MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Nezîh ebû Efş: Keleh
Tengezarê Marînî: Şemendefer
Valery Larbaud: Trên
Zara Delibro: Navê te di asoya sewdanê min de
Muriel Rukeyser: Du mirov dikoşin ji hev re bipeyivin
Can Yücel: Di serî de reş
Fernando Pessoa: Sirûdek leşkerî
Robert Desnos: Li kujiyê yekem dizivirî rastê
Eino Leino: 8 helbest
Edith Södergran: Heyv û hevde helbestên dî


Heyv û hevde helbestên dî

Edith Södergran (1892 – 1923)

PEYV

Peyvên germ, peyvên bedew, peyvên kûr...
Ew mîna gulekê ne ku di şevê de bên jê bê
lê neyê dîtin.
Li pişt wan dinyayek vala xwe venaye.
Belkî ew ewrek badbadok e yê hildikeve
ji nav kuçkê germ yê evînê.



XANIYÊN KEVN

Çend çavên nû xaniyên kevn dibînin
mîna xerîban bêyî dil...
Ez bêriya gorristanên xwe yên kevn dikim.
meziniya min ya bêxem rondikên tal,
yên kes nabîne, digirî.
Ez hê jî demên şirîn yên borî dijîm
dema xelk li dor min bajarên nû ava dikin
li ser girên şîn ta qeraxên esmanan,
bi dengnizmî li gel darên zindankirî dipeyivim
û carinan xemên wan vedirevînim.
Çend hêdîka dem vedixewixîne navoka tiştan,
û gasinê req yê felekê bêpêjn dimeşe.
Divê bendewarî mirina dilovan bim
ya azadiyê ji canê min re bîne.



BÊRIYA RENGAN

Ji ber spîçolkîtiya xwe hez dikim ji sorî, şînî û zerî,
spîtiya mezin bixem e wek xumamiya berfê
dema dayika Berfînê rûnişt ber pencereyê û
			hêviya reşî û sorî jî kir.
Bêriya rengan ya xwînê ye. Ger tînê bedewiyê bî,
divê çavên xwe bimiçînî û li kûratiya dilê xwe binerî.
Erê, bedewî ji rojê û gelek awiran ditirse -
divê dilê xwe ranekî ber lêvên xwe,
divê em bela xwe li çemberên berz yên bêdengî
				û bêkesiyê nedin.
Ma çi mezintir e ji dîtina metelokek çarenekirî
		û taybetmendiyên wê yên sosret?
Ez dê kêmbêj bimînim hemû jiyê xwe,
yê pirrbêj mîna robarek dilorîne ye û bêbextiyê li xwe dibarîne;
ez dê darek bi tenê bim li deştê,
dara daristanê bi bêriya bahozê dimire,
ez dê her saxlem bimînim, demarên zêrrîn di xwîna min de
ez pak û bijûn im mîna agir.



LI NAV DARISTANEK MEZIN

Li nav daristanek mezin pirr gerrîm
li çîrrokên zaroktiya min bîstibûn.

Li serê çiyayên bilind pirr gerrîm
li kelehên xeyalî yên ciwaniya min ava kiribûn.

Li nav baxçeyê evîndarê xwe şaş nemeşîm,
li wir bû ew pepkê bikêf yê bêriya min dabû pey.



BERAVA MEYAV

Firrindeyên kêfxweş yên bilind li hewa
li ûna min nafirrin
lê kevirên giran li berava meyav
pêş min ve bêna xwe vedidin.
Pirr vemam li binê çiyayê bixem
û min guhdarî dengê fermanker yê ba kir
di çeqên xurt yên darçamê de.
Li vir li ser zik paldayî me û fedikim pêşiya xwe:
li vir her tişt xerîb e û ti naîne bîra min,
ramanên min ne li vir çêbûn;
li vir hewa hişk û kevir tehîsok in,
li vir her tişt mirî ye û ti naîne bîra min,
ji bilî bilûrek şkestî ya biharê li beravê hêlayê. 



HÊVÎ

Naxwazim şermok bim -
lew xwe bi islûbên bilind mijûl nakim,
huçikên xwe hildidim.
Hevîrê helbestê pif dide...
Mixabin
mirov nikare kelehan bipêje...
Bilindiya dirûvan -
hedefa hesreta bêhed.
Zaroka hemdemî -
ma ruha te ne di qalibê xwe de ye?
Ji berî bimirim
ez dê kelehekê bipêjim.



HAVÎN LI ÇIYAYAN

Sade ye havîna çiyayan,
mêrg gulan dide,
xaniyê kevn dibişire
û xwişîna tarî ya robarî bextiyariya dîtî vedibêje.



SORGUL

Ez bedew im çiku li nav gulistana evîndarê xwe mezin bûme.
Li nav barana biharê rawestîm û min hesret vexwar,
li ber tavê rawestîm û min geşî vexwar -
niha vebûme û bendewar im.


TI NE

Tena be, zarok, ti nîne,
û her tişt wa ye wek dibînî: daristan, dûkêl û rêyên revok.
Li derekê li welatek dûr
esmanek şîntir û kelehek gulan nixamtî
yan darên palmiye û bayek hîniktir heye -
û hew.
Ti dî nîne ji bilî berf di bin çeqê kajê ve.
Ti nîne lêvên germ bimaçînin,
û hemû lêv jî demekê dicemidin.
Lê dibêjî, zarok, ku dilê te xurt e,
û ku jîna bêwec kêmtir e ji mirinê.
Ji mirinê çi dixwazî? Ma dizanî ka çi bênewî ne cilên mirinê,
û ku ti kembaxtir nîne ji mirina bi destê xwe?
Divê em hez bikin ji saetên dirêj yên nesaxiyê di jiyanê de
û salên teng yên hesretê
wek ku em hez dikin ji wan kêlîkên kurt yên çolistan dipişkive.



DEMA ROJ HILTÊ

Mirovno, gelî mirovan,
mîna baran ji esmanan dibare
ez dadikevim ser erdê.

Çavên min yên bextxweş stêr dîtine,
min birûsk zeft kir destê xwe yê rastê,
hêz, hêz ji lêvên min dadirije.

Felekê kirim nobedarê roja hiltêt.
Çolên dorberî min, silav li we -
rojek nû têt.



JIYAN, MIRIN Û FELEKA MIN

Ne tiştek dî me ji bilî vînek bêtixûb,
vînek bêsinor, lê bo çi, bo çi?
Tenê tarîtî li dor min e,
nikarim qirşekî jî rakim.
Vîna min tenê titej divê lê wê 
		ya tekane ez nanasim.
Dema vîna min derbişkê, ez dê bimirim:
silav li te jiyan, mirin û feleka min.



SEREDANA NESAXEKÊ

Bo te tînim tenê çeqek giran ji gulan
ji nav daristana mezin ya biharê.
Tu bêdeng dibî û
bi çavên xwe yên nesaxiyê kûrkirî
li teyisokên rojê di belûrê dinerî.
Tu bêdeng î û dibişirî
çiku ev bihar di ber dilê te re dibore.
Ti tiştek em bibêjin nîne êdî.



ROJÊN NESAX

Dilê min di çalikek teng de bûye,
dûr e dil ê min,
li giravek varê ye.
Firrindeyên spî pêşûpaş difirrin
peyaman tînim ku dilê min dijî.
Dizanim ka ew çawan
ji rejî û axê
li ser kevirên tûj dijî.
Hemû rojê paldayî me li benda şevê,
hemû şevê paldayî me li benda rojê,
nesax paldayî me li baxçeyê biheştê.
Dizanim ku ez dê sax nebim.
Germok im mîna gul û giyayên nav avzêlan,
xuha şirîn ji min têt wek ji pelên çirr.

Li nav baxçeyê min deryaçeyek xewto dijî.
Ez, ya ku ji axê hez dikim,
nizanim ti tiştek baştir ji avê.
Dinoqin avê hemû ramanên min
yên kesî nedîtine,
yên newêrim nîşa kesî bidim.
Av tijî nehînî ye.



DAXWAZ

Naxwazim şermok bim -
lew xwe bi islûbên bilind mijûl nakim,
huçikên xwe hildidim.
Hevîrê helbestê dinepixe...
Mixabin
mirov nikare kelehan bipêje...
Bilindiya dirûvan -
hedefa hesreta bêhed.
Zaroka hemdemî -
ma ruha te ne di qalibê te de ye?
Ji berî bimirim
ez dê kelehekê bipêjim.



HEYV

Çend seyr e hemû tiştê mirî
û bêgotin e:
pelê mirî û mirovê mirî
û kerê heyvê.
Hemû gul razê dizanin
û daristan wê diparêze,
wê razê ku gerra heyvê li dinyaya me
çerxa mirinê ye.
Û heyv wî tevnê xwe yê ecêb dirêse
yê gul jê hez dikin
û heyv torra xwe ya çîrrokane radiçîne
dorberî hemû jîndaran.
Û şevên derengiya payizê
şaloka heyvê gulan didirû,
û bêdawî bi hesret
hemû gul bendewarî maça heyvê ne.



DU XWEDAWEND

Dema te rûyê bextiyariyê dît, dilê te sar bû:
ew xewtoya dirûvgoc,
ma ew e xwedawenda ji hemûyan pirrtir têt peristin,
herî pirr têt baskirin û herî kêm têt naskirin,
ew ya serdara deryayên hêmin e,
ya gulistanên gulgeş e, ya rojên tav yên bêdawî?
Û te biryar da ku êdî qet wê neperêsî.
Nêzî te hat dîsan jan û çavên wê yên kûr,
jana ti car nayê vexwendin,
jana ji hemû xwedawendan ya baştirîn naskirî ye
				û kêmtirîn famkirî ye,
jana serdara deryayên bitofan û keştiyên dinoqin,
ya mirovên hemû jîndema xwe girtî ne
û ya wan kerb û kînên giran yên li gel zarokan in
			di zikên dayikên wan de.



STÊRÊN BIKERB

Stêrên bikerb hiltên.
Bi ebedî xerîb, bi ebedî dûr
hûn dikoşin li hev bibişkurin.
Awirên her stêrê qeşagir in.
Her stêr pozbilind û bi tenê ye
û ji çirûska stêran bawer nake.
Her syêr balê dikişîne bawer bikî ku ew tenê hemû ye.
Her stêr dilpak e mîna ne tiyê di dinyayê de.
Her stêr dixwaze agir berde dinyayê
			bi kinara xwe ya gurr.
Her stêr dixebite wek ronahiyê ji dûr
hêza xwe bi kar bîne, bisojîne, dabil'îne, biruxîne.




LI NAV TARÎTIYÊ

Min evîn nedît. Min kes nedît.
Bi recifokî meşîm di ber gorra Zerdeşt re
			şevên payizane:
kî dê êdî min bibîze li ser rûyê dinyayê?
Hingê destek bi sivikî li dor min aliya -
min xwişkek dît...
Dest didim pirça wê ya xelekokî -
tu yî ya negengaz?
Tu yî ew?
Bi awirek bawernekirinê li rûyê wê dinerim...
Ma wa xweda li gel me dilîzin?

Wergerandin: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1