Herrikek bêqam bêyî av - tenê mirov û eşya,
bi xofdarî bêyî av!
Ji dûr dingîna deholê tê guhên min,
û nizanim ka herrikekê dibînim ka dingînekê dibîzim
wek ku mirov nikaribe hevdem bibîne û bibîze!
Weywax! Weywax!
Û makîneya cildirûnê ya wê rebena bîjin ya bi singûyê hatî kuştin...
Wê her êvar hemû êvarê cil didirûn...
Maseya pîremêran lê bi karteyan dilîst,
hemû bi hev re tewizandî, xwîn û kelex hemû li nav hev,
wek herrikekê, wek pêlekê, wek erjengiyek veçirrandî.
Weywax! Weywax!
Min ji erdê hilkoland trênoka tenekeyî ya zarokekî ya ku
li ser rê hatibû pêlêkirin
û girîm li kembaxiya jiyanê wek hemû dayikên dinyayê.
Piyên min yên panteîstane li makîneya cildirûnê ya
bîşûya bi singûyê hatî kuştin likumîn
û wê alava reben ya kar ya aştiyane rima xwe raheşand dilê min.
Belê, ez tawanbarî hemûyê bûm, ez şervan bûm û hemû ew,
yên qetil, tecawiz û parçe-parçe dikirin,
ew hemû ez bûm û şerm û wijdana min
û siyek bêteşe
ya di nav dinyayê re derbas dibû wek Ahasverus
lê li ber pêngavên min deng vedidan
pêngavên temetî bêtixûbiyê.
Û tirsa fîzîkane ya pêrgîhatina Xwedê tavilê çavên min
li min dide miçandin.
Ew Mesîhê absurd yê dibexşîne hemû tawan
û neheqiyan,
xaça min di min de ye, req e,
bişewat e, dişkê
û hemû jandar e di canê min de yê berfire ye
hindî gerdûnê.
Min pêlîstoka zarokekî jê stand û lê xist.
Çavên wî yên bizdayî kurrê min bûn ku dê belkî
carekê min hebe û ew jî dê bêt kuştin,
û wan bêçare hêviya dilovaniyê bo hemûyan ji min kir.
Min xwe li wêneyê kurrekî yê bi dîwarê pîrejinekê ve da
û ew dirrand,
ew bêhiş ji tirsan girî û nikarî ti bike...
Tavilê min hest pê kir ku ew diya min e
û nefesa Xwedê hestiyê pişta min recifand.
Min makîneya cildirûnê ya bîjina belengaz şkand.
Ew li kuncikê girî bêyî ku makîneya wê xema wê be.
Gelo dê dinya wa lê bêt ku min keçek hebe
û ew dê bibe bîjin û ev dê bibe feleka wê jî?
Qumtan'm, min dan fîşekandin ew rêncberên recifok,
min dan tecawizandin keç li ber çavên dêbavên
bi daran ve girêdayî.
Niha min hay jê dibe ku her tişt di dilê min de diqewime
û her tişt dikelîne û difetisîne û nikarim biqeliqim jî
bêyî ku her tişt bêwate be.
Xwedê bibexşîne min yê kes nebexşand!