MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Hoşeng Broka: Eger hat û ...
Ebdulbaqî Huseynî: Çilmisandina demin pembik
Ezîz Xemcivîn: Hevala min
Abdurahman Afîf: Bi xatirê min
Mahmûd Ako: Xwepêşedanek
Sohrab Sepehrî: Sayî, ez, gul, av
Hasan Polat: Du helbest
Adar Jiyan: Navê yarê
Refîq Sabir: Me tenê hevdu heye
Forûx Faroxzad: Girtî


NAVÊ YARÊ

ADAR JIYAN: [email protected]

Siba te bi xêr lê lê yarê
Kiras ji kesksora biharê
Te agir berda dilê min
Wekî Newroza Adarê

Porê te zer çavên belek
Birhên qelem biskên xelek
Te ji min cuda kir felek
Nava dilêm’ anî xwarê

Bê te nabe ey hevalê
Dîlbera rind û delalê
Paqij wek’ ava zelalê
Dizê j’ kanî  û robarê

Yaram’ gul e gula bi bîn
Pel kesk û sor û zer û şîn
Wê av didim her gav bi xwîn
Sibe navroj û êvarê

Bi hesreta bejna zirav
Dixwazim bibînim her gav
Dil qut bûye ji nan û av
Pelê min weşya ji darê

Çiqas bêjim yar şêrîn e
Eşq û şahî û evîn e
Ez bûme Mem ew jî Zîn e
Ziman şêrîn hingiv zarê

Yar ketye destê neyaran
Dijî li nav mişk û maran
Pê şa dibin bi hezaran
Her yek wekî gurê harê

Gewrê canê karxezalê
Mistek av wek’ bûka salê
Xwezî ez bimram li balê
Tirsim nebînim vê carê

Sing spîyê gerden gazê
Dil ji can pirr te dixwazê
Kêlîkê wer’ ba min razê
Bi destê xwe bibirr mehrê

 Meş werdekê çilkeziyê
Fîstan bixwêr li paniyê
Kulîlka serê kaniyê
Xwîn û xwêdan tevd’ vexwarê

Ji dil û can hezdikim ez
Dibihurî  bi lez û bez
Hesreta wê helandim ez
Birîna min pirr xedarê

Ew e birîna vî dil î
Derd berdaye şax û gulî
Bê gulistan vî bilbilî
Bi gilî gazin û hawarê

Tebat û sebra min nayê
Bê wê çibkim ji dinyayê
Qelen pirr giranbuhayê
Zîv û zêr bînim bi barê

Her ji bo wê bi hêvî me
Ku ew rê be ez rêwî me
Ew çiya be ez devî me
Xwe didim bin siya darê

Nêrgîz sosin û beybûnê
Reş û şîn û gewr û cûnê
Dil bû kokela êtûnê
Agr û pêtî lê dibarê

Awirên wan herdu çavan
Têne min wek’ tîra kevan
Dixwazim lê bibim mêvan
Ger bide min  tasek şehrê 

Dinale dîsa dilê min
Keserên kûr û kulên min
Bûn kanî herdu çavên min
Hêstrê bi xwîn  jê dibarê 

Dipirsin :”Yara te kî ye ?
Qiz e bûk e jinebî ye ?
Gelo ka navê wê çi ye ?
Wê te dîn kirye vê carê”                                      

Ez ne dîn im ne bêhiş im 
Li dûv yara xwe dimeşim
Xwestiyê çavê wêy’ reş im
Rizgar kim j’destê neyarê

Reng ji sorgula gulanê
Bejn zirav Xeca Sîpanê
Navê yaram’ Kurdistanê
Ji bo wê diçim sêdarê        

13 Rezber 1993

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1