MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Dilbirîn Baran: Çima siyaseta hêzên Bakurê Kurdistanê xetimiye?
  • Hesen Polat: Mirov, civak û perwerde
  • Sedat Yurtdaş: Axiftinek li ser çîrokê
  • Lokman Polat: Ewraqên Letîfe-xanimê û tirsa kemalîstan
  • Fuad Sîpan: Kurdistan dê li leşkerên tirk bibe gorristan
  • Lokman Polat: Paytext Kerkûk
  • Hesen Polat: Seredanek li welat

  • Mirov, Civak û Perwerde
    Hesen Polat: [email protected]


    Em dizanin ku însan mexlûqekê civakîye û bê civak nikare bijî, an jî jîyanek bê civakî ji bona wî kemasiyek mezine. Çima wusaye, an jî wusa nine, em muneqeşa wê cîh bihêlînin û bûyîna însên bînin ber çavan.

    Dema mirov dîya xwe dibe, bi halekê neçar û pêrîşan tê serê erdê. Kes xwedî dernekeve di demekê kin de jîyana xwe dide. Xwedî derketinek kin jî têra wî nake û bi salan hewcîya alîkariyê dike. Wexta em bûyîn û mezinbûna mexluqên serê erdê binêrin, aşîkare ku piranîya wan di navbera çend mehan, hinekên wan jî di navbera yek-du salan de bê alîkarîya dê û bavên xwe dikarin bi serê xwe bijin. Lê însan wer nine, salek derbaz dibe hîna dest bi axiftinê/qisedanê û rêvaçûnê dike. Gor hinek perwerdîyan zorok heyan 5 salan, gor hinekan jî heyan 7 salan ne bi tenê maddî, hîsî/hestî jî girêdayîyên mezinên xwe ne. Di sala heftan de dest pê dikin ku hêdî hêdî bi serên xwe hinek tiştan raman bikin. Va pêvajoya jî wer di carekî de dernakeve holê û demek dirêj dikudîne. 13-14 salî de çexsîyeta wan xwe aşîkar dike û hêdî hêdî zaroktîyê derdikevin. Hinek civak kesên ku 16 salî, piranîya cîvakên herdem jî kesên18 salî çarçoveya huqûqê de mesûl dibînin. Hemû va tesbîtana jî nîşan didin ku mirov mexluqekê civakîye û bê civak jîyantin ji bona mirovan kemasîyek giring e.

    Rast e, mirov mexlûqekê civake. Lê civak çî ye? Pir caran civak yekûna mirovên wê civakê pêk tînin bên dîtinê jî dîtinek wusa kêmasîye. Civak zêdetirê yekûna mirovên wê civakê ne. Dema mirov ser vê pirsgireka bisekine û raman bike dibîne ku hesawek metematîkî, hûn vanî re dikarin dîtinek materyalist ji bibêjin, ji bona însanan û civakan her warî de muteber nine. Ji vî warî de herî mînaka/mîsala hêsan ewe ku mirov tu kesekê heyan ruh di tê de hebe nikare nîvçe bihesibîne û hemû maf û huqûqên wî yên mirovî mîna hemû mirovên dinin. Mirov dikare pir tiştên din re bibêje yek û nîv. Li ji bona însan yek û nîv nayê gotinê. Mirovekê bê qor û bê pîl jî mîna mirovekê nekûd/neseqet e. Dema di malbatek/aîlek de zarokekê sax û yekê seqet/kûd hebin tu kes nikare bibêje ku ew malbata xwedî zarokek û niv e. Di vî warî de mirov dikane hîna pir mînakên din jî bide, lê ne hewcî ye.

    Zarok dema dîya xwe dibe tenê ji bona şîr û binî guhertinê hewcîya dîya xwe nake, di alîyê psîkolojîk/derûnî de jî xwedî hewcîyek mezine. Dergûşên çend rojî dema alîyê jinek din de bixweze bê mêjandinê mumkîne ku pêsîra wê jina bîyanî/xerîw nemêje. Va mînaka jî nîşan dide ku dergûşek gor me mezinan hîna hajîya xwe ji dunê tune, bi rastî hajîya xwe hinek tiştan, belkê jî pir tiştan heye. Bi bîhnê, an jî şiklekî din dergûş dîya xwe nas dike û jê re girêdayîye. Va girêdayîya ne tenê girêdayîyek maddîye, girêdayîyek manevî/psîkolojîk e jî. Tekilîya dê û zarok serî de pir qeyîme. Mehan şuve zarok hêdî hêdî nêzikî mirovên din yên di malbatê de ne re jî pêvendîyan pêda dike. Va kesana pir caran bav, bira û xweng bin jî malbatên kurdan ku mezinin pir caran dapîr, bapîr û hwd. jî dikarin bên hesiwandinê.

    Zarok hajî xwe dibe nabe mîna kasetekê vîdeoyê her tiştên der û dora wî de kar tên digire. Hêdî hêdî gor pêştve çûyîna xwe ew tiştên dibîne û dibihîse teqlid dike. Bi vê teqlîdê zarok hinî jîyanê dibe, bi rastî herî pêşt de hinî jîyana malbata xwe.

    Di salên pêşî de der û dora zarok gor tekîlîyên wî û malbata wî fere dibe û pêvendîya wî hêdî hêdî mirovên din re jî çê dibe. Feqet dîsa jî rabûn û rûniştina kesên di malbatê de dijîn ji bona zarok dîyare/feal e. Çimkî pêşt de dê û bav, dû re jî kesên li malbatê de dijin çav zarok de herî mirovên desthilat/muqtedîr û qencin. Zarok kirinên kesên di malbatê de xwe re dike mînak û dixweze eynî mîna wan hal û hereketan bike. Loma perwederker pir qîmetek mezin didin vê teqlîtkirina zarokên piçûk û dibêjin di salên pêşî de hinkirina agahdarîyên devkî bi şiklekî aktif nehewcîye. Xwe her tiştên li malbatê de di ber çavên zarok de tên karanîn di alîyên zarok de tên girtin û bi şiklekê li dunyaya wî ya derûnî de tê muhefeze kirinê. Va tiştên di alîyê zarok de bê zor bi teqlîdkirinê hatîne girtinê bi torekê/şiklekê di şikilgirtina şexsîyeta zarok de tesirek/bandorek mezin nîşan didin û dibin bingehîya paşeroja wî.

    Zarok di sala 6 de an jî 7 de êdî ji bona hinbûna agahdarîyên bi devkî amadey e. Ew tiştên zarok heyan va salana bi xwe di dunyaya xwe yê derûnî de muhefeze kirîye ji bona perwerdeyîya wî zemîne. Zarok di va salana de teqlîd kirinê hedî hedî cîh diêlîne û dest pê dike zêdetir agahdarîyên devkî an jî nivisarî digire. Di salên 11 û 12 de dest pê dike tiştên hin bûye carek din gor xwe ber çavan re derbaz dike û dîsa gor xwe wan tasnif dike.

    Tev destpêkirina dibistanê/mektebê mirovên nû dikevin dunya zarok û bandora kesên malbatê hedî hedî kêm dibim û bandora mamoste û hevalên zarok zêde dibin. Di va salana de mamoste ji bona zarokan mirovê heri zanahîye. Zarok dixwezin bixwînin û bibin mamoste. Li vir de pirsgirêkek girîng yên zarokên me kurdan bi şiklekî aşîkar derdikeve holê. Mamoste di alîyekê de ji bona zarok mirovekê herî zanahî di alîyên din de jî mirovekê bîyanîye. Cîhekê wek Kurdistana bakûr ku perwerdeyî alîyê dewleta Tirk mîna propaxande kirina îdolojîya Kemalist û înkarkirina kurdîtîyê tê pêkhanînê tesîrek pir negatif li ser şexsîyeta zarokên kurdan de dike û wan pir caran dike mirovek du şexsîyet/du rû (sterotyp). Zarok di alîyekê de di malbata xwe de kurditîyê, di alîyê din de jî di dibistan û cîhê dinên resmî de tirkîtîyê hin dibin. Her çiqas bixwezin va herdu tiştan hev bînin jî înkarkirina kurdîtîyê ji alîyên propaxanda resmî/fermî ya dewleta tirk ferqa navbera kurdbûn û tirkbûnê her dem bibîlên van zarokên kurdan re tîne. Herçiqas hinek zarok hedî hêdî di dunyaya xwe yê derûnî de vê nakokîyê bi şeklekî çareser bikin jî, hinek jî nikarin bigîhên çareserkirinekê. Bêçaresertîyek di vê warî de dibe tengasîyek mezin ji bona peştvexistina şexsîyetek serbixwe. Dema şexsîyetek serbixwe jî nebû ew mirov mîna mayînekê serserî ji bona însanîyetê herdemî dikare biteqe û ji bona civakê bibe sedema pir tiştên nebaş.

    Dema dewlet û sazî jî bê pîvan bûn û xwestin ji bona menfeetên xwe yên gemar îşan/karan bikin va mirovên durû ji bona kirina karên wanê gemar kesên herî başin. Dema bên lêkolînê mirov dikare bê zehmet tesbît bike ku di şerên gemar de pir caran kurdên vê perwerdeyîya şaş de derbaz bûne hatine bi kar hanîn. Mirovên xwedî nîyetek gemar nebin dikarin pir rehet pê bihesin ku kîjan milletî dibe bira bibe kesên du şexsîyet/durû xêrê zêdetir zerar dane însanîyetê. Loma Qurana pîroz munafiqan/durûyan herî însanên xirab dihesibîne û zerara wan pir caran tîne zimên.

    Zarok bi tev aqil û balîx bûnê salên zaroktîyê cîh diêlînin û dikevin salên ciwanî. Di salên ciwanî de va mirovên ciwan xwedî enerjîyek mezinin û dixwezin ku îdeala xwe bînin cîh û nav civakê de belav bikin. Salên civakî pir caran navbera 14-21 salan de tê hesiwandinê. Di va salana de ferqa navbera cînsîyeta mê û mêr hêrî zêde aşîkar dibe. Şexsîyet digîhê taxek/sevîyek nû. His, xwestin û ramanên keç û xortên di va salana de wan di nav ciwakê de li tev realîteyên jîyanê tîne hember hev.

    Mirov bi alîyê civaka xwe jê dihesibîne pir tiştan digire û wan bi şiklekî dike parçekî şexsîyeta xwe, lê alîyên din de jî dixweze ku tiştên kêfa wî jê re nayê û naxweze bigire biguherîne. Mirov ji civakê pir tiştan digire û hinek tiştan jî dide civakê. Kesên ku tenê digirin û qet tiştekî nadin civakê ne xwedî jîyanek serbixwe û zindî ne. Loma tê gotinê ku „Tenê masîyên mirî tev şîpê terin.“ Feqet va nayê gotinê ku her hember derketin tê mana jîyana serbixwe. Herî şertê girîngî jîyana serbixwe îstiqrar e. Jîyanek wusa xwedî pîvane û gor pîvanê hereket dike, herçiqas pîvana wî mutleq rast nebe jî. Bi xwe tu kes nikare îddia bike ku ew be xeta ye. Loma mezinên me dibijin ku „Tenê Xwedê bê xeta ye“.

    Em pir caran dixwezin mirov bê xeta bin û heyan dest me tê zarokên xwe hinek tiştan dûr digirin. Raste, wezîfa her dê û bavê ye ku zarokên xwe biparêzin. Lê hinek tişt hene ku parçekê jîyanêne. Zû û dereng ew tiştana tên pêşîya mirov. Dema zarok bi şiklekî aşirî hatin paraztinê bê tecrûbe dimînin û dû re jî pir kêmasî û şaşitîyan dikin. Ger em xetan ne, xetayên bi poşmanîyê nayên serrastkirin bitirsin. Jîyan bê xeta nabe û her xetak mirov dike xwedî tecrûbe. Loma tê gotinê ku „Musîbetek hezar nesîhetan baştir e.“

    Civak ji bona kirinên mirov zemîne. Zemîn çiqas qeyîm bû kirinên mirov jî weqas baş û jîyana wî jî weqas serfîraz dibe. Jîyanek serfîraz jî zemîna bin lingên xwe zêdetir qeyîm dike. Perwerdeyî va tekîlîya navbera mirov û cîvakê bi xwe ye.

    Hesen Polat, 27 ê Tebaxê 2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1