MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Necîb Balayî: Wêjeya kurdî ya nûjen
  • Dr. S. Unus & Bêrîvan-Isabella Unus: Zimankujî û xwekujiya zimanî
  • Lokman Polat: Bêhna berfê
  • Perwîn Cemîl: Kurd û diyaloga Yekîtiya Ewropî - Tirkî
  • Fuad Sîpan: Tirkiye û Yekîtiya Ewropa
  • Serhad Bapîr: Dibistanên xewdar
  • Hesen Polat: Mirov, zanyarî û pîrozî
  • Lokman Polat: Rêvingiya nivîskar Lord Kindross li Kurdistanê
  • Meşal Temo: Qamişlo bi navê xwe ye
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ji cîhana me ya ecêb

  • Qamişlo bi navê xwe ye
    Meşal Temo: [email protected]


    Bûyerên Qamişlo li navekî ji xwe re digere, ji ber cudabûnek kûr di navbera partiyan xwe bi xwe de heye û di nav rewşenbîran jî heye û hin partî û hin rewşenbîr jî di bin cilice êrîşê hev dikin , ango her nifşek navekî li bûyeran dike û hin ji partî û kesên tengbawer ne tenê nav digvêşin û ji wateya wî zelal dikin , lê belê bilî xwe jî tawanbar dikin.

    Kesê çavdêr ji vê têkçûna bîrweriyê, dikare helwesatan di sê nifşan de bicivîne, helbt gava mirov dibêje nav, mebest ew e ku helwesteke siyasî ew nav ber bi çav daye, lewma jî hêvîdarim ji xwendevanan ku binasin mebesta min ji gotina " nav " ew e ku nav tim nîşanoka helwesteke siyasî ye .

    Ne wek heviya binavkirina bûyerên avdarê gelek sedem û palder jê re hene, hin ji wan siyasî ne û hin jî berjewendî ne û hin li ser bîrweriyeke seqet ava dibin û hin jî encama mejiyekî xav in, lê mirov dikare navan weke me daye xuyakirin, tev di sê nifşan kom bike ew jî evin :

    1-hin dibêjin bûyer awanî bû, ev jî nîşanokên pir tîne holê , ango awanî ji kîjan layî bû , gelo ji layî rijîmê an ji layî kurdan e.

    A- Heke awanî ji layî rijîmê ye, helwest wateya ku hin ji baskên rijîmê hin kurdan têvedane û ewan ev tevheviya ku li Qamişlo çê bûye û di çar katan de li seranserî Sûriyê bela bû, ango xwedanê vê rayê ji çermè xwe bazdidin û ji bîrweriya netewî kurdî xwe didin alî û mafdariya gelê kurd ku berxwedaneke aştî ji doza xwe re bike tawanbar dikin û didin xuyanê ku gelê kurd van karan nake, lê hin aware bibûn destik ji hin baskên rijîmê re ku navûdengê kurdan xera bikin . ji xwe helwesteke wisa dixwaze bêje ku ev gel belengaze, tu car serî hilnade û şovînîstan çi bikin bila bikin.

    Bawer im ku kesê vî navî di belavok û siyaseta xwe de bikar tîne, nameyek siyasî ji hin paskên rijîmê re dişîne, naveroka wê jî ev e; ku miletê kurd li Sûriyê berxwedanek helkewtî nake û ev helwest jî kêmasiyeke mezine di derbarê mafdariya gelê kurd ku amûrên xebatê tev bi kar bîne .

    B- Heke awanî jî ji layê hin kurdan be, çi kes bin an jî rêxistin bin, ji xwe helwesteke wisa bi du layan ve tête şirovekirin, ji layekî tev li cuhoka nerîna rijîmê dibe, ji ber rijîm her û her çalakiyên gelê kurd davêje dervê sînor û ji layekî din ve tawanbariyeke ji rêxistinên kurd re ye û ji layekî sisyan ve ne baweriyeke bi pêwendiyên netewî ye .

    2-Hin dibêjin bûyer e û navê Qamişlo pê vedikin, ji xwe raste ku bûyer e lê pirs çi bûyere e? ango gotina bûyer " pêşkarîyeke " ji lêkereke ne nas re. Helbet diyare ku bikaranîna vî navî tenê revek babetî ye, kesê ku ew bikar tînin ji du layan xwe himet dikin , ji layê rijîmê û ji layê gel ve, çimkî gotina bûyer bê ku lêkeriya wê bête gotin, heta ku navê bajar pê vedibe tu wateyê nade, lê dibe kêsek ku mirov li gor kês û fesalê lêkera wê pêve girê dide ?

    3-Hin dibêjin raperîn e, ango serhildan e. ew jî kêmin ji ber gotina raperîn di mejî û bîrweriya gelê Ereban de cihekî muqedes standiye, ji ber ew tenê raperîn ji mafê Felestîniyan dibînin û hêjaye ku mirov vî navî li bûyerên wan bike, de vêça kurdên me jî ji vê xelekê newêrin azad bibin.

    Ango çi bûyer li gor mejiyên xav, tenê mirov dikare raperînê pê ve girê de gava dijî cuhoyan be? ev bîrwerî jî bobelatek perîşaniye ji ber di hemû ferheng û danasînên cîhanê de raperîn tevgera kome; an hindek ji gel dazwaza mefekî taybet dikin û bawerim jî ku ev gotin berî felestîniyan peyda bûye û wê piştî wan jî bimîne.

    Raperîn amûreke ji daxwazeke gelêrî ye, belkî ew daxwaz netewî be, an jî daxwazeke jiyanî be. Ji xwe di serpêhatiyên gelan de, gelek raperîn çêbûne û navê daxwaza ku ji bo wê çêbûye standiye , lewma em dibînin ku raperîna nan heye û raperîna karkeran heye û h.d.

    Dixwazim bêjim ku gotina raperîn gelek ji me wê bi kar naynin ji ber tirsa bîrweriya gundî ya ku heta nuha danasîna vê gotinê nas nake û siya çanda ereban dibe sîdanek ji helwesta wî re, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li Sûriyê ji ber muqedesbûna erebî ji gotinê re dûrî wê direvin.

    Bawer im ku kêmasiyek siyasî û çandî ye ku heta nuha em li ser bêşkariyeke ji bûyerên Qamişlo re digerin.

    Ji layê xwe dixwazim bibêjim ku xuşxuşokên ereban û bersîdankên wan ê kurd tev raperînê nepijirînin jî, lê her û her Qamişlo dimîne xwedanê Raperînê, tiştê ku di avdarê de çêbûye "raperîn" e??.

    4/12/2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1