MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Dilbirîn Baran: Çima siyaseta hêzên Bakurê Kurdistanê xetimiye?
  • Hesen Polat: Mirov, civak û perwerde
  • Sedat Yurtdaş: Axiftinek li ser çîrokê
  • Lokman Polat: Ewraqên Letîfe-xanimê û tirsa kemalîstan
  • Fuad Sîpan: Kurdistan dê li leşkerên tirk bibe gorristan
  • Lokman Polat: Paytext Kerkûk
  • Hesen Polat: Seredanek li welat

  • PAYTEXT KERKÛK
    Lokman Polat: [email protected]


    Divê Kerkûk bibe paytextê Kurdistanê. Piştî helbijartinê beşa Kurdistana Başûr weke dewleteke federe bê pejirandin, divê paytextê wê bajarê Kerkûkê be. Heger li Iraqê demokrasî û federalîzm pêk neyê, hêza herî xurt Şîa û pêşevayê wan Şîştanî bixwaze li Iraqê dewleteke olî pêk bîne, divê kurd riya serxwebûnê bidin pêşiya xwe. Kurdistana Başûr dixwazî federe be û dixwazî serbixwe be, paytextê wê divê Kerkûk be.

    Min li ser dîrok û kurdîtiya bajarê Kerkûkê nivîseke nirxandinê nivîsîbû û ew nivîsa min sala par di malpera ”Kerkûk Kurdistane” de hatibû weşandin. ( Bi min, divê êdî malpera ”Kerkûk Kurdistan e” navê xwe bigehurîne û bike ”Paytext Kerkûk” yan jî ”Paytextê Kurdistanê: Kerkûk”.

    Ez niha li ser dîrok û kurdbûna Kerkûkê nasekinim. Ji xwe ew minaqeşe li paş ma û êdî minqeşeyeke weha pêwîst nake. Kurdbûna Kerkûkê, ji xeynî dewleta tirk û kemalîstan ji alî herkesî ve tê qebûlkirin. Ji Amerîkî û Îngilîziyan bigir heta Areb û Farisan, hemû jî dizanin ku Kerkûk ji dema Kasît, Horî û Mîtaniyan ve ta niha kurd buye û dê her kurd bimîne.

    Ez di vê nivîsê de dixwazim bal bikşînim ser beyana cigîrê ”genelkurmay”a ordiya tirk. Li pêşiya azadiya kurdên bakur û dewletbûna kurdên başur astenga herî mezin dijminahiya ordiya tirk ya kemalîstan e. Generalên kemalîst dijminên herî xidar yê doza netewa kurd û Kurdistanê ne. Cîgirê fermandarê ordiya tirk general Îlker Başbug bi gotinên tehdîtwarî li hemberê Kurdistana başur beyan da û wî di beyana xwe de anî ziman ku ”dê di pêşerojê de li Kerkûkê şerê navxweyî derkeve.” Fermandarê ku navê wî jî bi maneya barbar e, anku îlker Başbug ê hov tirsa xwe nîşan da û got ku ”Kerkûk ji bo Kurdistaneke serbixwe dê bibe pêngavek.” Lewre jî dewleta tirk ditirse û dixwaze li Kerkûkê tevliheviyan pêk bîne.

    Heger piştî helbijartinê li Kerkûkê teqîn, şer û tevlihevî çêbibe, sedemê wê dewleta tirk e. Tiştên xirab ku li Kerkûkê pêk bên, dê bi tiliya ordiya tirk ya kemalîst pêk bê. Sucdarê vî tiştî dewleta tirk e û divê li pêşberê raya giştî ya cîhanê dewleta tirk bê tawanbarkirin, bê sucdarkirin.

    Min vê nivîsa xwe çar roj beriya helbijartinê nivîsî. Diyare ku dê kurd di helbijartinê de biserkevin. Hemû hêzên siyasî yên Kurdistana azad bi yek lîsteyek dikevin helbijaretinê. Encamê helbijartinê ji bo kurdan destkeftiyên mezin û gavên girîng in. Herdu hêzên mezin yên tevgera siyasî ya kurd (YNK û PDK) bi hevre tevdigerin, hareket dikin û ev xebat û têkoşîne wan ya hevbeş, nimûneya pêşketin û mînaka serketinê ye. Ji xwe piştî helbijartinê li tevahiyê başurê Kurdistanê dê yek hikumeteke federe pêk bê û dê di bin yek mecliseke de kom bibin. Yanî, êdî dubendiya hukumeta Silêymaniyê û Hewlêrê namîne. Li Hewlêrê yek hikumeteke tê damezrandin. Ev jî ji bo kurdan serketineke girîng e. Ji xwe dema ku Kerkûk bibe paytextê Kurdistanê, wê demê ji bo kurdan cejn e û cejna herî bihagiran e.

    Ji xeynê Apoyiyan temamê partî û rêxistinên hersê perçeyên Kurdistanê bi dil û can piştgiriya Başûrê Kurdistanê dikin. Ev helwesta pozîtîf û yekdengiya hêzên kurdan hêjayê pesnê ye û ji bo yekîtiya netewî gaveke girîng e.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1