MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


PERWERDEYA BÊ METERYAL!

Polat CAN: [email protected]

Çend Gotin

Hêjmarek pir mezin ji Kurdên Êzîdî li welatên Qafqasya dijîn. Di van welatan de pirsgirêkên wan yên cuda-cuda hene. Yek ji van pirsgirêkên-ku demek pir dirêje li benda çareseriyekê ye- ew pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî ye! Bi taybetî jî pirsgirêka bikaranîna Elfe-baye û meteryalên perwerdeya Kurdî ye.

Em hêvîdarin ku dengê me bi rêya weşanên me yên Kurdistanî, bigihêje hemû Kurdan, ta ku arîkarîyekê bi birayên xwe yên Qafqasya (bi taybetî jî Ermenistan û Gurcîstan) re bikin.

Dîsa jî pirsgirêka perwerde û meteryalên zimanê Kurdî li Ermenîstanê çareser nebûn!

Piştî ku Kurd ji ber komkujiyên dewleta Osmaniyan riviyan herêmên ku wê demê di bin desthilatiya Rusiya de bû. Kêmekî derfet û mercên jiyanê bi dest wan ketin. Lê ev merc û derfet, wekî pariyekî pir biçûk bû. Yek ji wan jî, derfeta perwerdeya Kurdî bû, lê ev perwerde jî hebûna wê û tûnebûna wê ji hev du ne cewaze!

Çendî ev zêdetirî 70-ê salin ku perwerde bi zimanê Kurdî ji zarokên Kurdan re tê dayîn jî, lê ev bû 70-ê sale ku çareseriyeke bi rêk û pêk ji bona perwerdeyê nehatiye dîtin.

Perwerdeya ku di heftê de, 2 ders yên zimanê Kurdî dihatin dîtin, di salên dawiyê de lewaz û bê encam maye. Pirtûk pir- pir kêmin, yên ku hene jî bi tîpên kîrlî ne. Her wiha jî naveroka wan pirtûkan pir lewaz û paşvemayî ye. Êdî dayîna dersên Kurdî jî li ser keyf û dilxwaziya mamosteyan maye. Ku mamoste bixwazin dersê bi Kurdî bidin, didin; ku nexwazin jî, nadin. Jixwe mamosteyên ku dersên Kurdî didin jî, pir amator, bê perwerdene û encameke birêk û pêk ji perwerdeya wan jî nayê girtin!

Lê pirsgirêk ne Ev tenê ye!

Li pirsgirêka tûnebûna meteryalan û lewaztiya mamosteyan, pirsgirêkeke din jî heye. Ew jî pirsgirêka tîpên kirîlî û latînî ye.

Ew qedexeya ku di salên 1938-an, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve û virda li ser zimanê Kurdî-tîpên latînî hatibû danîn, bi darê zorê tîpên Kirîlî hatbû pesendkirin. Wê demê hemû weşanên Kurdî yên tîpên Latînî hatin qedexekirin û perwerde jî dane rawestandin. Aramanca wan ya herî mezin jî, ew bû ku peywendiyên çandî û rewşenbîrtî di navbera Kurdên Suvyetê û Kurdistanê de bidin qut kirin. Kurdan di nava xwe de asîmlason bikin û ji çanda Kurdî dûrbixin. Lê tu caran Kurd di dilê xwe de ji vê kiryarê nerazîbûn!

Piştî ketina Suvyetê gelek Kurdan dev ji tîpên kirîlî berdan û vegeriyan ser tîpên Latînî. Jixwe heman-heman hemû gelê kurd derbasî ser tîpên latînî bûne û dibin!

Mamoste û xwendevanên Kurd yên Ermenîstanê jî dixwazin ku ji tîpên kirîlî xwe rizgar bikin. Lê hîn jî ev yek ji aliyê dewletê ve nehatiye pejrandin. Di salên dawiyê de, di hemû welatên Suvyetê yên berê de perwerdeya Kurdî veguhaztin ser tîpên Latînî. Lê ev pirsgirêk hîn jî li Ermenîstanê bi awakî fermî, nehatiye çareserkirin.

Çendî ev bû gelek carin ku xwendevan, mamoste, rewşenbîr, kesayet û saziyên Kurdan pêşniyarbîryaran ji rayadarên perwerdeyê re radikin jî; lê çi mexabin ku di warê kiryarî de çi gav nehatine avîtin û çi bersîv jî ji daxwazên Kurdan re nehatine dayîn!

Êdî weşanên Kurdan ku li Ermenîstanê derdikevin; tîpên latînî bikartînin. Her wiha jî çend pirtûkên Elfe-baya Kurdî yên latînî jî derketin(ev wek tecrîbe bûn). Gelek mamoste jî bi awakî nefermî dersên Kurdî-latînî di dibistanên Elegezê de didin xwendevanên xwe. Ev diyar dike ku Kurdan bi însiyatîfa xwe û di warê kiryarî de derbasî ser tîpên latînî bûne. Lê mexabin; di zagona dewletê (wezareta perwerdeyê)de, tîpên kirîlî tenê hatine pejrandin û tên naskirin, tîpên latînî jî bi fermî nayên pesendkirin.

Her Tim kampanya!

Vê salê jî(wekî her salan) xwendevan, mamoste û saziyên kurdan di bin siya Komeleya Mala Kurdan (Kurdistan Komîtte) de, dest bi kampaniya zimanê Kurdî kirin. Di serî de li gelek Gundan kursên fêrkirina zimanê Kurdî hatin vekirin, di mala Kurdan gelek zarok hatin perwerde kirin û gelek civînên mamosteyên Kurd hatin li darxistin. Di aliyekî de bi hezaran îmza komkirin, pêşniyarbîryarek ji bona wezareta perwerdahiyê amade kirin û pêşkêş kirin. Di vê pêşniyarbnîryarê de li ser daxwaza hemû mamosteyên Kurd, xwendevan, dê û bavê zarokên hate pêşkêşkirin.

Mirov dikare naveroka daxwaza Kurdan jî di 3-ê xalan de diyar bike:

* Tîpên kurdî- latînî bi awakî fermî di perwerdeyê de bên pejrandin.
* Ji bona perwerdeyê kadir û dersdarê bên perwerdekirin û amadekirin.
* Ji bona Dersên Kurdî meteryal, pirtûk û derfet werin peyda kirin.

Lê heya niha jî çi gavên ber biçav(ji aliyê wezareta Perwerdeyê de ) nehatine avîtin. Her carê gelek buhaneyan derdixin û daxwaza 60 hezar Kurdî bicîh naynin. Hêjayî gotinê ye ku hinek Kurd jî(yên ku Êzîdîtî û Kurdetiyê ji hev cuda dikin û Êzîdîtiyê wek Netewekî, ne olekî dibînin) jî roleke pir xerab li dijî daxwazên Kurdan dilîzin.(Di gotareke din de eme li ser rastiya van kesan rawestin).

Her wiha jî sazî û înûstutiyên ziman û perwerdeya Kurdî yên li derve(Ewropa), bêdengiya xwe ya miriyan dewam dikin. Wan goh û çavên xwe girtine û naxwazin ku vê pisgirêkê çareser bikin, ango arîkariyê bidin. Ev yek ji bona saziyên wek: Y. Mamosteyên Kurdistanê jî derbas dibe!

Tiştê herî bêhtir ku mirov(Li hemberî saziyên Kurdan yên Ewropayê) tengezar dikê jî; ku tiştên wisa pir mezin û giran jî, ji wan nayên xwestn. Tenê ku meteryal hebin, nîvî pirsgirêkê çareser dibe. Nîvê pirsgirêkê yên din jî, wê di hundir de werin çaerser kirin.

Xwendevanên xemgîn

Ev bêhndana havînê jî bi dawî bû. Bi hezara zarokên kurd yên Ermenîstanê berê xwe dan dibistanan, lê wekî her carê, serê wan di ber wan de bû û dilê wan bi pirtûkên Kurdî û Rojbaşa(Bi kurdî) şad nebûn. Vê salê jî, dîsa wê mamosteyên Kurd, bêzagotiyê bikin û yek-du saet dersên kurdî bidin xwendevanên xwe. Dîsa jî wê guftugo di navbera mamoste û serkarên Dibistana de li ser tîpên latînî û kirîlî derkevin. Dîsa jî wê kampaniyake din-ji bo ziman- werê lidarxistin, pêşniyarbîryarek werê pêşkêşkirin, îmzayên mamoste û xwendevanan werin komkirin û dîsa jî wê pirsgirêk wekî sala 1944-an û hîn xerabtir bimîne.

Not: Bila Xwedê û pêxember ji saziyên zimanê Kurdî yên Ewropayê razî be ku evqasî bi me re bûn arîkar.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1