MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Seredana Kurdistanê
Nora Boustany: Pirrzimanzanek hestiyar dengekî dide kurdî
Polat Can: Perwerdeya bê materyal
Şahînê Bekirê Soreklî: Gelo zarokên me ji bo sibe amade bin?
Lokman Polat: Balkêşiyeke eqilane
Aram Dihokî: Bila sûndxwarina wezîrên kurd bi kurdî ba
Kemal Burkay: Nabe leşkerê tirk biçe Iraqê
Metîn Kewê Dilxêrî: Koçberiya ji welat
Polat Can: Pîvanên rojnamvaniyê


WELCOME TO KURDISTAN

FUAT AKPINAR: [email protected]
Almanya, 17.09.2003

Ya rebî şukur, ez li başûrê Kurdistanê me. Li ser deriyê Îbrahîm Xelîl wiha hatiye nivîsandin: “Welcome to Kurdistan” (Hûn bi xêr hatine Kurdistanê). Ez li Îbrahîm Xelîl li teksiyeke Kurdistanê siwar bûm û min berê xwe da Duhokê.

D U H O K 23.08.2003

Dema mirov dikeve nava bajarê Duhokê, tiştên bala mirovan cara yekê dikişîne, Heykelê Ahmedê Xanî ye.

Duhok bajarekî gelek xweş, paqij û delal e. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Mamoste Hasan Slêvanî li ser bajarê Duhokê nêrînên xwe wiha anîn ziman: ”Duhok wek keçika nazik e” rastî jî wisa ye.

Duhok wek keçika nazîk e
Pir bedew û xweşik e
Şêrîn û hem rindik e
Bîhn bi fireh û dilrihet e
Pir paqij û dilkêş e
Bi nîzam û rêk û pêk e

Li Duhokê bîhna mirovan dertê. Ji ber ku ez di warê temîziyê de gelek hesas im, loma pir bala min kişand, ku bajarê Duhokê bajarekî gelek paqij e. Ev jî xuyaye, ku Şarezariya (Belediya) Duhokê gelek kar û xebatên delal ji gel re dike. Lê ne tenê bajarê Duhokê, hemû bajarên başûrê Kurdistanê xweş û paqij in. Lê ez bawer dikim, bajarên din cihê Duhokê nagirin.

Roja ku ez çûme Duhokê, raste rast çûme Parêzgeha (cihê Walî) Duhokê. Ji ber ku wê derê cihê karê serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Mamoste Hasan Slêvanî ye, loma ez çûme wê derê, ku wî bibînim.

Êvarê li baxçeyê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê gelek rewşenbîr û nivîskarên me yên Duhokê hatin ba hev û ez bi dilekî germîn silav kirim. Me heta derengiya şevê li baxçe gelek mijûlî û sohbet li ser babetên cida kir û di dawî de, nivîskarê hêja Remezan Îsa, cihgirê serokê nivîskarên Duhokê û rêvebirê rewşenbîrên Duhokê got, ka em hinek pêkenokên Almana ji te bibihîsin. Me hinek pêkenok gotin û em ji hev belav bûn.

Roja din Mamoste Hasan Slêvanî hate Hotela Sulav, ez girtim û em çûne nava bajarê Duhokê. Wî gelek zahmetî ji bo min kişand û ez li gelek deran dame nasandin.

Serdana (ziyaret) me ya yekem li cem cihgirê (wekîlê) Waliyê Duhokê berêz Mihemed Hasan Hacanî bû. Ji ber ku wê rojê Waliyê Duhokê bi xwe li derveyî Duhokê bû, loma derfet ne bû, ku ez wî jî nas bikim.

Di hevdîtina wekîlê Waliyê Duhokê de, min gelek agahî li ser Ewropa û pirsa Kurdî dan wî û wî jî di derheqê Başûr de gelek agahî dane min.

(Ji ber ku ezê di dawiya gotarên xwe de, dîtin, nêrîn û pêşniyariyên xwe û pêwendî û diyaloga di navbera min û hin kesan de çêbû, analîz bikim, loma, naxwazim di pê hevdîtinan de li ser hev yeko yeko dubare bikim).

Di pê hevdîtina wekîlê Waliyê Duhokê re, berêz Mihemed Hasan Hacanî, ez û Mamoste Hasan Slêvanî çûne cem birêz Ebdulxaliq Bapîrî, berpirsê rêkxirawên cemawerî û pîşeyî-PDK li Duhokê.

Di axaftina me ya kêm-zêde (teqrîben) 45 xulekan(deqe) de, ji bo min baş hate xuyakirin, ku birêz Ebdulxaliq Bapîrî mirovekî gelek jîr û jêhatî ye. Dîtin û nêrînên wî bi ilim û zana bûn. Em gelek li ser siyaseta Kurdan, rewşa başûrê Kurdistanê û siyaseta Ewropayiyan li ser Kurdan û hwd. sekinîn. Birêz Ebdulxaliq Bapîrî di gotineke xwe de wiha got; ”Gelê Kurd di mêjûyê xwe de, nehatiye guhertin, lê pir bedel dane”.

Di pê vê hevdîtina min bi birêz Ebdulxaliq Bapîrî re, ez û Mamoste Hasan Slêvanî berê çûne liqê PDK yê yekem. Li wir min hevdîtinek li gel birêz Habîb Keleş kir û di pê re em çûne Pirtûkxana Bedirxaniyan.

Bi rê de bala min pir rêzdariya (rîayeta) ji bo tirafîk û lampa sor re pir kişand; ez pir kêfxweş bûm û min ji Mamoste Hasan Slêvanî pirsî, ku ev rêzdarî li Kurdistanê herdem ji tirafîk û lampa sor re wisa ye û ev li seranserê Kurdistanê jî derbas dibe an na? Wî got, li her derê Kurdistanê wisa ye û gelek tiştekî balkêş jî; got, hewceyî gotinê ye, ku ez vî tiştî bêjim.

Mamoste Hasan Slêvanî got; ”berê Ereb dihatin Kurdistanê ji biryar û qanûnên tirafîka me re û bi taybetî ji lampa sor re rêzdarî ne dikirin û Kurdistan wek welat û dewletên Ereban yên din dihasibandin. Me jî nihêrî, ku wiha nameşe, Ereb ji biryar û qanûnên me re rêzdariyê nakin, loma kesên di lampa sor de, an jî ne rêzdarî ji biryarên me re û dijitîya biryarên tirfîkê kirin û hwd., me jî ew digirtin çend rojan binçav dikirin, yanê diavêtin zîndanê. Ji ber bûyerên wiha, agahî him li Iraqê û him jî li welatên Ereban yên din belav bû û niha gava Ereb têne Kurdistanê ji biryar, qanûn û nîzamên me re baş rêzdariyê dikin”.

Bi rastî gava min ev gotin ji Mamoste Hasan Slêvanî bihîst, ez pir kêfxweş bûm. Belê, ji ber ku min di nava diwanzdeh salan de, her roj, her dem û her saet bûyerên başûr dişopandin û dizanibû, ku gelê me di Rojhilata Navîn de demokrasiyeke pir baş çêkiriye û ev ji dewletên herêmê re wek mînak e. Lê mirov gava van bûyer û diyardeyan bi çavê xwe bibîne, tiştek din e. Em êdî dikarin ne tenê qala demokirasiya başûrê Kurdistanê bikin, gelê me serê me diha berjor kiriye û em dikarin sîngê xwe xurt bikin û bêjin, gelê Kurd gelekî bi asil, medenî û şaristanî ye, ku medeniyetê di Rojhilata Navîn de rayê xelkê jî dide.

Em li Pirtûkxana Bedirxaniyan in. Rêveberê Pirtûkxana Bedirxaniyan birêz Enwer Mihemed Tahir e. Ewî zehmet da xwe û ez di pirtûkxanê de gerandim û arşîva pirtûkxanê rayê min da. Arşîva pirtûkxanê gelek dewlemend e. Bi gelek zimanan pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin di pirtûkxanê de hene. Bi zimanê Kurdî, him bi tîpên erebî û him jî bi tîpên latînî gelek pirtûk hene. Di hundirê pirtûkxanê de odeyeke pir mezin heye, ode jî arşîv e. Di odê de bi taybetî biryarên ji aliyê Sadam Husêyn ve bi destan fermandariyên derheqê Kurdan de hatine nivîsandin û îmzakirin; yên orîgînal hene. Sadam Husêyn û nokerên der û dora wî, ne bi biryar û qanûn û nîzam, ji xwe re bi serê xwe û bi kêfa xwe di derheqê Kurdan de biryar dane û gelê me li Başûr bi biryarên Enfal û jenosîda Helebçeyê qirkirine.

Di arşîvê de navên kesên şehîd ketine hatine nivîsandin. Birêz Enwer Mihemed Tahîr dibêje, pir caran hin nas û xizimên van mirovan, yên navên wan li ser dîwar hatine nivîsandin têne vir û dema navên xizimên xwe dibînin, bi saetan li vir digirîn.

Bi rastî divêt rêya her kesekî ku di Duhokê re derbas dibe, here vê pirtûkxaneyê, van bûyer û îbretên dijminan ku bi me kirine bibîne. Di arşîvê de biryarên Sadam yên bi destan li ser Kurdan dane û gotinên wan li ser Kurdan gotine hene.

Alî Kîmyewî (Alî Hasan El Mecîd) jî di gotineke xwe de ji bo Kurdan wiha dibêje; ”Ezê baş çavê xwe bidime Kurdan, ezê wan bi dozeran binax bikim”

Van gotinên Alî Kîmyewî jî baş eşkere dikin, ku van Erebên hov û kevneperest sînorê mirovatî û însanetiyê ne dîtine û ne jî fêr bûne. Vana jiyana xwe li ser qirkirin û talankirina Kurdan domandine.

Divêt bi hemû derfetan van îbretên Erebên hov û kevneperest bi gelê me kirine, bi destên xwe nivîsandine û fermana gelê me dane, bi hemû zimanên cîhanê bêne wergerandin, da ku dinay-alem bizane, van hovana li ser gelê me çi roxandin û hilweşandin kirine.

Di pê hevdîtina Pirtûkxana Bedirxaniyan re, Mamoste Hasan Slêvanî, birêz Enwer Mihemed Tahir û ez, em bi hev re çûne me nanê nîvro li restoranteke gelek xweşik xwar. Min di pê re xwatirê xwe ji birêz Enwer Mihemed Tahir xwest, em ji hev qetiyan û Mamoste Hasan Slêvanî ez dîsa birim Hotela Sulav; min xwe ji bo semînera êvarê amade kir.

Ber bi êvarê, saet kêm zêde 18:00, ez ji Hotela Sulav derketim û ber bi navenda bajêr bi peya meşiyam, ku xwe bigihînim baxçeyê Yekîtiya Nivîskarên Duhok, da ku di saet 19:00 de semînerek ji bo min amade kirine, bidim. Mijara semînerê li ser: ”Ewropî di pirsa Kurdan de çi difikirin?” û ”pirsa serxwebûna Kurdistanê” ye.

Min bala xwe da, ku bi dengê stranên Şivan Perwer “Xanima min, bermaliya min” û di pêre kilama li ser Helebçê navenda bajarê Duhokê li pêşiya Midûriya Polêsê Duhokê dihejîne. Min dît, ku gelek kes li wê derê kombûne, di destên wan de pankart hene û li ser pankartan nivîsîne, ku çalakvan daxwaz dikin, bila Alî Kîmyewî, ewê ku çend roj berê ji aliyê hevpeymanan ve hatiye girtin, li Helebçeyê bêye mahkeme kirin. Ji ber ku ew di kîmyabarana li Helebçeyê û Enfalan de li dijî Kurdan hate bi kar anîn. Alî Kîmyewî berpirsiyar û sûcdarê qetlîamên Enfal û Halepçeyê ye.

Çalakî bi coşeke pir mezin e, keç, xort û ciwanên Duhok û der û dora Duhokê kom bûne û daxwaza wan ji Amerîka ve ew e, ku bila Alî Kîmyewî di dadigeheke li Helepçeyê de bêye mehkeme kirin. Qasî ku ev çalakî bi coş e, ewqas jî xemgînî ye. Ji ber ku birînên gelê me nû dibin.

Ev cara yekem e, ku ez li başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiyekê dibim û mafê xwe yê demokratîk li Kurdistanê bi kar tînim, ji aliyekî ve pir bi kêf, coş û sebilind im û li aliyê din jî ji bo bûyerên Helebçe û Enfalan pir bi xemgîn im.

Ji kêf û xemgîniyan, ez pir bi heycan im û hestiyên min dilerizin; hêstirên çavên min ji jor de têne xwar. Ji aliyekî ve jî, ez lê dixebitim, ku nêrîn û hisên çende kesan di derheqê çalakiyê de bigirim.

Birêz Musa Kêste cihgirê beşera liqê PDK di derheqê çalakiyê de wiha dibêje; ” Ji ber minasebeta ku Alî Kîmyewî hatiye girtin, daxwaza me ji welatên hevpeyman heye, bila Alî Kîmyewî li Halebçeyê bêye dadigehkirin”.

Çalakvanekî bi navê Îbrahîm Zêbarî jî wiha dibêje; ”Ez vê rojê wek rojeke geş ji bo Kurdan dibînim. Daxwaza me ew e, ku bila zalimê Kurdan Alî Kîmyewî ji bo Enfal li Helebçeyê bêye dadigehkirin”.

Min ji Îbrahîm Zêbarî pirsî, ku ji malbata wî çend kes di Enfal û li Helebçê de şehîd ketine. Wî got; ”55 kes ji malbata min di Enfal û Kîmyabarana Helebçeyê de şehîd ketin”.

Di pê van herdu hevpeyvînên ku min bi kurtayî bi du kesan re kirin, biraderê ku min rojek berê li cihê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê nas kiribû got, were radyoya Duhokê, niha bi zindî weşana xwe dike û tu jî nêrînên xwe di derheqê vê çalakiyê de bêje.

Ew biraderê ku bi min re di radyoya Duhok de bi kurtahî heypeyvînek çêkir, berê ez di radyo de dame naskirin û paşê nêrînên min pirsî. Bi rastî ez wisa bi heycan bûm, ku hên jî nizanim min bi tevayî di radyoya Duhokê de çi got. Tiştên têne bîra min ev in: Min kêfxweşiya xwe li Kurdistan û xemgîniya xwe ji bo gelê me yê di Enfal û Helebçeyê de hatin şehîdkirin, piştgiriya daxwazên çalakvanan kir û anî ziman.

Semînera li bajarê Duhokê

Semînerek ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Duhok ji bo min hatibû amade kirin. Min di semînerê de dîtin û nêrînên xwe li ser gelek mijaran anîn ziman. Ezê di nivîsa xwe ya din de axaftina ku min di semînera Duhokê de kiriye belav bikim.

Çapemeniya Duhokê û bi taybetî Kurdistan TV ya herêmê gelek bi berbifirehî cih da hatina min li Kurdistan û semînera min li Duhokê da weşandin. Roja din li ser dawetiya ku nivîskarê me yê hêja Hasan bixwe di Kurdistan TV de li Duhokê kar dike, ez çûme K-TV ya Duhokê. Kek Hasan li gel min hevpeyvînek çêkir û paşê wek bernameyeke taybetî di roja 28.08.2003an de di Kurdistan TV ya satelaytî de sê caran hate weşandin. Di pê vê hevdîtinê re, min rêvebirên K-TV li Duhok naskirin û pêre berê xwe da Hewlêrê.

Pêwîst e li ser bajarê Duhokê çend gotinan dîsa bêjim. Ez gelek dilşad bûm, ku bajarê Duhokê û bi taybetî Yekîtîya Nivîskarên Duhokê qîmeteke giranbiha didan diyaloga di navbera nivîskar û rewşenbîrên Bakur, Başûrê Biçûk, Rojhilat û nivîskar û rewşenbîrên li Ewropa û derên din de. Bajarê Duhokê di herêmê de roleke diyaloga di navbera Kurdan de gelek baş daye ser milên xwe. Ev kar û xebata wan ya hêja dê wek pirekê di nava Kurdan de roleke bi pîvan bilîze. Mirov dikare bajarê Duhokê wek paytexta Kurdistanê ya diyalogê jî di nava Kurdan de bihesibîne. Ji bo van kar û xebatên wan yên delal, ez wan ji dil û can pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwezim.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1