Her gav li ser te dilxwîn im
Sorgul tu wî bilbil ez im
Ji bo te ez har û dîn im
Yaram tu wî bi dil ez im
Bi kud’ herî li dûv te me
Bi hesreta bejna te me
Ev çend sal e l’ benda te me
Rêyam tu wî rêwî ez im
Tu car bêy te debar nakim
Çare tune te terk nakim
Xwîna xwe bi ser te dakim
Ka’bam tu wî qurban ez im
Bêy te bihurîn salê min
Were bibîne halê min
Feda be mal û canê min
Warêm tu wî wêran ez im
Xeml û demsala biharan
Ji min qetandin neyaran
Bo te dikolim giyaran
Şîrîn tu wî Ferhad ez im
Te şax berdan tak rîhanê
Bêhna xwe daye cîhanê
Dîlbera Qesra Botanê
Zînê tu wî Mem jî ez im
Ji te dûr im tim xweser im
Dilbikul im bi keser im
Li ser Sîpanan digerim
Xec tu wî Siyabend ez im
Tu kulîlka serê leman
Goşt heliya hestî neman
Ji bo te pirr dixwim xeman
Hekîm tu wî birîn ez im
Sing û berên miftekirî
Wekî heyva perdekirî
Ji bo min bihêl vekirî
Bermal tu wî mêvan ez im
Bi qîrîn û bi awaz î
Dikim hawar dikim gazî
Dil ji te pêv kes naxwazî
Welat tu xwedan ez im