MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Dilbirîn Baran: Çima siyaseta hêzên Bakurê Kurdistanê xetimiye?
  • Hesen Polat: Mirov, civak û perwerde
  • Sedat Yurtdaş: Axiftinek li ser çîrokê
  • Lokman Polat: Ewraqên Letîfe-xanimê û tirsa kemalîstan
  • Fuad Sîpan: Kurdistan dê li leşkerên tirk bibe gorristan
  • Lokman Polat: Paytext Kerkûk
  • Hesen Polat: Seredanek li welat

  • EWRAQÊN LATÎFE XANIMÊ Û TIRSA KEMALÎSTAN
    Lokman Polat: [email protected]


    Latîfe Xanim jina Mustafa Kemal Ataturk ya fermî bû. Gelek jin, keç û xortên wî yên nefermî jî hebûne. Ew netenê bi jinan re herweha bi xortên ciwan re jî razaye û ji xortên ciwan hez kiriye û wan berdaye ser xwe. Jineka wî ya nefermî ku navî Fikrîye Xanim bû, di nav baxçê koşka serokkomarîyê de (ku ji wir re ”Çankaya” dibêjin ) xortekî ciwan li ser M. Kemal dibîne û ji bo ku zora wî diçe, întîxar dike, xwe dikuje.

    Latîfe Xanim bi fermî bi Mustafa Kemal Ataturk re zewicîbû. Lê ji bo ku wê dîtiye ku M. Kemal mirovekî ”Gey – Homoseksuel” e, wê xwe jê daye berdan. Latîfe Xanim dema miriye li pey xwe gelek ewraq hêştiye. Di nav wan ewraqan de romaneke nîvco, name û rojenivîs – nivîsên rojane hene. Wê di nivîsên xwe de behsa jiyana taybetî ya M. kemal, xuy û exlaqê wî yê qûndeyîyê kiriye û gelek tiştên din di derbarê wî de behs kiriye, nivîsiye.

    Dema Latife Xanim dimre, dewleta kemalîst nahêle ku arşîva wê bê vekirin û ewraqên wê bêne xwendin. Dewlet biryar digre ku van ewraqan di kasa bankê de helîne, dizî bihêle û hetanî 25 salan kesek nikaribe vebike.

    25 sal derbas bû û vekirina ewraqên Latîfe Xanimê hate rojevê. Tirs û xof bi kemalîstan ket, ew tirsiyan ku ewraq bêne vekirin dê bi riya masmediayê raya giştî pê bihese bê M. Kemal çi mirovekî pîs û bêqereqter bûye. Kemalîstan û di serî de jî Emîn Çolaşanê kemalîst û nîjadperest welwele derxist ku dê kesên dijê M. Kemal ewraqan li hemberê wî bi kar bînin û loma jî divê ewraq neyên vekirin, dizî bimînin. Wî bangê dewletê û saziyên kemalîst kir ku pêşî li vekirina ewraqan bê girtin û ew nehêlin ku ewraq bêne vekirin.

    Saziya dîrokê ya tirk biryar girt ku ewraqên Latîfe Xanimê dizî bimîne, venebe û kesek nexwîne. Yanî pîsîtiyên M. Kemal hetanî 25 salên din jî berşêdayî bimîne.

    M. Kemal netenê araqxwir û homeseksuel bû, herweha ew mirovekî xêfik bû. Wî navan tevlîhev dikir, ji Latîfe re Fikrîye û ji Fikrîye re Latîfe digot. Ji ber vê xêfikiya wî bû ku dîtinênên wî, anku fikr û ramanên wî jî tevlîhev bû, hevûdu nedigirt. Ew di hêla fikrî de yekî bêîstîqrar û du rû bû. Kesayetiya wî pênc pere nedikir. Jina wî Latîfe Xanim di nivîsên xwe yên rojane de behsa kesayetiya wî ya nebaş dike û lewre jî Kemalîst naxwazin ewraqên Latîfe Xanimê ji raya giştî re bê eşkerekirin.

    Ma dê rastî heta kîngê bê berşêdanê? Helbet dê roj bê peykerên M. Kemal yên ji betonan bêne hilweşandin û hemû pîsîtiyên kesayetiya wî li ber çavan bêne raxistin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1