MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


BALKÊŞIYEKE EQILANE

Lokman Polat: [email protected]

Min li ser gelek pirtûkan nivîsên danasînê nivîsî û min hinekan bi kurtî û hinekan bi berfirehî nirxand. Çi pirtûka ku min bixwendana, dema pirtûk xweşa min biçana, min li ser dinivîsand û xwendevanan teşwîk dikir ku ew jî pirtûkê bikirin û bixwînin.

Min hem li ser pirtûkên kurdî û hem jî li ser pirtûkên bi tirkî dinivîsand. Min bi piranî li ser pirtûkên nivîskarên kurd û pirtûkên nivîskarên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin û hinek nivîskarên biyanî nivîsî. Min pirtûkên wan di weşanên kurdî de da danasîn. Min li dosya nivîsên xwe yên li ser pirtûkan mêze kir, têra du pirtûkan nivîs civiyabûn. Min nivîsên li ser pirtûkên kurdî kiribû dosyayek û yên li ser pirtûkên nivîskarên kokkurd jî -ku bi tirkî dinivîsin- kiribû dosyayek din. Herdu dosya, her yek bi serê xwe dibe pirtûkek.

Min nivîsên xwe yên danasîna pirtûkan domand, ta ku min balkişîyekî eqilane, bi mantixî û li gor min jî gelek rast ji Xanim Zeyneb Yaş wergirt. Bîr û bawerîyên wê yên di derbarê vê mijarê de, dîtinên wê, ji min re gelek rast hatin. Min herî dawî li ser pirtûka nivîskarekî kokkurd –pirtûka wî bi tirkî bû- nivîseke danasînê nivîsîbû. Bi minasebeta vê nivîsê, Xanima xoşevîst Zeyneb Yaş dîtinên xwe pêşkêşê min kiribû. Di dîtinên wê de balkêşiyeke eqilane hebû. Di vê babetê de, dîtinên Zeyneb Yaş ev in:

”Nîrxandin û şîroveya li ser pirtûkan pir dêhna min dikşîne. Ji ber ku, mirov him nivîskar, him berhem û him jî şîrovekar pê nas dike û xwe pê digihîne ramanên wan. L i goriya min, nîrxandin, şîrove û rexne jî qasî berhemê giring û pêwist in. Lê mixabin hê ew çanda me ya zanyarî û akademîk rûneniştiye. Hilbet ez vê yekê zêdetir ji bo berhemên kurdî dibêjim. Ji ber ku di civata dinyayê tev de, şîrovekar, rexnegîran ciyê xwe di edebiyat û zanyariyê de girtiye. Lê hê em pirtûkên rexnegirî, şîrove û yên dî bi zimanên biyanî dixweynin û şîrove û nîrxandinê bi kurdî dikin û jixwe ev xeternakek mezin e. Û em hê zêdetir nîrxandinê li ser pirtûkên bi tirkî dikin, em li ser pirtûkên kurdî zêde nasekinin û nîrxandinê zêdetir pesindariya berheman dikin û ev yek jî dike ku edebiyat, an jî nivîsariya me pêş nekeve.

Mixabin dewê me di meşka xelkê de dikele. Hestên me bi zimanê xelkê dirêse. Bi rastî li gor min, ji bo her nivîskarekî kurd ev yek hinek jî ciyê rihetiyê ye ku hewl û heweskî jî ji bo di zimanê xwe de binvîsînin danaynin ber xwe û pê raman û çanda kurdî pêş naxin û zimanê biyanî ji pêdiviya jiyana xwe dernaynin. Ji ber van sedeman jî, ez di wê baweriyê de me ku heta ji destê me were û em bibin şîrovekar û rexnegirê edebiyat û berhemên bi kurdî ku ava vî çemî kêrî vê deştê bê.

Min cewt fêm neke, ne ku ez te tewanbar dikim, ji ber ku min jî wekî te nivîsa xwe yên tavilê li ser Ahmed Arîf nivîsandibû.

Xwezî ku em şîrove û nîrxandinê di radeyên zanyarî de bi zimanê xwe bi cî bînin.”

Min li gorê zanebûna xwe, ji van dîtinên Zeyneb Yaş’ê sûd wergirt. Ev dîtinên wê, balkêşiya wê ya eqilane, ez dam fikrandin ku, divê êdî ez li ser pirtûkên nivîskarên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin û ji zimanekî din re xizmet dikin, nenivîsim. Lêbelê, li ser pirtûkên nivîskarên kurd yên ku bi kurdî dinivîsin, nivîsên danasînê binivîsim.

Min di van dîtinên Zeyneb Yaş’ê de ruhekî kurdayetî dît. Ji bo mirov xwedî van dîtinan be, divê weha hest û ruhê mirov ê kurdayetîyê xurt be. Di dîtinên wê yên di derbarê nirxandina pirtûkan de jî rastî û hêvî heye. Ez bawerim, heger ew bi xwe li ser pirtûkên kurdî nivîsên nirxandinê binivîse, dê di vê hêlê de valahiyeke dagire.

Min gelek pirtûkên nivîskarên kurd yên bi kurdî û yên nivîskarên kokkurd yên bi tirkî xistibû rêzê ku ez wan bixwînim û bi dor li ser wan binivîsim. Helbet ez dê hemûyan bixwînim, lê ez ê tenê li ser yên bi kurdî binivîsim. Balkêşîya Zeyneb Yaş’ê barê min sivik kir. Di destê min de du pirtûkên li ser ”Derwêşê Evdî û Edule” hene. Yek bi tirkî ye, nivîskarê wê Bawer Ferat e. Ya din bi kurdî ye û nivîskarê wê Eyûb Kiran e. Min xistibû heşê xwe ku ez li ser herduyan jî binivîsim. Lê, piştî balkêşîya Zeynebê, êdî ez ê tenê li ser ya Eyûb Kiran -ku bi kurdî ye- binivîsim.

Her nivîskar qîmet dide xwendevanan û guhên wî/wê li ser xwendevanan e. Ez bi xwe gelek qîmet û rûmet didim dîtinên xwendevanên xwe. Dîtinên xwendevanan, rexne û balkêşîyên wan girîng in. Gelek nivîskar ji rexne, balkêşî û pêşniyarên xwendevanan siûd werdigrin, bi saya wan xwe ji şaşîyan xilas dikin, tiştên hîn baştir dikin û xebatên baş pêk tînin.

Ez ji Zeyneb Yaş’ê re spas dikim ku wê bi girîngî bal kişand ser vê mijarê û bu sedem ku êdî ez bi şêweya ku di nivîsên xwe yên danasînê de helbijartinek bikim û berhemên nivîskarên ku ji zimanêkî din re xizmet dikin, na , lêbelê berhemên nivîskarên kurd ku ji zimanê kurdî re xizmet dikin û bi berhemên xwe ziman û edebîyata kurdî dewlemend dikin, pirtûkên wan bidim danasînê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1