Hooooooooooo
Gilgamşê mirina hişîn................
Angîdo, siwarê poşmaniyê .............
Bakurê Xwedê.................
Keskê ebedê..............
X.........................!!
Y...................???
Û tu...
Hey yarê kesk,
dê ji ku
dest bi bîranînên aliyan;
dema ku ew dişemitîn ber tewafa
pêkên te,
bikî ?!
Tu dê ji ku
dest bi dîrokkirina tozê
û dînîtiya ecacokên sergerdan,
wexta ku li navê te;
yê tifal,
dibûn gijlok,
bikî,
XERÎBO ?!
Ji hilterpilandina xewnên zaroktiya şêt
û bêserûba;
dema ku „yên mezin“,
em bi girêdana ta û terîşên şînewî
li ser birînên vebûyî;
wek devê goristanên birçî,
razî dikirin ?
Yan ji cejnên rût û tazî,
ku têra lotik û dînîtiya me,
û pêkenînê bi endazyariya „ mezinan“,
nedikirin ?!
Ji bajarên şewatê;
yên ku bi helkeftinên dînîtiyê
û toza siwarên ezelê,
li dêv ?!
Ji esîman, çolistan,
û goristanên şewatê,
yan ji ezela şewatistanan
û bîra şewatê ?!
De ka bo min bêje,
tu dê ji bîra kîjan felaket û talanê,
dest bi nîgarkêşana nexşeyên
êşa xwe bikî,
XERÎBO ?!
Ji bîra aliyan:
Bîra bakur,
bîra başûr,
bîra rojhilat,
yan ji bîra rojava ?!
ji bîra êgir,
ji bîra bayê,
ji bîra axê,
yan ji bîra avê ?!
Ji bîra barana tî,
birûsk û belediyên kor û çavrijyayî;
ji bîra darbestên mişt hatina êvarê,
şevên di lehiya taristanê de,
gewend e
û dilbuhirandî;
ji bîra dilopên, ku laşê bêdengiyê
sekeh û gêsin dikirin;
ji bîra berriyên giryanê,
barove û bagerên
bê welat,
sibehên seqemê ?
yan ji bîra berfê;
berfa, ku di bin piyên
leşkerên
nenas de,
ji keçkanî ketî ?!
Ji bîra sebatokên dîn;
wek dînîtiya dilê yara te.
Ji bîra adarokên mişt birînên
kesk û li herik;
Ji bîra „Zîpikên“ hawarê,
nîsanokên ku ji „Çarşemsoran“
dilmayî?!
yan ji bîra keskesoran;
serçopiyên govendên têkçûyî,
Rengên têkçûyî,
birînên têkçûyî,
xwîna têkçûyî,
barana têkçûyî,
aso,
dûrahî,
û bajarên têkçûyî,
nexşeyên têkçûyî,
dil,
ziyaretgeh
û goristanên
têkçûyî ?!
Ji bîra Genim;
genimê ku ji birçîbûnê diçû biçîbûnê,
ji halanê diçû halanê,
û ji şewatê
diçû
şewatê.
Ji bîra bênder û firazeyên hêviyê;
yên ku li jêr wan şewat,
li jor wan şewat,
li bakur,
li başûr,
li rojhilat,
û li rojavayî wan şewat.
Ji bîra lêlanê;
lêlana ku alî dixapandin,
û ji xapandinê
diçû xapandinê ?!
Yan ji bîra keleqîjênê;
keleqîjêna ku her goristan,
cergê havînê,
bi hesreta çar hezar temûzên
şewitî
diarihand ?!
ji bîra şevên dirêj,
kabûsên dirêj,
tixûb û sînorên dirêj,
aliyên dirêj,
mirinên dirêj,
cenazeyên dirêj,
xwedayên dirêj,
keskên dirêj,
duwa û ziyaretgehên dirêj
nimêj û pirtûkên dirêj,
bahoz,
gijlok,
û ecacokên dirêj ?!
yan ji bîra payîzokên
mişt birînên dirêj,
xwîna dirêj,
„Xerîbokên“ dirêj,
koçberiyên dirêj,
xatirxwestin,
bêrîkirin
û firmêskên
dirêj ?!
De bêje,
û ji ser hev rake wan lêvên xwe;
yên zuha û miçiqî,
mîna du stranên dûûûr,
XERÎBO ?!
Tu dê ji bîra „kê“,
ji bîra „çi“,
ji bîra
çend milyon „çima“,
çend milyon „çawa“,
çend milyon „kengî“,
çend milyon „Li ku“,
çend ........
û çend milyon „xwezî“,
dest bi honana
gavên yara xwe
û sirûdên „Rêya çûwin û nehatinê“,
bikî ?!
Ji bîra xwe,
ji bîra wê,
ji bîra wî,
ji bîra min,
ji bîra we,
ji bîra me,
ji bîra wan,
ji bîra balindeyê buheştê,
marê ezelê ?!
Yan ji bîra cotyarê deryayê ?!
Ji bîra „Felekê“,
ji bîra „Girê Heyhayê“,
ji bîra „Sêvên Xelatê“ ?
Yan ji bîra „Melkê Mewtê“ ?!
De bêje,
Xerîbê „Rêya bêveger“!!!
Ka tu dê ji bîra
çend sedsal welat,
û çend welat sedsal,
çend sedsal „Girên Heyhayê“,
çend sedsal „Sêvên Xelatê“
çend sedsal „Marên Ezelê“
çend sedsal „Darên Herherê“,
çend sedsal „Emînê Xwedê“
çend sedsal „Laleş“,
û çend „Laleş“ sedsal,
dest bi pîvana
berriyên
mirina xwe;
ya fereh,
bilind
û dirêj,
mîna navê Xwedê,
bikî ?!
Erê ma tu dê ji „ perîşaniya
kîjan kevanê“,
dest bi dîrokkirin
û ciyografîkirina
endazyariya êşên xwe,
bikî ,
XERÎBO ?!
Ji siya qaçaxçiyan,
ya ku bi xilmaşkirina şevê re,
wisa sil;
wisa lerzok;
wisa mişt kolana tembîknameyan,
û neqişandina hawar
û îskeîskên heyva li ber oxirê,
ku dibû xeml û xêla „ Xetê „,
ya sermedî?
Yan ji bayê kur;
pasvanê xwîna serhişk
û pilinder /
mîrê aliyan,
yê yekta /
siwarê ezelê
û serborekên seqemê ?!
Ji „ Termê Mexîl“;
yê ku ji ezelê ve,
kesk û hişîn.
Yan ji bêrîkirina miriyan,
dema ku erd û asman
li çipeçipa barana dilên wan;
yên mişt demsalên
bendemanê,
hişyar dibûn?!?
Ho ho şahidê ezela hetîketiyê !!!
Ma tu dê ji bext û qubala
kîjan xwedawendî,
dest bi dîrokkirina
gunehkariyê
û vegirtina
dilên
destpêkê;
yên bilind
û hey bilind,
bikî ?!
Ji bextê „Ahrêman“;
yê mişt xwîna pinpinîkan;
mişt çinîna mirinê;
mişt oqyanosên êşê
û taristanên ebedê ?!
Yan ji bextê „Ahora Mazda“;
yê ku ji rojhilat heta bi rojava,
bi bîna memikên „Bûka êgir“
û tewlaziyên aşiqan,
bi ser ve çûyî ?!
Ji qubala „Anahîta“;
ya ku dilê wê
mîna aristanekê,
li dirêjahiya,
ferehiya,
kûrahiya,
bilindahiya çar hezar welat,
bi eşq û hesreta
yarê wê,
dadayî ?!
Yan ji gayê şehwetê;
şehweta fehliya heyva,
ku heta hetayê
aşiq
û mê;
şehweta „Eştara dayîk“
şehweta „Marê Buheştê“
şehweta ezelê;
şehweta şehwetê;
şehweta dûriyê:
Welatên dûr;
sibehên dûr;
goristan,
kêl
û hicrikên dûr;
birînên dûr;
xwîna dûr;
stiran,
heyranok
û „Xerîbokên“ dûr;
dil,
ramûsan
û yarên dûr ?!
Ho…ho şahidê hetîketiya ezelê !!!
Ma tu dê hîn çend sedsal
goristanî din;
çend sed-xwîn
welatî din;
çend sed-payîz
koçberî,
xatirxwestin
û ketinî din;
û çend û çend sed-xwedê
ferman,
seza,
azadî,
guneh,
û mirinî din,
vegerî zarok,
daku sînor...
heta hetayê,
di xwîna te de,
werin xwar;
mayin...
li navê te;
yê „zelindar“,
poşman bibin
û nexşe bi nexşe,
di hicrika navê te de,
xwe bikujin;
daku zindan...
di pencereyên xwîna te re,
yên mîna duwaya te,
bilind û hey bilind,
destên xwe bimişmişînin fêkiyê
azadiyê;
daku kemîn...
di ferehiya serxweşiya kenê te de,
bimînin asê;
û daku herdu aliyên „Xetê“,
li navê te;
yê keskan e,
fereh
û bê qisûr,
gulle bi gulle,
singo bi singo,
potîn bi potîn,
bêbextî bi bêbextî,
kemîn bi kemîn,
hêsir bi hêsir
û birîn bi birîn,
mikur werin.
Li wir...
Tu dibûyî
„72“ poşmanî „Gilgamiş“;
„72“ xwelîserî „Angîdo“
„72“ „Marên eştarane“ xapandin;
„72“ ketin „Adem“;
„72“ sêvên buheştê „Hawa“;
„72“ demsalên hişk û ziwa bêrîkirin;
„72“ baran darbest;
„72“ darbestên hişîn xwedê,
„72“ bablîsok koçberî;
„72“ payîz girî;
„72“ têkçûn navên mezin;
„72“ „Mezlûm“ „Newroz“;
„72“ qinare „Çarçira“;
„72“ sor „Melle”;
„72“ şewat „Amûdê“;
„72“ „Qamişlo“ toza birîndar û
xapandî;
„72“ „Nesrîn“ „Mihemed şêxo“;
„72“ tembûr „Mihemed Arif“;
„72“ jan „Lavijê Pîrê“
„72“ xwekuştin „Diyarê Felekê“,
„72“ kesk xwedê
û...
„72“ kêrên ezelê sînor.
Li wir...
ciyê ku Xwedê nizanîbû çi lê dibû
û mîna keskekî birîndar,
dûr
û mindal,
fereh û dirêj,
bêriya mirina xwe dikir,
tu...
giriyekî şevbider bûyî,
li ber pencera yarê.
Te dergehên goristan
û xwedawendên,
ku heta hetayê poşman,
ji ber dikirin.
Û te paytext…;
Paytextên sipî;
paytextên serdema yûz û qehpe,
li ser valahiyên xwe;
yên şewitî,
xwîna şewitî,
sozên şewitî,
berfa şewitî,
asoyên şewitî,
toza şewitî,
ecacok,
gijlok
û bahozên şewitî,
bayên şewitî;
yên ku hezkirin di jen û rabûna xwe de
ji bîr kirîn,
avên şewitî;
yên ku xwe ji darêjgehan
dayîn berdan,
û agirên şewitî;
yên bi bîra azirînê
mişt û tije;
te ew...
li ser çipeçpa dilopan;
dilopên gunehkariya destpêkê;
a mezin,
mirina mezin,
goristanên mezin,
giriyê mezin,
êşa mezin,
sînor
û potînên mezin,
xwîna mezin,
bajarên şewata mezin,
dojeh
û buhştên mezin,
azadî,
yar
û eşqa mezin
h
i
ş
y
a
r
dikrin.
Li wir...
wexta ku Xwedê
bilind,
fereh
û dirêj
ji girî hez dikir,
tu yar û yar,
dikûriyayî,
û li ser lêvên berbangeke
mişt keskahiya kesera navê te/wê,
keskahiya êşa te,
keskahiya eşqa te,
keskahiya birîn,
xwîn,
mirin
û darbesta te;
mişt şîna qehwê;
û mişt zengilên xwekuştina „Xetê“,
te birînên,
ku di sidêridêya qaçaxkirina
demsalan de,
ji rê ketî,
mîna welatekî
ji
baranê,
hêlîn dikirin.
Û tu ...
li hicrikên,
ku bi tenhatiya te şa dibûn
û mîna te ji kesk
û çavşînkan
hez dikirin,
difitilî.