Peyva min westiya.
Lerza zimanê min bû pêlek ji giyê.
Buharê rengvedana xwe hêla.
Gula min sîber çinî.
Min..
Xwe li ser şeva te rada.
Rondikan serma di girnijîna min de çandin.
Pencerê firmêskên min perzinand.
Di vê hayjixwenemayînê de, min her tişt winda kir.
Digeriyam,
li te
li ba
li jiyaneke dilkevir jî be.
Di qutiya henasekê de,
min hemî bîrhatinên xwe li qelem dan.
Hatim û li ba te,
li wan mendehoşiyan, yên li vir nebûn digeriyam.
Min çav miçkirin,
jibîrkirin tanî hizra xwe.
Dibe tu di mebesta min negihî!
Di gavên melevaniya masiyan de,
Pirtûkên Bedenê diyar in.
Qîr û qiyametê radikî,
dumahî ye, bi tinê diherife.
Keleha te ye,
ji memikên esmên bermayên xwe dimije.
Derketineke kûr e,
daketineke kûr e
jidestberdaneke kûr e,
ev demên te yên belawela.
Te, ez ji şikeftên xwe qewirandim.
Dara min di bin sîka wê de hizrên xwe dinijinandin, çû.
Ez jî revok im!
Li hêlana bîranînên di gel te, dibim mêvan.
Tu laşê xwe…
Bi lerzên koviyane şa dikî.
-Tu..
Ez, rîsê mirinê me,
Pê şopa pêkên xwe ronî dikim.
Dadikevim kûrahiya pêrgîbûna dawî.
Hîn duh bû te digot :
-tu kelkezêrîna xemila min î.
Hîn duh bû te digot :
- te baweşînka bêrîkirinê li xwe dikir.
Hîn duh bû :
- Te bendeman a min himbêz dikir.
Te bo min..
Çavên xwe didan ber kil û kildanan.
Te tiliyên xwe bo min hinekirin;
Duh ez nivistim..
Şev bû ;
Li ber roniya dêmên te min helbesta xwe rist.
Dê navê te,
Ji bayê beniya biparêzim.
Weha jiyam e ;
Peyva te ji şînê mişt e,
Ewirên ji çavên te dadiketin,
xema xwe li ser tasa meya min neqşand.
Valahiya te,
şeva xwe li ser mista min hişt
û
çû.
Li çiyayekî yî tu;
were kovanên xwe veguhêze esmanê helbesta min,
zivistanê ji bakur
bi ser min de bermede.
Xemên xwe dipêçim,
xewnên min binax dibin.
Di qada şevê de,
di gel te bûm mîna çîrokekê;
Çi ji te dimîne,
Ji bili navê wan istegeh û bîrwaran !?
Pala xwe didim wan stûnan,
Yadgariyên xwe yên şikestî li pey xwe dikêşim !
Dergehê te diqutum
Giyayê ike-iskên te diqurêfim,
ji şevbuhêrkên xwe re dikim sîk.
Mij e;
Bendewarê xilûxaviya turimbêla.
Rêbera min bûyî li wan kolanan,
ji sîka xwe ditirsiyayî,
geh ji avê,
geh ji pismamên xwe, ji xwe jî ditirsiyayî,
derketim, dûrbûm, çîrokên bav û kalan me vedibêjan,
ferhenga zimanê xwe bi mendehoşî wek firek qehwe me jê hez dikir
Bêdeng dadiketî,
barê pirtûka me te ji gunehan girankir.
Ba..
etlayî nedida peyva xweser.
Tîpên serîrakirî,
bi dilovanî ji tiliyên min xwe dihilavêtin.
Toze, toz me dişopînê û silavên danê êvaran bi me dadike.
Çavên xwe didim hev,
Bisk û tembûrîkên melodiya têbîrên xwe şeh dikim.
Av me distotênê,
Çavên xwe dade,
Bîra te di pîroziya tîpan de ye;
Mezintir e ji bajarê ez û te lê jidayîk bûyîn.
Bajarê min xwe kire festîvala ramûsaneke min û te.
-Ew xema min di dilê xwe hişt, ez xwendim;
-Ew şeva min pê tu nuxumandî, gelacî kir.
-Ew xewna min tu jê parastî, bû volkan.
-Ew teyrikên min di gel te hez ji wan kir,
kilîteke zengarî dane destên min.
Min pencera xwe vekir,
Bajar reviya û bi wan tiblên nermok,
te – dema şevê rok dilorand- bêhna ûşeyên min
v
e
d
i
k
i
r.
Kî rojên me bi rêk û pêk dikirin ?
Xew nayê,
Palgeha min derbeder e,
axaftina xwe bê çep û rast bavêje mêrga min.
Ne tenê peyv,
Dizanim awirên wan jî te birîndar dikin.
Tu xwe naniyasî.
Ji wexera dawî bi tinê me,
keriyê xewnan diçêrînim.
Çîrok e,
koçberiya xwe vedibêje,
ciwan e,
xaçkirî ye mîna agir.
Çîrok e,
di dengê te de şaxên xwe berdan,
win
da
bû.
Min ji belgên şehweta te dipirsî,
te da mandelayê.
Di daristana bêdengiyê de,
min şopa dengê te dipeland.
Min dida şopa çîroka xwe û te,
ev zimanê min e, bêsûde ye, were, neçe, danekeve binyata axaftinê,
di dengê te de dixendiqim.
Bi kom,
Ji nişka ve, bîranînan êrîş berdane kozîdanka bejna min.
Zor e Dilbera min:
-tu dibînî, rûpelên serpêhatiyên me zer dibin,
di ferhenga şevê de,
pel bi pel giyan û laşên me, li ser darbestê dikin.
Li xwe vedigerim,
di laşê vî deqî de,
zemawenda tozê me.
Dilbera min:
rênede, ko çîrok ji me barkê.
Derya di ber derîkê mal were diçê cana minê.
dengekî li wî balindeyî bike hawar û gazî,
bila kulmek ji henasa te, bighînê dilê min evdalê xwedê,
li dergehê pencera min bide,
wê gavê ez dê cerg û mêlakan di gel geftek ramûsan,
pêre b,rê kim..
De lê lê wey lê, de lê lê wey lê, de lê lê
keçê dînê kubarê, bajarê me bi xulxul e,
bajarê we bi derya û kovan û kul e,
bila xwedê xerabike mala vê dûriyê,
çawa dibê, ko ev dûrî û qûnax
tekev nava herdû dila
de wezê îro kanîka derda bihejînim,
dê ji bisk û keziyên te re bikrim gulavê li ser
deynim kildana kila,
dema gehîşte destê te,
bi xwedekî cewabekê rêke,
hinga dê çavên xwe bakij bikim ji hêsiran,
dilê xwe valakim ji derd û kula.
De lê lê wey lê wey lê lê wey lê dînê dîna min.