MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Koçer Bêrtî: Mirisîna wê bû hilgirtina dilê xwe belkirî
Serhan Îsa: Penaber
Xelîl Cibran: Li ber deriyê perestgehê
Forûx Faroxzad: Li ser kaniyê
Ehmed Şemlû: Du stranên evînî
Hesen Polat: Zarok jî nikarin
Bêwar: Gazina min
Adar Jiyan: Ez im


Du stranên evînî

Ehmed Şemlû

Stranek evînî

Dinya bîskek kurt e di navbera guneh û dojehê de Hetav mîna rûreşkirinê hiltê û roj şermek bêderman e. Ah ji berî di nav rondikên xwe de bixeniqim tiştekî bêje! Dar wek bar guneha nezanîna bavkalan hildigirin û ba pistînek nekêrhatî ye. Heyva payizê xezeba dinyayê diherimîne ye. Tiştekî bêje ji berî di nav rondikên xwe de bixeniqim tiştekî bêje! Her pencereyek dîmena êş û janan e. Evîn qirêjiyek şil e, qirêjiyek fistewî û esman sivandeyek e ku mirov dikare li bin rûne, bo feleka xwe bigirî. Ah ji berî di nav rondikên xwe de bixeniqim tiştekî bêje, hema çi be! Kanî ji tabûtan dixulxulin û şînîker serbilindiya dinyayê ne. Bêgunehiya xwe nefiroşe neynikê: gunekaran zêdetir pêwîstî pê heye. Bêdeng rûnene, bi Xwedê kî! Ji berî di nav rondikên xwe de bixeniqim tiştekî bêje ji evînê!

Stranek evînî

Yê dibêje: "Ji te hez dikim", stranbêjek xemdar e, strana xwe wenda kiriye. Xwezî evînê ziman heba da pê bipeyiviya. Hezar kakolên* şad di çavên te de ne. Hezar zerîle** bêdeng di gewriya min re. Xwezî zimanek heba bi evînê bipeyiviya. * Yê dibêje: "Ji te hez dikim", dilşevînek dilgiran e Xwezî evînê ziman heba da pê bipeyiviya. Hezar rojên rûken di tevgerên te de ne, hezar stêrên hêsirbar di hêviyên min de. Xwezî zimanek heba bi evînê bipeyiviya.
___________________________
* Kakol: torxe, şivankujk, pezkujk firindeyek e. Navê wê/wî yê zanistî Alauda arvenis e. Bi îngilîzî "skylark" û bi tirkî "tarla kuşu" ye.

** Zerîle: zerdelok, qenarî (Serinus canaria), bi îngilîzî "canary bird", bi tirkî "kanarya kuşu".

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1