Welatek dûr û xerîb
Bajarek mezin da
Bi nav hezaran însanan da
Tenêtî çî ye,
Hûn nizanin.
Hezîran 2002, Stuttgart
Rojên Derbaz
Rojên minê derbaz bûn,
Ber nadin dawiya min.
Her çiqas bîr bikim jî,
Dîsan tên ber riya min.
Hinek caran pelek darê,
Yek caran qaytînek narîn,
Carcaran dengek bi nalîn,
Wan dîsan tîne bîra min.