MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba!

Aram Dihokî: [email protected]

Piştî hewldanên mezin û zêdebûna karêt nerewa li Iraqê, herdu hukumetên Emrîkî û Iraqî (Meclisa Intîqali) bi lez û bez hukumeta yekem ya ku pêkhatî ji hemî miletên Iraqê avakir.

Helbet ji wan wezareta çendek bo kurdan hatin terxankirin. Babetê ku cihê pirsê ye ew e ka çima sûndxwarina wan pênc wezirên kurd bi kurdî nebû. Eger em pîcekê biçine nav rehên vî babetî, ez bawer im ku bêgengeş e li ser bête kirin, em dê bi sanahî bigehin wê qenatê ku pêdivî bû sûndxwarina wan bi kurdî ba.

Xuya ye ku kêşeya kurdan li Rojhelata Navîn kêşeyeka siyasî ye, siyasiyeka neteweyî ye. Kurdan bi çendîn salan e bêhijmar qurbanî dan daku çarenusê wan winda nebît. Bi baweriya min, kurd ne milletek e ku bîroboçûnên şovenî yên regezperestî û qewmî hebin. Kurdan tenê heta niha heqê xwe xwastiye ji wan welatên axa wan dagir kiriye.

Ne gelek caran hel û mercên rewa bi dest milletan dikevin daku meremên xwe bi cih bînin. Eger ne wesan jî be, serbor mirovan fêrî rastiyan dikin. Wa dizanim ku me serbor hene û Lozana duhî şahid e. Bo hemi kurdan jî aşkera ye çi rû dabû û çi bi sere me hat. Ya dî jî ew e ku niha em wek helek dizanîn, heta radayekî çi nebît qûnaxekê bibirîn. Eger bersiv ew bît ku ne gelek giring e!!! Ez wesan bîr nakim çimki me kurdan bo çend egerên xuya ev şoreş hemî hilkirin daku çend xalekên giring yên ku kurd pê têne nasîn biparêzîn û bidin nasîn ku ev milet ne ereb e, ne tirk e û ne faris e.

Bê rikmane ji bilî axê, cil û berga, çandeyê, ya ji hemiyan rontir ew e ku zimanê me cida ye ji zimanên wan. Lewan fer û giring e li ser me em pûteyek hêja bi zimanê xwe bidin. Ger em niha qimet û rûmetê bi zimanê xwe nedin, sibe dê xemsarane gelekên dî li dûv werin.

Ger em hemî yekgirtî ne ku li Iraqa nû da nabît em kurd dîsan bi pileya duyem bêne hisabkirin yan jî pêdivî ye em û ereb beşdar in bi wekhevî û yeksanî, bi min wer e ku divêt ew yeksanî niha dest pê biket. Her ji bi dest pêka “Bismila” û heta dûmahiyê.

Min ji vî babetî ne mexset e ku duberekiyê di nav kurd û ereban da yan milletên Iraqê da bişarînim, yan ji arîşeyan zêde kim çimkî miletên Iraqê tûşî gelek kawdanên pirr derdeser bûne, ji hemiyan jî zêdetir milletê kurd. Merema herî taybet ew e ku westiyan û bizavên dîroka milletekî bêhûde neçin. Her çi nebît, divêt hind bigehitê hindî ku kiriye qurban. Dibît bi boçûnên gelekan bêt gotin ku babet ji qewarê wek pêdivî derket. Lê bi boçûna min, li me ser e û destpêka destpêkirinek taze ye, bila destpêkeka bêpeşêmanî be û bila em ji ya biçûk dest bavêjine.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1