Di 17 Kanûn 2004 de, Konseya Ewropî li Bruksêlê biryar stend ku dyalogê bi Tirkiyê re di 3 Çirî 2005 de dest pê bike û xwe spart rappora Kommîsyona Ewropî ya 6 Çirî 2004 û ya Parlementa Ewropî ya 15 Kanûn 2004.
Kurd, bi giştî, dixwazin ku Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropî, lê bi mercê ku ew xwe dêmokratîk bike û mafên Kurdan nas bike. Lê, ew dizanin ku rê hîn dirêj û tije zorî ye.
Her du rappor « mafên tam » ji bo Kurdan dixwazin, lê ew ji binavkirina van mafan û ji nivîsîna gotina « Kurdistan » direvin û dêlva wê gotina ne zelal « Başûrê Rojhilat » bi kar tînin. Ev yek dibe weka ku Yekîtiya Ewropî navçeyên Beljîka bi Bakur, Başûr û Navend, dêlva Flandr, Wallonî û Bruksêl, bi nav bike. Gelo Yekîtiya Ewropî xwe girêdide eynî zimanê qedexekirinê ku berpirsiyarên siyasî yên tirk ji bo Kurdan û navçeya wan Kurdistan bi kar tînin?
Eger em werin Kurdên Tirkiyê, yên ku ne PKK (KONGRA-GEL) ne fêdêralîsmê dixwazin û yên ku girêdayî PKKê yan yek ji rêxistinên wê yên satêlît (DEHAP, parlementerên berê Leyla Zana û her sê hogirên wê, KON-KURD, Kongra Neteweyî ya Kurdistanê, Komîtê Kurdistan, Roj-TV …) in dixwazin ku Kurd di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî de bên nivîsîn û ku ew karibin kurdî weka zimanê perwerdekirinê bibijêrin. Ango, evên dawîn fêdêralîsm û otonomiyê napejirînin (qebûl nakin) û bitenê mafên çandî dixwazin. Bi vî awayî, bi xwestina mafên kêmtirîn, ew dixwazin di eynî zemanî de di çavên hem Tirkiyê û hemî jî Yekîtiya Ewropî de xweş xuya bibin û bibin muhatabên wan ên tenê.
Rappora Parlementa Ewropî pirr aşkere piştgiriya partiya ku bi awakî ne fermî kurdî ye, DEHAP, û Leyla Zana û her 3 hogirên wê, di bend CC. de, dike : « Leyla Zana û hogirên wê li dawiyê ji girtineke ne dad (adil) hatin azad kirin û ew nuha ji bo entêgrasyoneke baştir a Kurdan di riya bingehî ya jiyana siyasî li Tirkiyê de dixebitin ».
Kurd dizanin ku Yekîtiya Ewropî li ser mafên mirov û mafên hindikayiyan gelek radiweste, lê ew hemî napejirînin ku Kurd bi « hindikayî » bên bi nav kirin, lê ji bo sedemên (sebeb) cihê : Ên ku ne PKK ne û ku fêdêralîsmê dixwazin dibêjin ku ew gelekî ji 40 milyonan, ku di çar beşan de hatiye parçe kirin û ku ji hezaran sal de li navçeyeke ku navê wê Kurdistan e dijî, ne. Ên ku girêdayî PKKê ne di bin fermanên (emr) serokê xwe Abdullah Öcalan, ku ji 1999 de li zîndana Imrali ye û ku bi dora xwe di bin fermanên dergevanên xwe, gênêralên tirk, de ye, de ne : Ew dibêjin ku Kurd avakerên eslî yên Komara Tirkiyê ne û pesna Ata-Türk û Komara Dêmokratîk didin !
Ne Dewleta Tirkiyê û ne jî PKK ferzend (firset) didin Kurdan ku xwe bi awakî xurt pêk bînin. Em hêvî dikin ku di dirêjayiya salên vê dyaloga Yekîtiya Ewropî-Tirkiyê de meydaneke dêmokratîk çêbibe û bihêle ku hemî Kurd beşdarî jiyana siyasî bibin. Û em hêvî dikin ku Peymana Lozan a 1923 dubare (tekrar) nebe !
Pervîn CEMÎL seroka Enstîtûya Kurdî ya li Brukselê ye