MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Necîb Balayî: Wêjeya kurdî ya nûjen
  • Dr. S. Unus & Bêrîvan-Isabella Unus: Zimankujî û xwekujiya zimanî
  • Lokman Polat: Bêhna berfê
  • Perwîn Cemîl: Kurd û diyaloga Yekîtiya Ewropî - Tirkî
  • Fuad Sîpan: Tirkiye û Yekîtiya Ewropa
  • Serhad Bapîr: Dibistanên xewdar
  • Hesen Polat: Mirov, zanyarî û pîrozî
  • Lokman Polat: Rêvingiya nivîskar Lord Kindross li Kurdistanê
  • Meşal Temo: Qamişlo bi navê xwe ye
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ji cîhana me ya ecêb

  • Edebiyata kurdî ya Nûjen
    Necîb Balayî


    YEK:

    Merheleya Rabertiyê

    Dîroka Edebiyata kurdî ya nûxwaz, ta niha li cem nivîskar, rexenevan û pisporên Edebiyata kurdî ciyê danûstendin û ramanên cihê ye. Dîsan merhele û qonaxên pêvajoya nûxwaziyê, li gor hin rexnevan yan rexnegiran tên guherîn, dîsan destnîşankirina hind Helbestvan û Nivîskaran jî ciyê Giftugoyane. Di vê nivîsê da ez dixwazim Ronahiyekê bixme ser hind Bîr û Ramanên rexnegirên Edebiyata kurdî li gor guherînên berçav di dîroka Edebiyata kurdî da.

    Mamosta Dr.Pro.Izedîn Mustefa Resul bi şêweke giştî Edebiyata kurdî dike du(2) beş:

    1- Edebiya kurdî ya Kilasîk (ev merheleye ji xweyabuna yekemîn têkista Edebiyata kurdî ko Helbestên Baba-Tahirê Hemedanî beriya 1000 salan bune, û helbestên piştî Baba Tahirê Hemedanî, heya destpêka sedsala bîstan).

    2- Edebiyata kurdî ya Nûdem yan Nûxwaz ji salên bîstan (piştî Şerê Cîhanî yê yekem) destpêdike heya Roja îro.

    Rabertî û Pêşengiya neslê yekê ji Edebiyata kurdî ya nûdem bi kesên Helbestvan û Nivîskarên weke: Şêx Nurî Şêx Salih (1896-1958), Mamosta Pîremêrd(1867-1950), Abdula Goran(1904-1962), Qedrî-can (1916-1972), û Mamosta Cegerxwîn (1903 - 1984) ve dihê girêdan.

    Helbet hind buçun û Ramanên din jî hene, derheqî wê yekê ka kîjan ji van Nivîskaran yekem car hewldana guherînan di şêwe û Naveroka Edebiyata kurdî da kiriye, herwisan hind Nivîskar û herêm jî, ji layê hind Rexnegiran ve hatine Mandilakirin, ev jî pêwîste lêkolînên cidî li ser bêne kirin.

    Bi giştî ger em li dîroka Edebiyata Nûdem ya gelên Rojhilata-navîn binêrîn, dibînîn ko Nivêskarên Gelê kurd jî, ji bo peydakirina guherînan di Edebiya kurdî da li paş nemane tevî Gelên herêmê yan ji beriya hineka ji van gelan karwanê Nûdemî û Nûxwaziya Edebiyata kurdî daye rê.

    Lê ez dixwazim li vir tiştekî zelal bikim, ew ji eve ko piraniya Rexnegir û bisporên heya niha li ser hereketa Edebiyata kurdî ya Nûdem nivîsî, ji Nivîskarên Başorê Kurdistanê û bi taybet ji Zaravê-kurdî kirmanciya jêrî anko ji zaravê (Soranî) ne, ji buna vê yekê dibînîn ko Nivêskarên kurd yên ko çi ji Bakor hatine Şamê û Rojavayê kurdistanê, çi kesên xweciyê wê herêmê, her ji salên sihan (1930...) bi şêweke xurt hereketa Edebiyata kurdî ya Nûdem bi rê xistîye û berdewamî pêdaye, ev yek jî di edebiyata Mîr-Celadet Bedirxan, Qedrî-can, Cegerxwîn, Dr. Kamîran Bedirxan û Dr.Nuridîn Zaza da baş tê dîtin.

    Şêx Nurî Şêx Salih û Rexneya kurdî ya xomalî.

    Şêx Nurî Şêx Salih, li sal 1806 an li Bajarê Sulêmaniyê li Başorê kurdistanê hatiye dinê, li sala 1926-1927 an bi navê (M.Nurî) zincîreke gotarên Rexna Edebî di Rojnama (Jiyan) da di 25 hijmarên li dûf hev weşandîne, di van gotaran de, Şêx Nurî Şêx Salih hewldaye ko ji nûve Rexneke kurdî bi Afrint, di her gotarekê de wî behsa taybetmendiyeke Xomalî kirina Rexna Wêjeya kurdî kiriye, bi hostayî, bi zanebun Mijarên curbecur behskirîne, di Lêkolînek cidî de dihê eşkerekirin ko Şêx Nurî Şêx Salih, yekem raberê Wêjeya kurdî ya Nûdem buye, pir rexnegirên Wêjeya kurdî Mamosta Goran bi serkêş û Raber dizanin, lê Momosta Goran bixwe weha di bêje( Nivîskar û Helbestvanê kurd yên wî çaxî bi taybet Şêx Nurî Şêx Salih, Reşî Necîb û Ez, bandura Wêjeya tirkî li ser me hebu, xwandingehên nû yên wejeya Tirkî peyda bibun bi taybet komela (Udebay Fecrê Atî, ko kesên weke Tewfîq Fîkret û Celal Sahir...htd serkêşî rabertiya vê Xandingehê dikirin, lê dîsan Mamosta Şêx Nurî Şêx Salih ji me tevan xorttir û pir berhemtir bo, wî helbestên xwe zû di weşandin lê min nediweşandin) . Pro.Dr.Kamil Besîr dîsan li wê bawerê ye ko Şêx Nurî Şêx Salih, Raberê yekemedi Wêjeya kurdî ya Nûdem de, Rexnevan Kamil Besîr piştî Lêkolîneke kûr û Zanstî li ser Berhem û jiyana Şêx Nurî Şêx Salih, li dawiyê digihîje van Encaman:

    1- Şêx Nurî Şêx Salih, ko wek Raberê bizava Nû ya Wêjeya kurdî dihê naskirin, bingehê berhemên ji hîç Wêjeyeke biyanî wernegirtine, belku Edebiyata kurdî ya kevin bingeh gitiye, li pêşiyê hur û kûr ev Edebiyate şrovekiriye û bi nêrîneke zanstî lê nêraye û egerû encamên Nûxwaziya helbesta kurdî çak lêkoliye û paşî tevgera nûxwaziyê avakiriye, Lasayiya Edebiyata biyanî bi taybet ya Tirkî nekiriye, wî bi xwe bîrû Ramanên tevgereke nû ya Wêjeya kurdî biryar daye.

    2- Bo cara yekane di dîroka Rewşenbîrî û Wêjeya kurdî da, ev Nivîskarê kurd rêbaz û lêkolîneke Zanstî ji bo Rexnevaniya kurdî di warê Teorrî û pratîkî da di afrînit.

    3- Di Encamên lêkolîna zanstî ya vî nivîskarê kurd derdikev holê ku wî xwe ji Kultur û Edebiyata mirovatiyê dûr nekiriye, lê wî fikir û Ramanên xwe ji tecrubeya hîç miletekî wernegirtiye, xwe ji teqlîd û çavlêkirinê dûr girtiye, biryrên Nûxwazî afrandinên xwe ji mejiyê xwe biryar dane û samanê Netewa xwe kiriye bingeh .

    Xebatên Bingehîn derheqî Edebiyata kurdî, di sedsala Bîstan de.

    Ta niha pir pertuk li ser Edebiyata kurdî ya Nûdem, bi taybetî û li ser Edebiyata kurdî bi hemu şax û liqên xwe ve bi giştî hatine Weşandi, para şêrî ya van Pertukan, fber kurdên kurdistana Iraqê(BAŞOR) dikevin, ew jî ji ber çend sedeman, Refîq Hilmî, Kakey Felah, Izedîn Mustefa Resul....

    GORAN (1903-1962).

    Xebatên bingehîn derheqî vî Nûxwazê Helbest û Wêjeya kurdî Ebdulah GORAN, ji alê Refîq Hilmî hatîne Encamdan paşî, Dr . Izedîn Mustefa Resul, Husên Alî Şanof, Kakey Felah(Helbesta kurdî ya nû) û komeleke Gotar û lêkolîn li ser Mamosta GORAN hatine kirin .

    Mamosta GORAN (Ebdulah kurê Sulêman kurê Ebdulah) ye, ji malbateke xandî û zana bo, babê wî û bablkalê wî, bi nivîskarên Farisî bi navû bang bun ji ber ku wan bi Edebiyata Farisî baş dizanî şarezayî peyda kir bo, Goran di bîruramanên xwe de jî yê nûxwaz bo, ji bil ku wî pareke herî mezin hebuye di pêşxistina wêjeya kurdî de, ew bixwe ji eşôreta (CAF) tê, vê eşîretê û hoz û malbatên Goran ku dihatine herêma Cafan, dujminiyek dûr û dîrokî hebuye û pir kes ji hevdû koşt bun, GORAN, paşnavê xwe ji vê eşîretê wergirtiye ya ku wan û eşereta CAFya helbestvanê me, şerekî dûr û drêj digel hev kirî, wî ev sinorên dijayetî û eşîrtiyê jî li pişt xwe hiştin, ev jî nûyatiyek bo di warê civakî da .

    GORAN her ji zarokî jiyanee pir sext û nexweş burandiye ji brer ku li sala 1919 an babê wî Sulêman bi destên dagîrkerên Ingilîz hate kiştin dîsan birayê wî yê mezin Muhemed li sala1921 hate koştin, wî çaxî wî di xwend, lê ew teslîmî jiyanê nebu û î nedixwest erzan bijît hertim li berxwe da û xwendina xwe didumand, ji bo jiyanê pir karkirin, maweke dirêj li sulêmniyê û dewruberan Mamostayî kiriye(1925-1937).

    Li sala 1942 - 1945an serokê radioya kurdî bo li bajarê YAFAli Felstînê, wî çaxî Ingilîzan, ev radioye vekir bo û beşa kurdî jî weşanên xwe didumandin, Mamosta Goran ji layê partiya HIWA hatbu hilbijartin ji bo serokatiya beşa kurdî, Inglîzan jî wî çaxî berjewendiyan weha dixwest ku hwer miletekî li hember Faşiyetê hişiyar biket.Mamosta GORAN li vê radioyê hwtim, Helbestên xwe yên Netewî û srodên Nîştimanî dixwendin daku gelê kurd hişiya bibit û li doza xwe û Netewa xwe xwedî derkevin, her jibuna vê yekê jî Ingilîzan ew ji radioyê derkir .Goran di salên 1950 yan da pir caran ji ber helwêsta xwe ya netewî kefte di zîndan da, wî çawan di xwest giyanê xwe ji zîndanê rizgar bike û serbest bibe wisan jî dixwest Helbesta kurdî ji qalibê kevin rizgar bibit û serbest û azad bibit, ji buna vê yekê dest bi afrandina hebesta kurdî ya serbest û azad kir û kêş û qafiyên nû anîne di nav wêjeya kurdî de.Nûxwazî di wêjeyê da li cem Goran, nûxwaziye di Naverok û şêweyê helbestê da, jiyana wî ya wêjeyî di sê merheleyan da derbaz buye;

    1- Merheleya Kilasîk.
    2-Merheleya Romantîk.
    3-Merheleya Riyalîzim.

    Wî pir berhemên Wêjeyî nivîsîne, hem di ziman hem jî di şêweya wêjeya xwe da kesekî, xwedî afrandin huner û dahênan bo.

    Qedrîcan (1916 - 1972).
    Pîremêrd (1876 - 1950) .
    Cegerxwîn (1903 - 1984) . DU

    Merheleya Nûxwaziyê.

    Di navbera herdu merheleyên giring yên Nûdemiya Wêjeya kurdîmerheley vegohastinê heye ku pir helbestvn û Nivîskarên kur berhemên rengîn û Nûxwaz afrandîne, beşdariyeke pir giring û pîroz di pêvajoya pêşda birina wêjeya kurdî kirine, lê jiber ku ew dikevin nav bera herdu merheleyên giring yên wêjeya kurdî ew ewqas nehatine pêşçavkirin, pêwîste ew bi merheleya întîqalî(vegohêz) bêt bi navkirin, kesên weke Kamîran mukrî, Dr.Kamîrn Bedrxan, M.Celadet Alî Bedirxan, Hêmin û Hejar Mukriyanî...htd. Bi berhemên xwe yên nûxwaz û miştî afrandin û hunerî, rupelên dîroka wêjeya kurdî ya Nûxwaz rengîn kirine.

    Helbet piştî beyana (Riwange) di destpêka salên 1970 yan da, ya ku bi yekemîn beyannama Nûxwaziyê di wêjeya kurdî da dihê naskirin, li pal wan çendîn bizavên din jî, li vir û li wir hebune ji bo pêşda birin û anîna bîrûramanên Nûdem di wêjeya kurdî bi giştî û helbestê bi taybetî, ji van hewldanan, Nivîskarên xort yên kerkuk û Kifrî weke Helbestvan Letîf Helmet û Ferhad Şakelî, dîsan kesên weke Ehmed Şakelî û Letîf Hamid, ku pir Rexnevan kurd û Ereb Behemên wêjeyî yên vê komela Nivîskarên Kifrî bi pêngaveke nûdem û Nûxwaz dadinin di wêjeya kurdî da, wan jî bi şêweke berbiçav hewldanên Nûxwaziya helbesta kurdî kirine di destpêka salên 1970 yan da .Riwange û bizava Riwangê li sala 1970 hatbu sazkirin û beyannama wan ji bo daxwaza Edebiyateke Nûdem, her di vê salê da hatbu weşandinli meha Tîrmehê sala 1971 an Kongira giştî ya Riwangê li bajarê Hewlêr hatbu bestin, lê nehişt bo, helbestvanên weke Letî Helmet û Ferhad Şakelî beşdar bibin, wanjî beyannama xwe ya ji bo daxwaza wêjeyeke nû bi ser beşdarên kongirê da belavkirin, lê endamên Riwange rê neda wan ku ew li kovar û Rojnamên wî çaxî dibin bandora wan da bi weşînin beyanname li jêr navê(Şêteka: sernc, helwêst, Proje) hatbu nivîsîn.

    Helbest û Edebiyata kurdî ya Nûdem li Rojhilat:

    Herçende Lêkolîn û nivîs li ser vê mijaraê anko mijara Edebiyata nûdem û pêşengiya wê li Kurdistana rojhilat pir hindikin, bi zelalî rewşa wêjeya kurdî li vê perçê lêkolînên baş deheqî wê nehatine kirin, lê li gor nivîsên hind xemxor û rexnevanên helbestû edebiyata kurdî li vir û li wir, yan jî di hind rojname û kovaran da dihên weşandin.

    Beriya ku em li ser rêbaz û şopa nûî ya wêjeya kurdî li rojhilat bikîn û bidîn naskirin, pêwîste, çendekê li ser şopa pêşiya vê qunaxê rawistîn, nesil û neviyên beriya vê merhelê bidîn naskirin. Nivîskar û helbestvanên merheleya yekê di helbesta rojhilat de bi xandingeha (Mukriyan )di hate naskirin, her çende destpêka vê merhelê anko ya merheleya xandingeha (Mukriyan ) neya zelale, lê em dikarîn bêjîn rihurîşalên vê merhelê digihin berya damezrandina komara kurdistan li Mehabadê û belkî beriya sazkirina komela (J.K) li 16.9.1942 an, em dikarîn bêjîn bejîn destpêka wê li ser demê lawiniya helbestvan Mîrza Hesen Seyf el- Qudat yê ku dinavbera salên (1877-1944 an de jiyaye.

    Bi taybet li sala 1942 an komeleke helbestan ji layê jê kaf(J.k.)2 li ser navê (Diyarî Lawan) hat weşandin, ev bo bungehê yekê yê merheleya helbesta nûxwaz û hişyariya netewî li Rojhilat, herweha bingehê yekê yê xandingeha (Mukriyan).

    Neslê yekê ji damezrênerên xandingeha Mukriyan pêkhatî bun ji van kesan (Mîrza Hesen Seyf el-Qudat, Ebdulrehman Şerefkendî (Mamosta Hejar), Seyd Muhemed Emîn Şêxûl Islam(Mamosta Hêmin), Seyd Kamilê Imamî (Awat), Xale Emînê Berzincî(Xale), Sey Tahirê Haşimî (Suha), Ebas Heqîqî(Mamosta Heqîqî), Etrî û Xalidê Hosamî (Hêdî). Li ba van Kesan ku piraniya wan Helbestvanin û Raberên Edebiyata Xandingeha (Mukriyan ) bun, di

    Wêjeya wan de ev salox û nîşanên jêrîn hebun:

    1- bilindkirina drûşmên serbexoyiya kurdistan, daxwaza mafên gelê kurd.

    2- Dijayetiya şêx û Melayên ku Ol kirine egerên paşda birina gelê kurd û bi karanîna gelê kurd yê nezan bi navê Islametiyek nerast, xapandina gel bi nivişt û bazbendan, van Ronakbîran bi berhemên xwe yên wêjeyî şerê van şêx û melan dikirin, di berhemên xwe de hêriş dibirin ser vê tex û tûja şêx û melan.

    3- Dijayetiya Axa û Began, dijayetiya sîstema Fewdalî û sermayedariyê.

    4- Hişiyarkirina gel û Mirovê kurdî ji bo xebata Netewî, Azadiya xak û Welat.

    5- Paldan û pêşdabirina gel ji bo hînbun, Zanst û Zanyariyê.

    6- Daxwaza mafên jinê, bilindkirina dirûşmên geş ji bo Azad û serferazkirina jina kurd.

    Bi van xalên geş Helbestvanên Rojhilat karîn xizmeteke bê hempa, ji bo miletê xwe bikin, gelê kurd ji hêla Civakî, Netewî û Zanstî gelê kurd bo pêş biben, piraniya van kesan piştî bi dawî hatina şerê cîhanî yê duyan berdewamî bi berhemên xwe yê wêjeyî da û karîn ji aalê hişiyariya Netewî û xizmeta zimanî pêngavên çak bihavêjin, herçende sansora hikumeta Şahî û zordestî li hember mirov û peyva kurdî hertim di berdewam bun, lê dîsan jî van kesan peyv û wêjeya kurdî kirbun çirakên geş ji bo ronîkirina riya azadiyê, lê tiştê balkêş ew buye ku bandura helbesta vî neslî piranî li ser herêma Mukriyan.

    Lê tiştê balkêş ew buye ku bandora helbesta van kesan, piranî li ser herêma Mukriyan bo, helbestvan û Nivîskar jî xelkê devera Mukriyan bun, tiştekî din yê herî giring sinorên serdesan, ne dihişt bi asanî weşanên wî çaxî bigihin her herêmeke kurdistanê, û sinorên Ross û Ingilîzan di keftin jêriya herêma Mukriyan.

    Dîsan hatin û çûn weşan û weşanxane pir hindik bun, jibuna vê yekê jî helbest û wêjeya van kesan wî çaxî baş di nêv gel da nedihatin weşandin.ew têkistên wêjeyî yên ku dihstin weşandin jî, bi saya sazbuna (J.K) û piştre (partiya dîmokrata kurdistan - Îran ) di hatin weşandin û di nav gel da belav dibun, bi taybet helbestên van nîvîskaran bune armanca dengvedana siyasî û Civakî ya ya van herdu Organên siyasî yên kurdan.

    Lê ez dikarim bêjim ku mamosta Hêmin û Hejar Mukiraynî karîn rolekî baş li kurdistana başor jî bibînin, piştî destpêkirina şorişa Ilonê li Başorê kurdistanê bi serokatiya Mela Mustefa Barzanî li sala 1961 an Hejar Mukriyanî rastewxo kefte di nav şorişê da, pirinya helbestên xwe yên xort di vê merhelê da afrandin, herweha Mamosta (Hêmin) di destpêka salên heftiyan da têkiliyeke xort di gel başor da peyda kir, bi cuşeke mezin helbestên wî ji layê gel ve hatin pêşwazî kirin, bi taybet piştî ku herdu komelên helbestên wî (Tarîk û Ron) piştre (Naley cudayî) hatîn weşandin û keftîn berdestên xwendevanan, pitir rola (Hêmin ) û bandora wî li ser pêşda birna helbestê li vê perçê xweya û zelal bû.

    Tiştê giring ewe ku Helbesta Nûdem ya Rojhilat hindekî paş da ketiye li gor helbesta li Başor û wêje û helbesta (Hawar ) ê, ji ber ku Rabertiya Başor û Hawarê li destpêka salên 1940 an destpêkiriye, em dikarin bêjîn beriya Nûdemiya Helbestê li cem Ereban.lê ya Rojhilat li destpêka salên 1960 an destpêdike.yekemîn Formê Nûxwaz helbesteke mamosta (Hêmin ) e ya ku di hijmara (186)ya Rojnama kurdistan çapa Tehran da, li 21 î Dîsembera sala 1962 an hatiye weşandin, ev jî perçeke ji wê helbestê

    Golî geş be bay şemalî Behar 
    Eşnêtewe 
    Qaspey kewî kej, beramber nizar 
    Berz ebêtewe 
    Min ke dîm lerey şepolî şiney 
    ....* Kurdistan 
    têkelaw ebê le gel cirîwey 
    estêrey beyan, 
    ew kate hîwau amancî durim 
    herdu pêkewe 
    ebin be pirşing, golaley sorim 
    egeşêtewe 
    

    Dîsan di heman Rojnamê da hind helbestên din yê helbestvanê vê merhelê weke Şêx Reùfê Ziyayî bi şêwe û naverokeke nû berçav dikevin.

    Ev wek Raberên Helbesta nûdem li Rojhilat, li pal van Helbestvan û Nivîskaran, çendîn helbestvanên din di serhildana helbesta nû da serê xwe radikin, bi berdewamî karwanê helbesta resen didin rê...

    Serhildana Helbesta Nû li Rojhilat

    Weke li destpêkê hat xweya kirin ku Nûxwazî nûdemî di naveroka wêjeya kurdî da li Rojhilat, taybetmendiyeke Xandingeha Mukriyan bo, em dikarin bêjîn ku nûxwaziya di Naverok û Formê Helbesta kurdî da peyda buy nek çavlêkirinek yan teqlîdek helbesta Biyanî buye, belkî van helbestvanên kurd ev şope weke zerorek dîrokî dîtiye, nek teqlîdek helbesta Farisî, Erebî Turkî yan Ewropî buye.pir caran helbestvanên kurd helbesta xwe li ser `Erozên Erebî afrandîne, lê ew bixwe ji bil kilasîkên kurd, %80 helbestên kurdî piştî merheleya kilasîkan, bi kêşa kurdî ya xomalî hatine afrandin, bi kêşa (birgeyî) ku ev kêşe di dema merheleya Rabertiya Nûdemiya helbesta kurdî peyda buye, kesên weke Mamosta (Goran) û ( Cegerxwîn) ev yek bi zelalî hem di gotarên xwe yên Rexneya wêjeyî, hem di helbestên xwe da nîşan dane.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1