MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Malperek bo Celadet Alî Bedirxan tê amadekirin

Hêdî-hêdî navdar, giregir û pelewanên kurd ên sax û mirî jî dibin xwedî malper û ew bi rêya teknolojiya nû bi kurdan û cîhanê tên nasîn.

Yek ji van xebatên hêja amadekirina malperekê ye bo zimannasê bêpayan û siwarê çeleng ê zimanê kurdî û ronakbîriya kurdî Celadet Alî Bedirxan.

Tevî ku malper hê di qonaxa xwe ya destpêkê de ye û kêmasiyên malperê pirr in jî, hê ji niha mirov dikare hêviyek xurt bispêre vê malperê ku ji alî birêz Zekî Özmen de tê amadekirin.

Di malperê de çendîn nivîsar li ser jiyana Celadet Bedirxan hene ku malperê - bi gotina xwe - bi destûra nivîskarên wan nivîsaran ew belav kirine. Herwiha hejmarek ji nivîsar û helbestên Bedirxan bi xwe jî di bin "Nivîsar" û "Helbest" de cî girtine. Ji bilî van, gotinin medya û çapemeniyê yên li ser Bedirxan jî di malperê de hatine bicîkirin.

Avakerê vê malperê bi xebatekê rabûye ku nirx û bihayê wê gewherên giyanî û durrên derûnî ne! Hêviya me ji wî ew e ku bikare malperê bi pergalek hê bedewtir û maqûltir rabixe.

Hûn dikarin xwe ji vir bigihînin malpera li ser Celadet Bedirxan: http://boti.piranho.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1