin bi ya xwe bikin. Lê divê êdî xalekê hevbeş werê danîn.

Divê ku em ji bîr nekin ku her weşaneke Kurdan - radyo, malpar, rojname û tv... - hemû jî nirxên Kurdan yên giranbiha ne. Divê ku her kes li gorî giranbihayiya vî nirxî nêzik bibe û xwedî lê derkeve. Medyaya kurdan ne tenê bo gihandina dengê Kurdan ji hev re ye; her wiha jî ew bangîna Kurdan ji hemû cîhanê re ye. Divê ku Kurd jî bi vê berpirsyariyê bihesin û li gorî vê yekê tevbigerin û berî ku weşanekê çêbikin, divê baş bifikirin, bi taybetî jî sloganên li gorî rastî û naveroka weşanên xwe diyar bikin.

Berî ku em mijara xwe bi kutahî bikin, divê ku em vê xalê bibêjin. Eşîrtî û binemaltî hêmanên pêvajoyeke derbasbûyî ne. Di destpêka serdema Feodalîzmê de ew dabeşkirina civakê û eşîran pêwîst bû. Lê ji niha û heya cihekî êdî li pêşiya pêşkeftina civakê bû astengeke herî hişk û xerab. Ewropiyan bi şerê li hemberî feodalîzmê serkeftina xwe bi dest ve anîn û ji nava tarîtiyê derketin. Pêwîstiya me Kurdan jî herî zêde bi vê yekê heye. Bila tu kes jî virda-wirda pesn û panoskên eşîrtî û feodalîzmê nekin. Feodalîzm û eşîrtî jî ancax hîn bêhtir pêşkeftina me asteng bike.

Êdî eşîrtî û dayîka wê feodalîzm, bûye wek goreyên ku bêhn jê tê. Em ne mecbûr in wê bêhnê di weşanan de jî bêhn bikin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1