Swêd, 23/2 2005- Roja îro li tevaya dunyayê rojev germ e. Rojane
bûyerên
girîng çêdibin, biryar tên girtin û tên bicîanîn, her partîyek dinava
xwe de
her diçe berfirehtir û xurtir dibe û bi pîlan û pirojeyên xurtir û
zelaltir
derdikevin pêşberî miletên xwe. Ava çemên biharê çewa diherikin,
sîyaset, kar û xebat li dunyayê wusan pêşve diçin. Lê li bekûrê
Kurdistanê çi dibe.. û sîyaseta Partîyên bakurê Kurdistanê di kîjan
Qonaxê da
ye?
Berîya mirov bersîva vê pirsê bide, divê mirov li hîm û bingehên van
partîyana binêre ku li ser çi hatina avakirin. Gelo bîr û bawerî,
felsefe,
dîtin û têgîhîştineka Kurd û kurdistanî ye ku ev partîyên bakur li ser
hatine avakirine, an jî ji derve de kirasek nû anîne û li bejna Kurdan
kirine...? Eger em di vî warî de li hev nekin, em xwe nagîhînin tu
hedefekî.
Ji ber ku divê berîê em bizanin ka birîn çîye û li ku ye, paşê em dest
bi kewandina birînê bikin.
Dema mirov li sîyaseta Partî û Hêzên bakurê Kurdistanê yên li Ewrûpayê
ne
dinêre, tu liv û tevgereke berbiçav tuneye, pêşde çûyîn çênabe, pîlan û
pirojeyên wan ên ku bersîva şert û mercên vê demê bidin tuneye, Partî
û Hêzên bakur her diçin piçûk dibin di helin û ji hevde dikevin. GELO
ÇIMA???
PKKê ji her çend mehan carekî navekî guhertin, lê ev yeka bi kêrî tu
tiştek nehat. Ji vê xitimandina hanê, armanc hate guherîn berî çekan ji
dewleta nîjatperest vegerîya singa kurdan. Li Tirkîyê bi awaki legal
HADEP-
DEHAP li vî alî û li wî alî li badikeve, lê vala ye û tiştek çênabe,
dewletê xwest bi destê Leyla Zana û hevalên wê Partîyeka nû ava bikin,
lê ew
jî bi serneketin û bi kêrî tiştek nehatin. Yanî her derî hatîye girtin
û sîyaset xitimîye ku hemû hewûldan bê encam dimînin
Gelo ev xitimandina hana ji ber çîye.. birîn çîye.. ji ber çi Hêzên
bakurên
Kurdistanê her diçin dihelin û wenda dibin?
* Di tevaya cîhanê de, Sîyasetmedar li gorî hîm û bingehê ku civaka wan
li
ser avabûye sîyasetê dikin. Her miletek li ser bingehekî tayîbet hatîye
avakirin, pîvanên, dîtin, têgîhîştin, zanîn û merîfeta her miletekî û
her civakekî ji ya din cihê ye û ne mumkune ku kirasê miletekî ji yê
din re
bibe. Bi ya min Sîyasetmedarên Kurd ji vê rastîyê pir dûr in. Ya bi
zanîn ya
jî bêzanî ji hemî, pîvan, nirx û hêjayê miletê Kurd dûr ketine û ji
dêvila
kirasê Kurdan, çûne kirasê biyanîyan anîne û li bedena Kurdan kirine.
Ew
kiras bi tu awayî li bejna Kurdan nayê.
* Bi tayîbatî civaka Kurd li ser hîm û bingehekî pir zexm û bi hevdûva
girêdayî hatîye avakirin. Peywendîyên Eşîrên Kurd bi hevre, têkilîyên
malbatên Kurd, Şêx Û Mêle û mirovên Maqûl di civaka Kurd de pirr
girînge. Miletê Kurd di têgîhîştina Dîn û dîyanetê de, urf û edtên xwe
de ji mileti din cihêye û na şibe tu miletek din.
Ew kesên ku dixwazin pêşengîya miletê Kurd bikin û xwe sîyasetmedar
dibîne, divê baş hay ji van hîm, bingeh û pîvanan hebe û li gorî van
pîvana partîyan damezirîne û sîyasetê bikin, na..! eger bi kirasê
kominizmê,
Lenînizmê, maoîzmê an jî di bin navê Demokirasîyê de bi hin kirasên ku
li
bejn û bala Kurdan nayê de sîyaset bikin, xwe nagîhînin tu armacekî û
wê
teqla binî tim ya wan be.
Mirov nikare miletê kurd bi Tirka, Ereba anjê dewleteka Ewrûpa ra qîyas
bike. Girêdana me ya bi hevûdûve, Pîvan û avakirina civaka Kurd ji ya
wan
miletana cudaye û kirasên wana li bejna me nayên. Ji ber vê yekê ye ku
sîyaseta partîyên bakurî Kurdistanê xitimîye û pîlan û pirojeyên wan
bersîva
daxwazên milet û şert û mercên demê nadin.