Ne ewr.
Ne ba.
Li hindavî gerravê rûniþtime.
Masî melevaniyan dikin. Zelalî. Gul. Av.
Pakiya guliyên jiyanê.
Dayik gulên bêhnxweþ diçine.
Nan. Gul. Penîr. Esmanê bêewr. Binefþên þil.
Xelasbûn nêzîk e: di hemêza gulên gulistanê de.
Ronahiya amanên sifrî silavan dirêje!
Pêpelûkên ber bi dîwarê bilind spêdeyê tînin hewþê.
Her tiþt li piþt biþirînê veþartî ye.
Di dîwarê demê re pencereyek heye ku rûyê min tê re tê dîtin.
Tiþtin hene ku ez nizanim.
Dizanim: heke giyayekê hilbikiþînim, ez ê bikirim.
Radibim gupika esman, tijî perr û bask.
Rêya xwe di tarîtiyê de dibînim, tijî fanos im.
Tijî ronahî û xîz im,
tijî qurm û dar im,
tijî pir û rê, çem û pêl im,
tijî sîberên belgan di avê de.
Ax, dilê min çendî bêkes e.