Te dixwazim lê dizanim ez ê ticarî
nebînim hêviya min bibe rastî di hemêza te de.
Tu esmanek zelal û ron î,
ez firindeyek girtî di rekehê de.
Ji pişt nerdeyên asinî yên sar û tarî
bi poşmanî, matmayî, li te dinerim,
li ber çavên min e ka çawa dest dê dirêjî te bibûya
û min ê çeng û baskên xwe ber bi te ve vebikirana.
Dibînim ku bêsexbêriya dergevan de
ez ê ji vê zindana bêpêjn bifirim,
bi biçim û rûyê dergevan bikenim,
dest bi jiyanek nû li tenişta te bikim.
Li ber çavên min e. Lê dizanim ticarî
newêrim vê rekehê bihêlim.
Heke dergevan bihêle ez derbikevim jî,
êdî dê min çeng û bask nebin pê bifirim.
Di ronahiya spêdeyê de, ji pişt nerdeyên asinî
zarokek li min dinere û dikene.
Dema dest bi stranek şadiyê dikim,
ew xwe dadiçemîne û firindeya xwe maç dike.
Wey Xwedêyo, heke rê hebe rojekê
ji vê zindana bêpêjn difirim,
ez ê çi bibêjim zarokê digirî?
- Min bihêle, ez firindeyek girtî me.
Ez çareyek im ku bi dilê xwe yê dişewite
mala kavil û wêran ron dike.
Heke bixwazim dev ji strana xwe berdim,
ez ê derd û xeman bînim mala xwe.