Min devê xwe bi agirê pîroz pak kir
daku basa evînê bikim.
Lê ku min lêvên xwe vekirin,
min peyv nedîtin.
Dema ji evînê nezan bûm,
min stran li ser wê
digotin.
Lê ku min evîn nasî,
peyv di devê min de bûn tenê nefes
û deng di sîngê min de
bû bêdengiyek kûr.
Demekê we ji min dipirsî
ka evîn û nehîniyên wê çi ne,
û gotin û bersivên min
esehî û pêbawer dixwiyan.
Lê niha ez im
yê dora wî ye ji we
seyrî û seyranên
evînê dipirse
Kî ji we dikare bersiva min bide?
Ji we halê xwe dipirsim
da bizanim ka çi di min de heye.
Kî ji we dikare ya dilê min ji dilê min re bêje
û rastiya min bo min diyar bike?
Ka ji min re bêjin,
çi ye ev agir
yê di sîngê min de dişewite,
min neçar dike
û daxwaz û hêviyên min dihelîne?
Çi ne ev dest,
ên nerm, narîn û dilbijîn
ku giyana min hemêz dikin
li gavên wê yên bêkesiyê
û dilê min dadigirin
bi meyek şirîn î tal
û dinermijînin wê bi janê?
Çi ne ev çeng
ku li raserî nivîna min dipirpirin
di bêdengiya bêdawî ya şevê de
ta ku xew bi çavên min nakeve
lê çavdêr dimînim - lê nizanim çavdêrî çi:
guhdariya tiştên nabihîzim dikim;
li tiştên nabînim dinerim;
tiştên tê nagihim diponijim
û dixwazim tişta ez ne hejî bidêrim.
Ax, şiyar im û oxîndar im
çimkî kul û xem
bo min xweşdivîtir in
ji şahî û kenê zengilok.
Dema şiyar im,
di destê hêzek nayê dîtin de me
ku pêşî min dikuje
û paşî min sax dike
mîna spêdeyê ku zelal dibe
û her quncala odeya min ron dike.
Paşî bi rastî jî dinivim
tevî ku sîberên bîskên ez şiyar
li ser çavên min
hê jî dilîzin
û xewna xeyalî
li raserî nivîna min hildipire.
Lê çi ye ev
ya em dibêjinê evîn?
Ka ji min re bêjin
çi ye ev nehîniya efsûnî
ya dikeve nav jiyanê
û bandorî dilê jiyanê dike?
Çi ye ev azadiya bêtixûb
ya sedema hemî encaman
û encama hemî sedeman e?
Çi ye ev hêza jîndar
ku mirin û jiyanê pev girê dide
û wan dike xewnek
ji jiyanê bibandortir
û ji mirinê mezintir?
Ka ji min re bêjin,
bêjin, ma kî ji we naxwaze
ji vê xewna jiyanê şiyar bibe
dema giyana we
bi tilên spî yên evînê dihese?
Ma kî ji we dê nehêle
bavê xwe û diya xwe û warê xwe
dema dilê evîndarê bang dike?
Ma kî ji we dê çolistan û berristanan negavîne,
bi çiyayan hilnekeve û deryayan neseyirîne
da li wê bigere ya giyan bêriya wê dike?
Belê, ma kî xort
dê neçe dûlika dinyayê jî
heke evîndara wî li wir
bendewarî evîna wî be?
Ma kî ji me dê hingê
di giyana xwe de nepesinîne wî Yezdanî
yê bêrîkirina bêrîkirina evîndar fam dike
û li hawara wî tê?
Hê do ez li ber deriyê perestgehê
rawestibûm,
min ji xelkê dipirsî
ka nehînî û diyariyên evînê çi ne.
Zelamek navsere di wir re borî,
hincirî û awirtûj bû, û got:
- Evîn lawaziyek zikmakî ye
ku ji mirovê pêşîn ji me re maye.
Paşî xortekek
bihêz û bizendûbest
di ber min re borî û strî:
- Evîn pêwîstiyek e
ku dide pey me û bi me re ye,
ew îro
bi doroj û siberojê ve girê dide.
Piştî wî jinek xemgîn
di ber min re borî û got:
- Evîn jehrek pêmirin e
ku marên zorba û tirsnak
ji kend û kospên dojehê
hildifûrînin dinyayê
ku lê mîna xunavan
dikeve ser giyanên tî
ku bîskekê pê mest dibin,
kêlîkekê hay dibin
û dawiyê dimirin.
Lê keçzeriyek
gepgulî û devbiken got:
- Binerin, evîn ava xwedayan e
ku bûkên berspêdeyê
xortan pê av didin
daku ew bikarin zelalbûyî
hilbikevin stêrên şevê
û tava rojê şa bikin.
Piştî wê zelamek hat,
bi kincên reş,
rihên wî digihîn sersîngî
û bi galteyî got:
- Evîn ehmeqî ye
ku bi berbeyaniya xortaniyê re şiyar dibe
û tavsorka pîriyê re wenda dibe.
Piştî wî zelamek hat,
ji çavên wî aramî dibiriqî,
û bi kêfxweşiyek nerm got:
- Evîn hişmendiyek esmanî ye
ku hem bînahiya me ya hindirîn
û hem jî ya derveyî zelal dike
daku em bikarin her tiştî
mîna xwedayan bibînin.
Piştî wî zelamek kor borî,
bi gopalê xwe yê kevn berpiyên xwe seh dikir
û bi dengek acizbûyî got:
- Evîn mijek tîr e
ku giyanê diniximîne
û rastiya jiyanê lê vedişêre
ta ku ji bilî siya xwestekên xwe
giyan tiştek din nebîne
û ne jî olana dengê xwe
ji geliyên xeman bibihîze.
Piştî wî jî xortek hat,
tembûra xwe ditibiland û distrî:
- Evîn ronahiyek xwedayî ye
ku ji nava nermiya min dibiriqe
û hemî derdorî wê ron dike.
Ev rê dide me
da em binerin li dinyayan
wek kerwanên li mêrgên şên,
û li jiyanê wek xewnek bedew
ku em spêdeyan lê şiyar dibin.
Piştî yê xort, pîremêrekî xwe raxwişand
û bi dengek lerizok got:
- Evîn xewn e bo bedena hincirî
di bêdengiya gorrê de
û stareya giyanê ye di bêhejiya ebediyê de.
Paşî zarokek hat, tenê pêncsalî,
bezî û got:
- Evîn diya min û bavê min in,
û ti kes din evînê nanase
ji bilî diya min û bavê min.
Wiha roj ber bi dawî dibû
dema hemî mirov
di ber perestgehê re borîbûn
û bi devê xwe basa evînê kiribû
û wiha bêrî û daxwazên xwe anîn ziman
û efsûniyên jiyana xwe diyar kirin.
Dema bûbû êvar
û gel verevîbû
û bêdengiyê her der girtibû,
min bihîst dengek ji perestgehê dibêje:
- Hemî jiyan dibe du parçe,
parçeyek jê mîna herikek qerisî,
parçeya din jî mîna agirê gurr e,
û ew agirê gurr evîn e.
Hingê ez tê ketim perestgehê
û bi sernermî çûm sicdeyekê.
Min di kûriya giyana xwe de tika kir:
- Ey Xwedê, bila ez
dilê agirê gurr bim
û min bike têzav
bo agirê xwe yê pîroz... Amîn.