MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Dilbirîn Baran: Çima siyaseta hêzên Bakurê Kurdistanê xetimiye?
  • Hesen Polat: Mirov, civak û perwerde
  • Sedat Yurtdaş: Axiftinek li ser çîrokê
  • Lokman Polat: Ewraqên Letîfe-xanimê û tirsa kemalîstan
  • Fuad Sîpan: Kurdistan dê li leşkerên tirk bibe gorristan
  • Lokman Polat: Paytext Kerkûk
  • Hesen Polat: Seredanek li welat

  • Seredanek li Welat
    Hasan Polat: [email protected]


    Gundekî çi xweş û şîrin e, yê ku ez tê de hatim e dinê û min zarokatiya xwe tê de derbaz kir! Heyan demekî dirêj min wer dizaniya bû ku bi rastî tenê gundê min aqas xweş û şîrin e. Li pişt derketina mina ji gûnd pê hesiyam ku ji herkesî re cîhê wî yê zarokatiyê qasî gundê min xweş û şîrin e.

    Di vê warî de min hinekî din raman kir û dîsan pê hesiyam ku xweş bûn û nexweş bûna cîhekî ne tenê girêdayî coxrafiya li wêderê ye, bûyer û bîraniyên mirov jî di vê warî de rolekî girîng dilîzin.

    Dema ku ez rewşa me kurdan dinirim, dibînim ku me bi şiklekî pişta xwe daye rojhilatê û berê xwe daye rojavayê. Rewşa min jî wusa ye. Herçî sal derbaz bûn ez ji gundê xwe dûrketim û di aliyê rojavayê de min cîhe xwe guhert. Hêdî hêdî çûm dûrî welat. Lê va dûrketina min ne dûrketinek hêsanî, bi teybetî dûrketinek coxrafî bû û hîna jî wusa ye. Ez dikanim bibêjim ku li ziddî dûrketina coxrafî, neziktiyek hêsanî di min de pêda bû. Her çiqas sal derbaz bûn nêziktiya hêsanî jî weqas zêde bû. Hinek vanî girêdayî kokimtiya min bidin jî, ez di wê fikrî de ninim. Gor min ez hîna civanim û salên min jî zêde ninin, herçiqas 40 sal umrek kin nebe jî.

    Dûrketina min û gundê şîrin di pêşt de bi heftan, dû re jî bi mehan bû. Dem hat sal ketin navbera me. Bi coxrafî jî pêşt de gund, dû re bajar, roj hat welat ketin di navbera me. Çûyîn hebû, lê ger hatin jî hebûna. Derketina mina gund bû daîmi, lê hatina min bû nîvanî. Pişt durketinek heşt sal û nîvê gir û gerî min berê xwe da welat.

    Di 19ê Gulana 2004an de li Elmanya yê di bajarê Stuttgartê em siyarî teyarê bûn. Perên me tunebûn, li em firdidan. Li ezmanan di ser ewrên mîna pemboyê vejandî de me berê xwe da bû rojhelatê. Ne çiyayên bilindê bi berf, ne jî behrên kûrê bê binî dikaniyan rê û dirban me bigirin. Mîna bazên pervekirî çal û kort, çiya û deşt li bin me de bûwûn yêk. Lê dîsan jî em teyrên bê per ji tirs û xofan azade nebûn. Li ser erda bin lingên însanan rêxiytî mirov xwe qeyîmtir hês dike. Ba danîna teyarê rehetîk/asanek dikeve dilê mirovan.

    Balafirgeha Stenbolê gellek mezin û nûjen/modern bûye. Em di gomrîgê de derbaz dibin, lê balafirgehê terk nakin. Çend seetan şuva ger dîsa em hewa bikevin. Îcar berê me Amed / Diyarbekirê ye, bajarê derd û kulan, peytexta welatê bê dewlet.

    Pêş avaya rojê teyara me ra bû. Stenbola bi nav û deng di bin lingê me de bû. Di alîkî de behra hêşin, di aliyê din de bajarê Stenbolê xwe hevûdin pêça bûn. Di nav bînayên gir û gerî de minareyan hebûna mizgeftan diyar dikir. Minare û mizgeft destda bala kesên ku li ewrûpayê dijîn dikşînin, çimkî li welatên ewrûpî de ewna pir kêm in.

    Gava em gihîştin Diyarbekirê şev tarî bû. Roniya lambayên cadde û ziqaqan hatina me diyar dikir. Teyara me di ser bajêr de çiv da û danî. Lê nesekinî, rêyek dirêj erdê re çû. Wexta min sedema wî pirs kir, gotin ku Diyarbekirê balafirgeh aidî eskeriyê ye. Teyareyên sivîl li pîsta eskeriyê datînin, lê heyan mintiqa wan terk nekin rêwiyên xwe danaynin.

    Em hatin ber bînayekî biçûk, ku li ser „Diyarbakir Hava Alani“ dinivisiya. Me bi lingan sinorên eskeriyê yên bi têlên bi sinc hatiye kişandinê derbaz kir û ketin bînayê.

    Hinekê şuva bavolên me hatin. Salon piçûk, banta bavol li ser bûn kin, mirov jî bê sebir bûn. Dikirin ku ser pişta hev re galmî bavolên xwe bikin, bigirin û derbikevin der. Dawiyê re me jî bavolên xwe girtin û derketin der.

    Birayê min li bervû me hatî bû. Dema cara dawiyê em ji hev qetiya bûn ew xwendevanê zanîngehê û ezew bû. Lê wî zanîngeh qedandiye, zewicyaye û bavê du zarokên mîna kewên gozel e. Wexta (Gava) ku nehatina li serê min û yekî ji min re bigotana ku „du biran aqas sal hevûdin nedîtine minê baweriya xwe li vê gotinê nekirana. Hîna pir tişt yên me ecîp didîtin hatin serê me, an jî me pir tiştên ecêb didîtin bi xwe kir.

    Em siyarê erebê bûn, nav cadeyên qilêr û gemar de me berê xwe da mala birayê min. Xarin û vexarin, xeber û qisedan, xweşbêj, şev dereng bû. Roja li bajarekî Elmanya yê dest pê kirî bû di hemêza Diyarbekirê de qediya.

    Gotina dapîra mina rehmetî hat bîra min ku roja me salix dida. Dema kes riyek dûr bihatana tim digot: „Însan teyrê bê per e“!

    Ez berê du caran çûbûm Diyarbekirê, va hatina mina sisiyan bû. Çar rojan li wir mam, roja pêncan min û keça xwe berî da Çewlikê/Bîngolê.

    Çar roj pir zû derbaz bûn. Hinekî di nav bajêr de geriyam, derketim ser sûrên bê xwedî û hilşayî. Ketim nav kolanan, însan û bajar temaşe kir. Tiştê ku bala min kişand ew bû ku di navbera du deqan de mirov dikane du dinyayên ferqmezin bibîne. Di aliyeki de dewlemendî, di aliyê din de neçartî û xizantî. Helbesta Ehmed Arîf hat bîra min. Dibêje ku:

     
    Raman ke, lingikê me di demên çiyûna ezman de,
    Yêk di çarixên xam û goreyên mûyîn de be jî
    Ramanke, îhtimal, fîzîga atomê
    Û evîna bê emana em kirine em,
    Herdû dem havitine kêlekê
    Ji bona zarok û gulên siwe
    Ji bo mû û şanikên hinarikên her yekî
    Çalim a xwe havitiye Resta xwe dîtiye. Herê dila min, Tu wayne dawiya wî.

    Diyarbekir û Bîngol pir hevûdin dûr nebin jî bi otobîsê çar seetan rê dikşîne. Çiyayên mezin û bilind xwe dane ber hev. Em ger ser va çiyana re derbaz bibin. Cara yekeme ku ez vê rê de terim. Eskerên tirk sê caran em dan sikandinê. Kes nikane bipirse, ma hûn çi me dixwezin?

    Wexta me xwe di jor de berda Dara Hênê (Gêncê) devdevê êvarê bû. Cara yekeme ku ez Dara Hêne dibînim. Navê wî min tev serhildana Şêx Seid bihistî bû. Şêx Seid hat bîra min.

    Sê şevan li Bîngolê mam. Dawiya meha gulanê bû. Serê hemû çiyayên Bîngolê bi berfê hatibûn xemilandinê. Hîna rêçên erdlerzandina sala berê dahatin dîtinê. Gelek bînayên balkiş û modern hatibûn çêkirinê. Piraniya wan hîna vala bûn. Dewletê va bînana dabûn çêkirinê û difirot balbatên di erdlerzandinê de malên xwe hilşiya bûn. Kilama li ser Bîngolê hatibû gotinê hat bîra min.

    Bîngol şewtî mij dûman e,
    Megrî megrî, dayê megrî.
    Esker ketin nav malane,
    megrî megrî, dayê megrî.
     
    Nizanim, yê şewtî Bîngol bû, an jî kezewa me bû? Me mirovên xwe yên Bîngolê xatir xwest û berê xwe da Depê (Karakoçan). Depe ji Bîngalê 50, ji Xarpitê jî 100 km. dûrbe jî girêdayiyê Xarpitê ye. Depî xwe pir xarpitî nahesibînin, xarpitî jî depiyan pir hez nakin. Li vî warî de siyaseta qirêc rolekî pir mezin dilîhîze. Ma keko dema em hevûdin heznekin kî me hez bike?

    Riya navbera Bîngol û Depê dihat ferekirinê. Loma kepçe û boldizeran çiya diqelişandin, baxirên gir û gerî parçe dikirin. Kaniya Yado jî nesîbê xwe jê girtî bû. Ew girêyê kaniya Yado pişta xwe dawûyê hatibû qelişandinê. Em tî nebûn, lê dîsan jî bê tamkirina wê ava delal derbazbûnê re dilê me razî nebû.

    Kanî zûva ne mîna Yado cihîştiye bû. Li der û dora kaniyê de bêguman pir guhertin hatibûn kirinê, lê guhertina heri mezin û dijwar gor min guhertina navê kaniyê ye. Di sala 1981 de cûntaya tirk bi betonê kanî hilanî û navê wê bi betonê “100. yil çeşmesî = kaniya sala sedemin” lê kir. Bi zordestiyê ne tenê însan, dar û ber, çem û kanî jî dikirin tirk. Ji xwe pêşt de navên hemû gundên kurdan jî hatibûn guhertinê. Herî guhertina mezin, guhertina mêjo û dil e. Hela em binêrin, kurd wî guhertinê di dil û mêjoyên xwe de qebûl dikin yan na?

    Riya di navbera Bîngol û Depê çiv bi çiv e. Di pêşt de çiyayê Qirûcê xwe me nîşan dide. Dema em digêhên serê girê gundê Sarican Depê me re dest wedişand, an jî min wer hês kir. Îsal sal dereng keti bû, Deşta Oxî yê hîna bi germa havînê neqijilya bû. Der û ber hîna hêşin bûn. Hunermend Zinar Sozdar di strana xwe de germa oxiyê wusa tîne zimên:

    Erdê Depê erd ki dûze
    Tava havinê qîje qîje
    Hêkê daynin hêk dipêje
    

    Bajar gor min pir nehatibû guhertinê, bînayên mezin çêbûne, weqas. Çûm dûkana pismamê xwe. Kesên ku bi salanin me hevûdin nedîtiye li wan deran bûn. Dêma/nexwe welat dûr newiye, ez welat dûrketime. Herçiqas Depe di çavên min de pir nehatiye guhertinê jî min xwe mîna biyanî/xerîw hês kir. Salên derbazbûn em guhertine. Guhertin beşekê jiyanêye, mirov nikane bê guhertin bijî. Loma ger mirov bê guhertinê. Feqet ûsil û edetên guhertinê jî hene. Ger guhertin bê bingehî nebe. Guhertina bê bingehî mirovan ji mirovtiyê derdixîne.

    Her mirov xwedî şexsiyêt û bingehiyêkê ye. Bingehî mîna temela xaniyê ye. Wexta temela xaniyê qeyîm nebû, yan jî hat guhertinê xanî hildişe. Dema mirovekê bingehiya xwe guhert şexsiyeta wî jî tê guhertinê. Şexsiyet nasnameya mirov e. Şexsiyet wer di carekî de dernakeve holê û xwedî pêvajojek dirêj e. Loma guhertinên tesîrî şexsiyêti dikin guhertinên demdirêjin û guhertinên wusa yên bingehîne. 8-9 sal gor min ji bona guhertinên bingehî demek pir kin e, hela ji bona guhertina civakekê qet dirêj nine. Guhartinên ku min li bajarê Depê muşahade/temaşe kir ne guhertinê pir bingehî bûn.

    Wexta ba mirovekê di navbera çend salan de guhertinên bingehî bên dîtinê, tê gotinê ku heyan nûha va kesa bi rastî ne mîna hatiye dîtinê bû ye. Ji xwe kesên ku zû zû tevgera xwe diguherînin, gor der û dora xwe şikil digirin. Va jî tê gotinê ku kesên wusa ne xwedî bingehiyek qeyîmin, ewna mîna pûşên ser avê ne, an jî ber bahozê.

    Min li Depê di demekî kin de pir kes dît. Di demekê kin de pir kes dîtin firsendê nade xweşbêjê/sohbetê. Loma li pir kêm kesan re xweşbêja min bû. Bahara paşin, dawiya meha gulanê bû. Wexta zaroktiya min, dawiya meha gulanê germ dibû û hêşinatî ber zeriyê diçû. Çek min pêşt de jî got, îsal ne wusa bû û sal dereng keti bû. Serên çiyayên bilind hîna bi berfa sipî xemilandî bûn. Çiyayên li aliyên Dêrsimê di bin tirîca tavê de dibirîqiyan. Silbûs û Star mîna du pûkên xêlî sipî bejna xwe nîşan didan. Silbûs û Star ji gunde me mîna du çiyayên pir nîzikên hev tên xuyakirin. Gora gotinên kesên li wî alî rêwîtî kirine, herdu çiya hev gelekî dûr in.

    Mîna hemû kurdistaniyan malbeta me jî belav bûye. Min hemû kes serhev nedît. Lê dîsan jî kesên ku bi salanên me hevudin nedîtiye dit. Bira, bûk, birazî, ap, amoj, dotmam, pismam, met, zava, xarzî, gundî û cîranên der û dorê û hwd.

    Li ba me wexta ku kesek ji xeribiyê hat hemu gundî tên serdana wî û jê re dibêjin “tu xêr hatî!” yan jî “hûn xêr hatine!” hember wî jî gava mirov cardin derket xeribiyê mal mal digere û xatir dixweze. Va edeta herçiqas mîna berê nebe jî hîn didome. Li gundê me ji her malbatê li xeribiyê mirov hene û hêjmara gundiyên dervayî gund yên li gund dijîn pir zêdetir in.

    Hinek rîsipiyên gund çûbûn heqiya xwe, Xwedê rehma xwe li wan bike. Heyan dest me hat me xwest ku hemû kesên li gundên bibînin. Hinek hatin serlêdana me û em jî çûn serlêdana hinekan. Yanê hinek bûn mîvanên me û em jî bûn mivanên hinekan.

    Piraniya cîwanan yên ku firsend dîtine gund terk kirine. Kal û pîr, jin û zarok mane di gund de. Bê guman ku sedemên çûyînê hene. Em naxwezin li vir va sedemana rêz bikin. Lê divê kimasiyek me kurdan li vir bê zimîn. Kêmasiya me ewe ku em pir caran qedr û qîmeta tiştên xwe nizanin. Heyan em hajî wan dibin jî edî pir dereng e. Kalik û pîrikên me ji bona jiyanek ser axa xwe pir zehmet kişandin dîsan jî welatê xwe cîh nehiştin. Lê em zarokên wan ser axa kalik û pîrekên xwe mîna koçeran dijin û hesawê derketina welat dikin. Bê guman sedema vê bûyerê jî cure curin. Li gor min sedema herî girîng ewe ku em neslê dawiyê pir di bin bondora perwerdeya dibistan û rêxistinên tirkan de man û me tiştên ku yên bav û kalên me qîmet didanê û pîroz dihesibandin bê qîmet dit û pîroztiya wan ba xwe herimand. Bi rastî em bi xwe herimiyan.

    Belê raste zordestan bi zilm û zordestiyên xwe kirin ku jiyana li welat timî me biherimînin û herimandin jî. Lê ger bersiva me rev nebûna. Reva tiştên ku kalik û pîrikên me qedr û qîmet didanê em bê hiş kirin. Netîca vê be hişyê jî reva welat bi xwe re hanî. Em wer dizanin ku terk kirina welat dibe çareseriya hemû pirsgirekên me. Hemû îmkanên xwe rê dikin û berê xwe didin xeribiyê. Wexta zehmetên xeribiyê dihesên jî êdî rûyê me nagire ku vegerin welat. Çimkî me hemû pireyên li paş xwe hilşandine û keştiyên/gemiyên xwe şewitandine.

    Em dîsan vegerin serlêdana gund. Ne em mirov mîna berê mane ne jî gund. Xaniyên kemd hilşiyane û bûne pag. Di cîhê hinekan de nûhuve xanî hatine çêkirinê. Gund xwe daye jor. Dibistan ketiye li nava gund. Bi pereyên pir zor û zehmet hatine qezenckirinê bîneyên 2 qat, 3 qat hatine çêkirinê. Gund bi bîneyên modern hatine xemilandinê, lê ez çi bikim, kes tê de tunin. Şênatiya gund ne mîna berê ye. Şênatî di kaniyan de jî nemayê. Hemû malbatan bi lûlan av girtine hundirên malan û hewcî nake ku werin kaniyê avê biwin.

    Kanî berê şênatiya gund, cîhê xoşbêj û agahdariya jinên gund bû. Dîtin û bîhistinên bûyeran li ser kaniyê dihatin gotinê û belavî gund dibûn. Evîndaran di riya kaniyê de bejna berdilkên xwe temaşe dikirin û diketin nav xem û xeyalan.

    Hinek guhertinên baş bûn sedema hinek guhertinên nebaş, hinek guhertinên nebaş jî bûn sedema hinek guhertinên baş.

    Rojên me yên li gund bijartî bûn, ger em dîsan biketana rê. Me zuva bendê xwe qetandibû û pişta xwe li xeribiyê re girê dabû. Zav û zêç, mal û melal ser axa xeribiyê hatibû avakirinê. Serê sibê mal mal geriyam û xatir xwest. Xatir xwestina me li Depê jî berdewam kir. Li pêşiya me Xarpit hebû. Me ger li wir jî nas û dostên xwe bidiyana û xatir jê bixwestana. Êvarê em derketin bajarê kemd Xarpitê. Gava mirov li wir bajarê nû ku nav “Elezîz” e dinêrî zen dike ku bi teyarê hewa ketiye û bajêr dinêrî. Di aliyê coxrafîk de Elezîz û Stuttgart hinekî mîna hevin. Wext mîna biruskê dibuhiriya. Şev çer derbaz bû nizanim, serê sibê berê me dîsa li aliyê rojava bû. Di hesawê me de şevkî li Meletî yê mayîn jî hebû.

    Wext tunebû ku hinekê bajarê Meletî yê bigerim. Di banga/şevaqa sibê de teyara me li Meletiyê ra dibû. Meta min dixwest ku îlla ziyafetekê bide me. Em birin “Park a mişmişan”. Meletî wek bajarê mişmişan tê naskirinê. Li parkê de bilindbûna muzîka kurdî diyar dikir ku “hûn hîna di erdê Kurdîstanê dane!”

    Di serê sibê de teyrên pê per li hewa re welatê kurdan, welatê kul û keseran dûr diketin. Dema teyera me li Stembolê danî hîn rabûna teyara me ya din re çar seet hebûn. Apê min û hevalên hêja em tenê nehiştin û girtin birin bajêr. Xoşbêja me ya bin siya darên mizgefta Siltan Ehmedê nayê bîrkirinê. Danê êvarê dema me li Stuttgartê pêlî erdê kir 20 rojên li welat mîna xemd di dilê me de xwe cîh kiribû.

    Mîna çîrokvanên me em jî bibêjin: “Çîroka me çû diyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran!”

    31.12.05, Stuttgart, Hesen Polat

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1