MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Dilbirîn Baran: Çima siyaseta hêzên Bakurê Kurdistanê xetimiye?
  • Hesen Polat: Mirov, civak û perwerde
  • Sedat Yurtdaş: Axiftinek li ser çîrokê
  • Lokman Polat: Ewraqên Letîfe-xanimê û tirsa kemalîstan
  • Fuad Sîpan: Kurdistan dê li leşkerên tirk bibe gorristan
  • Lokman Polat: Paytext Kerkûk
  • Hesen Polat: Seredanek li welat

  • Çîrok
    Sedat Yurtdaş


    Birêz Carlbom, Kulakova, Erden, Karabulut, Baydemir;

    Hemû beşdar û mêvanên birêz,

    Di civînek welê bijarte de axaftin, ji bo min rûmetyariyek mezin e.

    Di pêy gelek salên dirêj ê qedexekirî re; bi zimanê xwe axaftin, tevlêbûn, çand û hûner çêkirin; bi zimanê xwe çîrok nivisandin, xwendin û pahrve kirin serbilindiyek e.

    Lewra li ser navê Nivîskarên Kurd, mîna nivîskarekî vî erdnîgariya ku careke din enînivîsa xwe kêm-zêde girtiye destê xwe, ji we tevan re dibêjim;

    “Hûn bixêr hatin! Ser seran û ser çavan!”

    Îro roja “Çîrok Xwendinê ya Dinyayê” ye û li Amadê tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê, ji bo me hîn zêdetir rojek giranbûha ye. Ez kesên ku ji bo çêbûna/afirandina vê rojê wexta xwe daye, keda xwe kiriye -dizanim herî zêde Birêz Özcan Karabulut keda xwe daye - ji wan tevan re sipasiyên xwe pêşkeş dikim.

    Ev sala sisêya ye ku em bi pêşengiya rêvebire “Wêjenasên Tirkiyê” Birêz Muharrem ERBEY re vê rojê li gorî derfetên xwe, bi tevlêbûnên mutevazi pîroz dikin. Bawer dikim ji îro, ji îsal şûnde wê bibe kevneşopiyek hîn girîngtir. Lewra ev roj, bi bahweriya min, ji pêwîstiya pênûsê, ji xweşikiya wêje yê, ji nava dilên nivîskaran, ji nava dilê nivîsê derketiye û çavkahniya xwe jî, ji jiyanê bi xwe digire.

    Belê, çîrok bûyereke, haleke, gaveke, bêhneke, qahreke, xweşikahiyeke, kurahiyeke, bîranîneke, nerîneke, hesteke, qeteke; emreke. Lewra Sait Faik gotiye; “Ji hezkirina însanekî/ê destpê dike heman tişt!”

    Gelî Beşdarên Hêja,

    Li ser van erda bi sedan sal, heye ku bi hezaran sale çîrok têne afirandin. Cihê însan lê hebe çîrok jî heye.

    Ev erdên bi dehan şaristanî dîtine, ji çîrokê re ne biyanî ne. Berevajiyê wê, çîrokên têne gotin car heye, vegotina wan bi saetan, bi rojan, bi şevan di kelecana serî ve berdewam dikin. Çîrok ji çîrokan diwelidin.. Mirov gelek car destpêkan bûyeran, car caran jî hebûna xwe ji bîra dike. Gelekên wan bi hêsanî mirov dikişînin nava xwe. An mirov li gorî dilê xwe dibe lehengê çîrokê. Êdî ji wê gavê şûnde sînorên jiyana mirov ji ku derê diqede, sînorê çîrokê ji ku derê destpê dike, mirov nizane. Başe ku nizane.

    Lê çîrok jî hene, bi çend hevokan bi dawî dibin, bes mirov bi rojan li ser xwe mecbûrê hizirînê, fikirînê dikin.

    Gelekên me bi guhdarîkirina wan çîrokan mezin bûn. Me geh li ber sîngên dê û xaltî û met û amoj û xaloj û xwûşkên xwe, geh li ber sewtên kal an pîrên heftê salî, mîna rewiyên nava xewn û xeyalan; şevên bê televîzyon û radyo, rojên bê rojname û kovar, bê pirtûk û bê tevliheviya demên modern, wext diborand û bi vegotina çîrokbêjan, bi xwendina dengbêjan, bi pêdaketina erd û terş û rez û bax û bîstan û bi yekbûna xwezayê re derbas dibû. Pirrên me xureka xwe ji wan demana, ji wî çanda gotinkî girtîne. Çanda ku hîn jî ji bo me teva deryayeke û em bi tenê li keraxên wê deryaya bê ser û bê binî digerin. Bi rastî jî ew çand, ew vegotin, ew hûner wê her û her di nava fetlokên hişê me de, di nava peyvik û hevok û vegotina me de, di nava jiyana me de, bivê-nevê wê mîna kulîlkên buharê bipişkife, reng bide; bêhn bide.

    Heyf mixabin van erdana rojên xweş, rojên bi aşitî, rojên bi aramî di hezaran salên dîrokê xwe de, bi jimar dîtine. Lewra zimanê me yê nivîskî, -bi ya min helbest hêza xwe ji çanda gotinkî digire- çîrok û roman û li gorî, çand û hûnera me ya gotinkî, folklorîk, gelerî qels ma ye. Çîrokên ku guhdarên vê salonê wê bibihîzin bi tenê, bi çapika çûyîne. Destpêke ke. Lê destpêkek xurt. Xurtiya xwe ji rêçên xwe, ji mîrata xwe, ji jiyana xwe digire. Ev erdnîgarî, ev bajar, gelê vî bajarî, gelê vî erdnîgarî yê seranser û yek bi yek mijara nivîsê ye.

    Di her gavekê, di her rasthatinekê, di her taxakê, kolanekê, malekê takekesekê de çîrokek bi bandor veşartî û amadeyê nivîsînê heye. Hîn yê nehatîbne nivîsin welê zêdenin ku, nivîskarên mîna min hîn nizanin ku ji ku derê dest bi nivîsê bikin.

    Gelî beşdar û mêvanên hêja,

    Îro bi telvêbûna we, çand, ziman, huner, çîrok wê sînoran hilweşîne. Hevî dikim ev hevdîtin wê bi Amedê ve ne tixûbkirî be. Wê ne li tenê mîna bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîr, heye ku ne îsal lê di salên pêş me de, li gelek bajarên biçûktirîn jî bibe sedemê hilweşandina sînorên nava dilan. Dilan bigihîne hev, dilan li hev veke, fireh bike; bike yek. Bi hevre bibe nefesek.

    Nefesek xwe li Silêmanî li Hewlêr, nefesek xwe li Mehabad li Senandaj, nefesek xwe li Qamîşlo li Çiyayê Kurd, nefesek xwe li Trabzon li Çanakkalê bigre û bide. Geh li ber beriyek ji xîzê bibe karxezalek, geh li ber deryayek reşî bi pêl bibe masiyek, geh li çiyayê Olîmposê bibe agirek û li ezmanên Anadoliyê şewl bide.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1