MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Dilbirîn Baran: Çima siyaseta hêzên Bakurê Kurdistanê xetimiye?
  • Hesen Polat: Mirov, civak û perwerde
  • Sedat Yurtdaş: Axiftinek li ser çîrokê
  • Lokman Polat: Ewraqên Letîfe-xanimê û tirsa kemalîstan
  • Fuad Sîpan: Kurdistan dê li leşkerên tirk bibe gorristan
  • Lokman Polat: Paytext Kerkûk
  • Hesen Polat: Seredanek li welat

  • ÇIYA Û KOLANÊN KURDISTANÊ DÊ JI MEHMETÇIKÊN ORDIYA TIRK RE BIBIN GORISTAN
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 15.01.2005

    Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û tevaya Iraqê qediyan û di encamê de gelê Kurd û aştîxwazên Iraqê bi ser ketin. Tevaya cihanê (ji bilî dewleta Tirk), Kurdistan û Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinan pîroz kirin. Niha di navbera Kurdan û Şiîyan de ji bo koalîsyonê bazariyê dest pê kiriye. Di nav daxwazên Kurdan de serokkomar, an jî serok wezîr heye û ji bo vê meqamê mam Celal hatiye pêşniyarkirin.

    Partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê beriya hilbijartinan, di dema hilbijartinan û heta niha bi siyaseteke bi sebir û bi hostatî bi ser ketin. Yekîtiya Kurdan roj bi roj xurt dibe û pêşde dihere. Ez bawer dikim, ku êdî veger ji van rojên pîroz re nîne. Ti kes êdî nikare bîr û raya gelê me hilweşîne. Ewên ku di pêşerojê de bixwezin îstiqrara Kurdistanê xerab bikin, dê bêne şikestin, tar û mar bibin.

    Tirk ji encama hilbijartinan ne razî ne û van rojan dîsa didanên xwe li dijî Kurdan dikin qirçe qirç. Wisa tê xiyakirin, ku dewleta Tirk ne dixweze rastiyê bibîne û ne jî tiliya xwe ji nava fesadiyan derdixe.

    Dewleta Tirk, çapemenî û piraniya nivîskarên wan heta niha êrişî partî û serokên Kurdan dikirin û gotina “Kürtler” yanê Kurd pir bi dîqet bikar dianîn. Lê di pê hilbijartinan re, Tirkan vê carê helwesta xwe ji her demê bêhtir eşkere kirin; Kurdan bi tevayî bi nav dikin û wek nasiyonalîst hedef rayê didin. Di hemû daxuyaniyên Tirkan de eşkere dibe, ku ger ew mecbûr bimînin, dê serxwebûna Kurdistanê jî bipejirînin, lê ti carî ji bo Kerkûk û dewlemendiya Kerkûkê razî nabin, ku Kurd desthilatdariya Kerkûkê têxin bin kontirola hukumeta Kurdistanê.

    Gelê Kurd ji bilî aştî, demokrasî, azadî û serxwebûna xwe, ti tiştekî ji kesî naxwaze. Lê ewên ku êrişî Başûrê Kurdistanê bikin, bila hêsabên xwe baş bikin û bizanibin, ku dê çi bê serê wan.

    Eger dewleta Tirk bi maneyên derew û bê bingeh hiqûqa navnetewî binpê bike û êrişî Başûr bike, bila bizanibe, ku çiya û kolanên Kurdistanê wê ji Ordiya Mehmetçikên wan re bibin goristan. Yan Tirk naxwezin hesab bikin, ku dê bi êrişa Başûr têk herin, an jî ew vê rîskê didin ber çavên xwe.

    Pêwîst e ku hukumet û hemû dezgehên Başûrê Kurdistanê çapemenî û daxuyaniyên dewleta Tirk baş bişopînin û gotinên wan yên xerab, ku pê Kurdan biçûk dixînin li ber çav bigirin û di qada navneteweyî de Tirkan teşhîr bikin. Tirk her dem van metodan bi kar tînin. Gava ew dibînin, ku ti kes guh nade wan û derewên wan, vê carê êdî dest bi êrişa bi çêran dikin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1