Dema Şebnemê
Li zingla dil da
Kanîyên gula
Li zeviya evîndar
Vebûn...
Evîndaro ji xwe pirsî;
Gelo ev jî xewnek
Ji wan xewnên jibîrkirîne,..
An leylanek rastîyê ye?
Xunavê
Yefş neda
Pirsên dilê xemgîn
Rahijte kulmek vîn
Û peyalek tijî evîn
Li ser bejna
Omîdan de berda..
Wê demê
Damarên dilên evîndaran
Zîldan
Û pencereyên mêlakên xwe
Vekirin....
Bûn pirpirîk
Û bi esmanê
Şînê zelal ve
Hilpirikîn..
Wiha dest bi dastana
Xweyî sermestî kirin..
Gelek demên pembik bûrîn
Û herdû kewan
Hêlîna xwe
Di asoyê hezkirinê de
Avakirin...
Lê dengên xêrnexwazan
Ji hemî dîmenên xuristê
Bi tundtir bûn...
Evîndarno
Bi kû de ?
Vaye Çemê Ceqceqê
Dengên beqan dizîzîne...
Vaye kolanên Qamislo
Birhan li we dilivîne
Vaye mezelên Hilko
Dadgehan ji we re tîne...
Û kerwana Koçeran
Li holê har û dîne..
Evîndaran
Evîna keçîn
Evîna rewrewk
Bi biryareke
Dilşikestî
Birîn.....
Da ku wan rojên gulgulî
Wan demên pembik
Ber bi ba
bifirînin.
Evîndaro bi çola ket
Û evîndarê
Bû nêçîra
Tolazên demê
Li ber tîrên
Civaka
Girêk-kûytkî
Dinale.