Şev deriyê mala bavê min digire û jiderve min dihêle
Bi dizî di qulekê re di sînor de dinerim û giyanê xwe berdidim
Di bayê qalind de.. hingî vedibîne:
Sîtava bavê min li jor hildifire
War diparêze û li ber bêdengiya wî dide
Û birayê min li çarqorziyekê ji ruhniyê
Destên xwe li şepyekê ji ba digerîne
Va ye mal:
Hema ji cihê xwe dikarim germa wê bipîvim
Û bêhna odeyan bihilmînim
Va ye mal:
Hema dikarim dest bidime perçeyên wê
Û kitekitên wê bihejmêrim bi evîn
Va ye.. li pêş dilê min ravedibe û razên xwe radixe:
Kevireke,
Soleke hinan ew hilavêtine
Teşiya hiriyê li kêlekekê hiştî
Firax, şûşe, denê avê
Rexê textê zarotiyê, ko bi kalikê min lê xilmaşî şêrîn têt,
Êdî simbêlê wî sipî dibe.. û çeplên wî dirêj dibin.
Eyqûneke ji şîva dawî li ser serê bavê min daliqandî
Bera tirsê dide û çavdêriya xwenên wî dike
Singeke nediyar
Li demeke kevnar ji cilên me re elaqe bû
Hîn bêhnên laşên me jê datên
Û lewntên çekên yekşembê
Quleke di dîwêr de
( Ji bal xwe ve li wir hate pê..)
Hişdariya dêya min ew kire xefkeke ji tozê re
Û şerbikeke ji perên lêwik re
Wisa hate hiştin.. di razîbûna xwe ya sêwî de
Tozê dihejmêre û pîrozahiya xwe distirê
Payehiya bîranînan: sekretona dêya min,
Neynik,
Xiştexişta derbasbûna laşên me di ristcawê mirêkan de
Alavên jiyînê li qorziyan belavbûyî,
Va ye... sêwîxaneya giyan
Keleha rûmetên kevnar û qiraliya evîndaran
Her ê tê de ye tewiyaye bi ser her ê tê de ye
Ji aramiya xwe re ji dest ketî ye, di aştiyê de binavbûyî ye
Bêmînak e di tebata xwe de, asê ye di razîbûna xwe de
Tê bibêje..wisa destê Xwedê ew vehiştiye ji sedsalî ve
Ew mal e
Hayjêdara payebilind
Piştgira giyanên me ên şaş
Giş radizên
Û dilên gişan xilmaş dibin
Û kevirên wê nanivin
*
Ji nivkê ve her hedinî
Şevê darên mala me vexistin nav kevirên wê
Banê wê nav ezman
Pencereyên wê nav sînorê gulistanê
Çarqorziya birayê min mijiya di bîskekê de û vemirî
Her tişt aram û bêdeng xuyiya
Her tişt tarî bû
Mîna sîtava xwedayekî bêzar
Bi ramanên xwe sebrê tîne beriya afirandina cîhanê
*
Bavo, heke yeqîn bikî
Nehatime ji te re gazinan bikim
Û ne hatime pereyan bixwazim
An ketiye bala min li paş van salên dûdirêj
Ko kevirekî ji xwe re maf bibînim
An li ser tiştên min winda kirine pev biçinim
Ko ji min bawer bikî
Hatime
Da
Te bibînim.
*
Şevê li kenarên mala me da û vekişiya
Bi dûv xwe de mitêlkan dikişîne
Her dikare radihêje :
Tepsîkan, sêniyan, kursiyan, çiran
Denê avê û pêlavan
Ji hezar xiradên wê nehişt bilî gopalê pîrka min
Û xaçeke ji striyan li ser textê lêwik
Û li têkçûnê tenha hiştim
Û nîşan da:
Vemegere!!
*
Barabûneke ji bêrîkirinê
Li bin guhê xortik vexist
Êdî hate
Da bibîne
Ne kesî
*
Şiyar mebe bavo
Kûçikan ez nas kirime
Û pisîkan bêhnên neçariya min hilim kirine
Nehatime li derî bixim
Nehatime bidizim
Hatime tenê bigirîm
Hatime li kevirekî ji min ketiye bipirsim
A li vê derê rojekê
Li îşên xwe ên min li qelşên dîwarê kevn vedişartin
Hatime li hingulîseke teneke bipirsim
Ji tiliya min hilreviya di rêya malê
Wê roja min pir hay lê mekir
Hatime aştiyê dabavêjime ser keleha ruhê xwe
Hatime li kitêbên xwe bigerim
Li sola xwe a kevn û bedilka sisiyê dibistana destpêkê
Hatime şopên gavên qîzikan bidime hev
Û mohrên pêlavên keçşagirtan
Ji toza rê
Hatime, mîna Xwedê, pif bikim heriyê
Belkî li ê daçûyî giyan vegerînim
Belkî ez birînan bikewînim û koma dişewite vejînim
Hatime li hêla hêlana xwe di xaçirêka dirêj de dipirsim
Li janên hezkirina xwe a spehî
Û dilê xwe ê tayeke ba ew hildatanî
Li destpêkên helbestên min ji pîrekan re dişandin
Bi têlên balafirekê ji kaxezê
*
Hişyar mebe bavê min
Ax, bera dil li hev mekeve
Ranebe: “ ev kî ye li vir?…”
Evaya ez im…
Hatime li sûretê xwe di kitekitan de digerim
Li her ê ji bîranînên zarotiyê li navbera xilmaşiya me veketiye
Di keviran de,
Di rûyê gîhayî li jêr ezmanê buharê
Di naziya ava kaniyan
Di her ê rok ji zêrê esrê li paş xwe dadihêle
Li ser banên xaniyan
Di bêrîkirina ko namire de
Hatime li mînakê xwe di kitekitan de digerim li her ê di tewên giyanê me ji mekrohiyê vemaye
Di giriyê ko dahebû, di kêlîkekê de, êrîşî me dihat
Û giyan bêhnçikandî dihişt
Di qîrîna ko dil vêdixe
Di bêhnkişandina dil li jêr baskên hechecîkekê hildifire de
Hatime li pîrka xwe di nav bermayan de digerim
Li tiştên wê ên tarî
Bêhnên kirasên wê ên pembo
Êlekê wê,
Limêjên êvarê ên tirsê ji ruhên me dûr dibin
Û ji likumandên rê diparêzin
Hatime li pîrka xwe digerim
Li zingîniya gopalê wê li ser derenca malê
Li razê şarezayiya wê î herdemî
Ji dawiya cîhanê datême ez
Li ser çogên wê ruh paqij bikim
Û hindikî bigirîm
Li ser
Giyanê wê
Ê razayî
*
Hişyar mebe bavo
Ne birçî me
Ne têr xemgîn im
Û ne têr neçar im
Lêbelê ez...
Di min de hinekî giyan westiyaye
Ji sextî û bênirxiya vî zemanê tirsker
Hinekî di min de ruhê min westiyaye
Û laşê min hinekî
Lê dikarim hîn li pakî û qenciyan miqate bim
Û kirasê şivanan ê paqij biparêzim
Min destê xwe bi heriyan qirêj mekir
Û pereyan bejna giyanê min netewand
Limêjên kesên tiştên ko nabin dikin devê min nelewitandin
Hîn dizên emrê me
Agiran bi zimanê min dixin û madxelandinê di gotinan de hilpêk tînin
Hîn helbestvan im bavo
Hîn karim
Qonaxa di navbera razîbûnê û jiserxweçûnê bipîvim
Ranezê bavo
An…razê !!
Tu keleha me yî
Tu sînordîwarê qenciyên me ên mayî yî
Te em hîn kirin
Ji jiyînê hez bikin
Û gepa devê xwe bi namûsî bixwin.
1986