Çendî ciwan e rengê ezmanê te, çendî xweş e bêhna bayê te, çendî çeleng û nazdar e bihara te. Lê mixabin ez îroj jê dûr ketime .
Carekê.
Ez û çenteyê xwe tevlî xwepêşedanekê dibûn.
Carekê
Ez û pelên rojnameyeke qermiçandî
dibin ewrekî de hundadibûn..
Carekê jî.
Ez û êşekê lihev dibaniyan.
me tevan hêvî dikir. û
di xewnên Boxê Birîvan de
Em hundadibûn
liser danîşgehekê
li hêviya tirênê
çend destên derewîn
li hev dinerîn,
Danîşgeh swar dihat û
ew li şûn xwe jibîrdikirin..
Çend beşişandinên kelovajî
di xaçirêkên jibîrbûyî de
xwe dilivandin.
Carekê
swarekî ji min dipirsî:
- Kîjan rê diçe rojhilatê?
Min destê xwe ber bi rojavade vekir û gotê:
- Rojhilat di kitanên jinbiyan de hundabûye.
çi rojava yan rojhilat,
mane erd girovere.
Carekê jî
li keçeke çeleng rast dihatim.
xwe dexîlî min dikir û dipirsî:
- Wa xorto, ma te destgirtiyê min birêde nedît?
Çê li kîjan rê dikir
min nizanîbû.
Bi can zarokî
ez û wî li qehweyekê rûniştin.
me du peyalên meyê
bi ser canê xwe de dadikirin.
ew canê zarokî dibû kalekî heftê salî,
Zembîlfiroş weke xunavekê.
xwe berdida dilê me. û
bêhna demên çûyî ji çixareyên me dihatin.
û roj kelogirî dima
di cihê xwe de.
êvarê bi mehrevanî
em pêşkêşî tabloyên paşerojê dikirin..
dîsan em ser gêj vedgeriyan tobedarîya şêxan....
l ê birêde swarna ji mere digotin:
- Ma we nebhîstiye ku Gurî girtine.
û hespê Ahmedê Silêman jê dizîne.
Em di kolanên bê xwedî re
dîsan derbasî xwepêşedanê dibûn.
û xwepêşedan ji hev perçe dibû,
xwepêşedan diçû, û
em perçebûyî li şûn wê diman.