helbesta herî kurt
ya ku
min li darê dunyaya xwe nivîsand
navê te bû.
NAVÊ TE
DI ASOYA SEWDANÊ
MIN
DE
1
navê te dilber,
cejnek şêrîn e
xewnek rengîn e
ku ji xilmaşbûna re ş çavên şevê,
xwe vedidize
û bi baskên piyama dil
hildifire
2
navê te dilber,
van keserên
li hev civyayî pîroz dike
kulên razayî
di hinavê min de şiyar dike
û dergehên asê
di rûkê tengijandinêe de
ji hev vedike
3
navê te dilber,
razeyên lerizî
ji dava kiloxê zemînê
bê tirs û
bê perwa rizgar dike
çîmenên helbesta
di himbêza
buhareke rengîn de
vedi şêre
û li ser rûkê rûpela
min hîn dike
ku bi pênûseke serbest
ez aramgeheke kûr û
kûr
ji zordariyê re
bikolim