Çi dinyake bê feyde ye
Bê nîzam û bê qeyde ye
Çi xirabî be têde ye
Rindayî tê de nemaye
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Dinya fanî ye dibêjin
Aqil fikir tev dirêjin
Werin rastiyê bibêjin
Nabên çavên xwe dirêjin
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Go malê min go milkê min
Go dê û bav xal apê min
Jin û zarok law keçên min
Rokî nego welatê min
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Go axê min go begê min
Go şêx û melle mîrê min
Rokî nego çevreşê min
Bê çavreş nabe birê min
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Ez hêsîrên xwe dirêjim
Rêya heq Xanî dibêjim
Bibe zincîr qeyd kelepçe
Seva tu ne bî Helebçe
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Yê ku rizq dide xweda ye
Fasiqî bi dijmin re ye
Kurd şewitand daye ba ye
Riya rast ya evdala ye
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Heta engê em bindest bin
Çito hişyar û xwe nas bin
Ji zor û zilmê xilas bin
Tev qurbana çavê reş bin
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Em bûyerê qe nabînin
Bawer bike emê dîn in
Hem xizanin hem nezanin
Berxwedin azadiyê bibînin
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Ewanê nezanî havî
Wê fêmk in tavî û sahî
Qesem dikim bi xwedayî
Wê werin ser gotinê dawî
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê
Ew bav û yezdanê min e
Aqil fikir sewta min e
Ew hisreta dilê min e
Bêwar dê bimre nabîne
Hayê hayê dîsa hayê
Min tişt fêm nekir dinyayê