MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


Gelo Zarokên Me ji bo Sibe Amade bin?

Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]

Muhacirên ji gellek welatên cîhanê dihên Australya wisa bawer in ku bicîhbûna li welatê nû bi serê xwe dê serkeftina zarokên wan di jiyanê de misoger bike. Wek nimûne, gellek muhacir û penaberên ji welatên Rojhilata Navîn dihên Australya, Kurd jî di nav de, wisa bawer in ku zarokên wan, bi taybetî lawên wan, ê têkevin zanîngehan û bibin pijîşk, parêzger, muhendis û her weha. Mixabin rastiya rewşê ne weha ye. Îspatên li Australya bi xwe, her weha li welatên wek Swêdê, Almanya û Îngliztanê, aşkere dikin ku bi encama koçkirinê muhacir û penaberên ji gellek welatan, bi taybetî ji welatên “cîhana 3yem” li dû bicîhbûna li welatê nû tûşî gellek kêşeyên malbatî dihên û xewna pirraniya wan ku zarokên wan ê li welatê nû bi şêweyeke otomatîkî sekeftî bin her wek xewnekê dimîne.

Hejmareke ji muhacir û penaberan, heta li dû salên dûr û dirêj jî, ji fêhmkirin û têgihîştina şert û mercên welatê nû dûr dimînin, yan tenê xwe têkiliye şaxine jiyana li wî welatî dikin . Wek nimûne, beşekî ji rojhilatnavîniyên li Australya cîhwar bûnî hîn tê negihîştine ku di Australyaya îroj de da ku malbatek bikaribe ji aliyê aborî de rihet bijî û jiyaneke li gor dem û dewrana îroj bi dest xe divêt ne tenê mêrê wê malbatê, lê her weha jin jî kar bike. Li Australya gellek kesên ji welatên Rojhilata Navîn hatinî hene ku hîn bawer in perwerdekirina bilind û amadekirina keçan ji bo meslekekê ne grîng in çimkî ew ê bizewicin û mêrên wan ê pêdiviyên aborî bo malbatê misoger bikin. Hinek ji wan her weha ne haydar in ku di qonaxa îroyîn de hema-hema her kar pêdivî bi karkerê perwerdekirî û ji aliyê teknîkî de têgihîşt heye.

Ber çend rojan jineke ji paşerehên rojhilatnavînî ku va bûn dora 20 salan li Australya dimîne di derbarê keça xwe ya 14 salîn de, ku naxwaze biçe xwendegehê, digot: “Ez jî dixwazim ku ew 2-3 salên din bixwîne, çimkî dê bi encamê bikaribe li dû zewacê di derbarê karê mektebê de alîkariya zarokên xwe bike û wan fêr bike.” Gotina wê rast e, lê ji rastiya tevahî ya rewşê dûr e. Dûr e çimkî keça wê pêdivî bi xwendinê heye, ne tenê ji bo xatirê ku bikaribe di derbarê dersên mektebê de alîkariya zarokên xwe bike, lê her weha ji ber ku amadekirina wê bo meslekekê yan wezîfeyekê pêwîst e.

Agahiyên di dest de diyar dikin ku li Australya 40% ji jinên ku temenê wan di navbera 25 û 34 salan de ye xwediyên şehadeyên ji zanîngehê ne. Di nav peyayên bi eynî temen de hejmara xwediyên şehadeyên bilind ji %30 kêmtir e. Li vir û welatên dine pêşkeftî sal li dû salê hejmara jinên karker û jinên di wezîfeyên bilind û xwedan berpirsiyariyeke mezin de zêdetir dibêye. Va yeka ne tenê bi encama wekhevkirina mafên jinan û mêran e, lê her weha bi encama pêdiviya ekonomî ye di qonaxa jiyanî ya îroj de.

Bicîhbûna li Australya, yan li welatekî dinî rojavayî, bi serê xwe serkeftina di jiyanê de bo zarok û ciwanan misoger nake. Bav û dayên ku bi xwe ji şert û mercên jiyana hemdemî ya vî welatî dûr in û di derbarê proseya perwerdeyî ya australî de ne haydar in heye ku nikaribin bi hêsanî alîkariya zarokên xwe bikin û wan ji bo serkeftina di warê perwerdeyî de amade bikin, ne jî dê ji dest pirraniya wan bihêt ku zarokên xwe li gor pêdiviyên dehsalên li pêş têxin rê.

Bi dîtina min, di dema ku dezgehên fermî yên Australya ji aliyê pirsên xwe bi nijadperestiyê, çandpirriyê û mafên mirovan ve peywendîgir dikin de gavên mezin di nav 30 salên borîn de avêtine, hukûmeta australî û dezgehên wê di derbarê perwerdekirina muhacir û penaberên dihên Australya de, mebesta min bav û dayên ji welatine hatinî ku çand û rewşa li welatên wan cuda ne, ne tenê bi ser nekeftin, lê çi tevdêrên rêk û pêk yên perwerdekirina wan jî amade nekirine. Bi encamê bi hezaran bav û dayên ji paşerehên koçber hene ku haydariya wan di derbarê proseya perwerdeyî û şert û mercên ku serkeftina zaroyên wan ji aliyên civatî û meslekî de hêsantir bikin bi sînor e.

Civateke ku tê de kesên perwerdekiriye li gor qonaxa hemdemî û hemwarî tunebin yan pirr hinik bin, civateke ku ji endamên wê tenê çendek xwedan meslekên rêk û pêk bin, civateke ku tê de jin ji rolên bilind dûr mabin, ew civata di qonaxa îroyîn de û li welatekî wek Australya, yan welatekî dinî rojavayî, dê nikaribe yeke serkeftî be. Eynî gotin dikarin kêm-zêde bo malbatekê jî bihên gotin. Eger endamên civatekê, yan malbatekê, bixwazibin çareyan bibînin û xwe û zarokên xwe bo sibe û dusibe amade bikin, wê demê destpêkirina amadekirina tevdêr û planan divêt, cîhgirtina guftûgo divêt, yan bi kêmasî pêdivî bi gera li alîkariyê û hevkariyê divêt.

Heye ku gava yekem bo bav û dayên malbatekê ew be ku ew xwe bêyî derengî di derbarê sîstêm û proseya perwerdeyî ya Australya de agahdar bikin; ku ew lêbikolin ka zarokên wan li xwendegehê di çi rewşê de ne; û lê bigerin ka çawa bikaribin rewşa wan baştir bikin. Divêt xwe her weha agahdar bikin ka Australya ji aliyê civatî, ekonomî û perwerdeyî de di çi qonaxê de ye û ka ji bo qonaxên li pêş çi dihêt çaverêkirin.

Rast e, di roja îroj de hukûmet alîkariya aborî dide bêkaran. Wek min bi xwe ji hinan bihîstiye, “li welatekî wek Australya kesek birçî namîne.” Rast nerast, pirsa grîng ew e: Gelo kî dikare misoger bike ku li dû 20 yan 30 salên din dayîna meaşên bo bêkaran ê her hebe. Heke tew hebe jî, gelo ji bo mirovekî serbixwe û serbilind layiq be ku her bi alîkariya aborî ya dewletê xwe xwedî bike? Da ku zarokên me di jiyana xwe de serkeftî û serbilind bin ji nuha ve amadekirina wan divêt.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1