MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Hoşeng Broka: Eger hat û ...
Ebdulbaqî Huseynî: Çilmisandina demin pembik
Ezîz Xemcivîn: Hevala min
Abdurahman Afîf: Bi xatirê min
Mahmûd Ako: Xwepêşedanek
Sohrab Sepehrî: Sayî, ez, gul, av
Hasan Polat: Du helbest
Adar Jiyan: Navê yarê
Refîq Sabir: Me tenê hevdu heye
Forûx Faroxzad: Girtî


Hevala min

Ezîz Xemcivîn: [email protected]

Li benda berbangê,
roniya sozê  
û nerîna peymanê,
hevalê... hevalê...
kengî
ew dara, em civandin,
wê qîr ke stranê?
bayê hênik,
çarîka bûkaniyê  
ji ser riwê te rakê?
û heyva  çarde  şevî  
hêlîna me  
li sîwana  xwe  avakê?
hevalê...  hevalê...
kengî  
li fala  fincanê
zar û  zêç  bêne  dîtin..?
û şevîna  laleşê  
perestina {feqîr  û  evdalê}
bihêre
evîn û  kela  germ  
li dilê  buhiştê...!!
Çem û çem  
firişt rê  bidin  me...
û sawîrê  hezkirinê  
li ser  gulên  evîndar,
li buhara  em  
lê bûn dost û yar,  
asîmanekî vegirê;
hevalê... hevalê...
kengî?
kew wê hev nekin dehfê?
bira ji bira kînê ne ke,
û li hev bikin silavê...
ji wan darên cuda
şaxên {Siyamend û Xecê}
bi bişkivin...?
û tev li hev bibin  
li pizanê yek malzarokê..!!
mêrg û çîmen  
li ser dengê me geş bibin,
êdî nêçîrvan;
nema ditirsînin,
pezkovî û xezalê  
hevalê... hevalê...?

1/12/2000

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1