Şeş-heft meh berê, ango berî şer, Tirkan xwestin tevî Amêrîkê eskerê xwe bişînin Iraqê û Kurdistana Başûr dagrin. Ev xeyal ji ber gelek sebeban bi ser neket. Sebebeke esasî jî berxwedana Kurdan bû. Gelê Kurd him bi saziyên xwe, him jî bi şiklekî gelêrî, bi meş û civîn, bi karê dîplomatîk dengê xwe bilind kir, dijî dagirkeriya Tirkan derket. Vî dengê xurt tesîra xwe li ser Amêrîkê jî, li dinyayê jî nîşan da.
Îro jî, ji ber ku eskerê Amêrîkê li Iraqê ketiye tengasiye, Tirk careke din pê ra bazarî dikin ku leşkerê xwe bişînin wir.
Ev bazarî jî dîsan xetereke mezin e ji bo milletê Kurd.
Ji ber ku esker şandina Tirkan ne ji bo hevaltiya Amêrîkê ye. Tirk ji dil û can dixwazin ku Amêrîka bişkê û rojkî berê ji Iraqê derkeve biçe.
Esker şandina Tirkan ne ji bo aşitiya Iraqê, ne ji bo alîkarî û mirovhizî ye jî. Ji ber ku ev tişxtên delal di deftera wan da tucar tune. Çiqas fîstana dapîrê yan jî postê berxê bikişînin xwe jî em wan guhên dirêj ên gur baş nas dikin...
Vê dawiyê jî gelek baş eşkere bû ku Tirk bi destê “tîmên taybetî” û kesên kirêkirî prowokasyonan pêk tînin li Kurdistana Başûr û Iraqê.
Tirk ji bo du tiştên esasî dixwazin eskerê xwe bişînin Başûr: Yek ev e ku bi vê firsendê Kerkûk û Mûsilê dagrin, ango “milkê Osmanî” şunda vegerînin; qe nebe, parekî ji niftê bistînin. Ya duwem jî pêşî li Kurdên Başûr bigrin. Rê nedin wan ku bibin dewlet, çi bi şiklê serbixwe, çi bi şiklê federalî... Heya ev xwemuxtariya ku bi peymana sala 1970 bi dest ketibû, wê jî nehêlin.
Parlamen û hukumeta heremî hilweşînin..
Dibistan û zanîngehên Kurdan bigrin.
Rojname û kovarên Kurdî bigrin, televîzyonan reş bikin...
Belê, Armanca Tirkan ev e. Armanceke qirêj e, hovî ye.
Bona vê yekê ye ku Tirk ji Amêrîkiyan ra dibêjin, “belê em eskerê xwe bişînin, lê ji bo bakûrê Bexdayê.. Heya Kerkûk û Mûsil divê cî-warê eskerê me be..”
Her usa jî Tirk dixwazin eskerê xwe ji ser Kurdistana Başûr bişînin û rêyan bigrin bin qontrola xwe, bi maneya karên lojîstîk û tiştên dinê, li vir gelek qereqol û padîganan çêkin...
Ango mala ku nekarîn ji derî bikevinê, nuha dixwazin ji qulikê bikevinê..
Her usa jî Tirk şertan datînin li pêş Amêrîkê, da ku dahatûya Iraqê gor dilê wan be. Ango Kurd nebin xwedî tiştekî.
Belê, niyeta Tirkan xirab e.
Ew dixwazin bi vê firsendê Tirkmenan jî zêdetir bi çek bikin, perwerde bikin û berdine Kurdan...
Ango li Kurdistana Başûr ji bo destkevtiyên Kurdan xeter berdewam e. Bona vê yekê divê Kurd gelek hişyar bin.
Partî û saziyên Kurd li himber vê plana qirêj divê careke din dengê xwe bilindkin.
Eskerê Tirk bila nekeve Kurdistana Başûr û Iraqê!
Çûna eskerê Tirk tucar xizmeta aşitî û aramiyê nake, lê tevlihevî û nakokiyan zêdetir dike.
Sazûmana Tirk a zordest ji bo maf û armancên xwe yên qirêj, dixwaze xortên Tirk û Kurd bavêje nav agirê şer. Lê eva lîstikeke pir xeter e.
Bile leşkerê Tirk ji Kurdistana Başûr dûr bisekine!
15 Îlon 2003
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partiya Sosyalîst a Kurdistan