ezê .....
bimînim li bendî te
axîna eyşa balê
û ....
peyalên bêbextiyê
tirheke darbeniyê
ku ... di xavika silîvî de xunc dide
nêçîrvanek ...
ku bi vewejartina simikên pezkoviyekî rizî
serjêrî sîpan û xelatê mirinê dibê
kurkirina bisk û berbendên xecê
bi ser ciftemêraniya siyamend de
ez dê bimînim li bendî te
heta xilmeteka din liser şiharê şikeftikê
tiştê ... ku min ; bi vê pûştexakê ve girêdidê ...?
rabirdiweke mişt nalîn, û netêr xew
ji ber cire cir û zire zire degevanan
ku her tiştî sînor dikin
xwarin, vexwarin, xew, xewn, axaftin
û ..... mêranî ..... jî
her tişt bi sinor û qedaxekirî ye
û ... tirsa min
ji pêşerojek bê pencer
ku dergeh ji pola û bê kilît be
bibim bi hesreta gurzek ji tîrêjên tavê ...
ku .... ji bo dermankirina şûna qamicîyan
li ser gewdê min ...
yê ji hev ketî
bi rola bijîşkekî rabin
Biyaniyo ...... ???
çi dibêje ew zarûzenge ziktaziyan .... !
cinge cinge xizêmokên navikan .... !
kewte kewte berûpaxilên berebat û qutifî .... !
ew qehbe lêv çi dibêjên
Ho .... ho .... ...........
dengbêjê te ji qirikê birîndar e
Ax sed hezar tifû li wê kêlîekê ; li wê demê
ku em li ser lem leme Gemî û pêlan , piste pist ,
û liv û civên karwanên ku ber bi rojava ve dibezîn
û kûre kûre deverê ...... ?
bi ser tenhatiya wê deem pêketinû ....
nav li me kirin
Penaber
lê eger tu hatî êdî
di kujikê şevê de
di wê rûbera şermezar de
min vewejêre kotekiya pêlekê
bi ser daweke nedestdayî de
û ... her tiştî
bi ser rûyê wê civteoxirê de
dernixwîn bike .... ?