Sînemxan 1931’ê li Cizîrê hat cîhanê. Ew di zarotiya xwe de wek dayka xwe teşîrês bû û jiyana malbata wê tenê li ser firotina şal û şapikan dima. Lê ji ber rewşa welatî ya sext û giran wê û binemala xwe 1989’ê bajarê xwe hişt û çûn Îzmîrê. Û her ji hingê ve ew û xizmên xwe hemû ji welatê xwe bi yekcarî dûr ketin û peyamên wan jî bi yekcarî hatin bir’în. Îro jî min çi ageh ji wan nîne û cihê mixabinê ye ku bi vî awayî çanda me ya devkî winda dibe. Ez gelek babetên folklorî jê fêr bûm û baş bû ku min nivîsîn û parastin.
Hewa: beyat kurdî
Kurko dîno, hawar e sede hawar e
Min got îsal dinya xweş bûye, bihar e xweş bihar e
Û ez çi dila’ ser dilê xwe û te ra na hebînim, jiyan tarî û dijwar e
Hewa: Ecem
Lawiko delalê dilê mino, ew gundê ku xuya d’kê, gundê me ye
B’ nifûsê min hijmartî, 40 mal têda heye
Wextê rojê du cara’ te d’bînim, of of, of of, of of, of of, dibêjim: Dehol û zurna û kemençe l’ devê dergehê me ye
Lawiko delalê dilê mino, wextê ez te na bînim, dibêjim: Sala xela ye
Gundiyên me mişext bûne çûne binxetê, îro gundê me xirabe ye
De gidî lo lo, of of, of of, of of, of of, ez bi mêr im û hevîna te bê feyde ye
Hewa: Beyat kurdî
Keç:
Delalo ewrek li asmana’ çê dibê reşmomin e
Şeva nîvê şevê guhê nivînê hilde bikeve bin e
Ji Xudê pêve çi kes ni zanê ez û tu ne
Kur:
Delalê ava mesînî sêbarî gumegum li me cemidî
Gul û beybûn û rîhan li çiyayê jorî li me seridî
Bi ramûsana’ û bi destpaşila’ na bin gidî
Keç:
Delalo dila’ ne gre j’ koçera’
Dê ew bar kin herin ji van dera’
Ez û bejna te ya zirav, dê bimînin li şûna kul û kedera’
Kur:
Delalê dînê, te çavreşê ji kan’ya kila’
Te porsorê daket nav mila’
Piştî çavên te yên reş î belek, destê xwe dirêj na kim çi paşila’