MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Necîb Balayî: Wêjeya kurdî ya nûjen
  • Dr. S. Unus & Bêrîvan-Isabella Unus: Zimankujî û xwekujiya zimanî
  • Lokman Polat: Bêhna berfê
  • Perwîn Cemîl: Kurd û diyaloga Yekîtiya Ewropî - Tirkî
  • Fuad Sîpan: Tirkiye û Yekîtiya Ewropa
  • Serhad Bapîr: Dibistanên xewdar
  • Hesen Polat: Mirov, zanyarî û pîrozî
  • Lokman Polat: Rêvingiya nivîskar Lord Kindross li Kurdistanê
  • Meşal Temo: Qamişlo bi navê xwe ye
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ji cîhana me ya ecêb

  • TIRKIYE Û YEKÎTIYA EWROPA
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Elmanya, 14.12.2004

    Tirk bi hemû derfet û îmkanên xwe bi hêvî ne, ku di 17.12.2004an de ji YE dem wergirin û di sala 2005an de dan û standin û bazara endametiyê di navbera wan û Ewropiyan de dest pê bike.

    Hewceyî gotinê ye, ku beriya ez li ser mijarê bisekinim, pirsa demgirtinê zelal bikim, ku Tirk çima ewqas ji bo demgirtinê lavakar in. Çumkî demgirtin ji bo endametiya Tirkan di pêşerojê de rola kilîtê dilîze. Lê komîsiyona YE ev pirsa jî zelal kir, ku di dîroka YE de cara yekem e, tawsiyek bi vî awayî li ser Tirkiyê tê dayîn, ku li gorî vê tewsiyê dê endametiya Tirkan ne bi awayekî automatîk be, ku di dawiyê de Tirk bibin endam. Heta niha wisa bû, ku dema tewsiye ji bo welatekî dihate dayîn, YE êdî nikarîbû bigota çima? Hemû karê wan li ser pirsa kîngê bû?. Ev tewsiya ku komîsiyona YE daye, ew her dem û her gav dikare dan û standinên xwe bi Tirkan re bibire; ev yek ji bo me Kurdan ji tinebûnê çêtir e.

    Lê belê ez di wê baweriyê de me, ku ne Tirk ji endametiya YE re amade ne û ne jî Ewropa ji endametiya Tirkan re amade ye. Sedem pir in. Sedema herî girîng ew e, ku Ewropa ji endametiya Tirkan ne razî ye, sedemek jî ola îslamê ye. Ewropiyan hên jî barbariya Osmaniyan-Tirkan ku heta deriyê Viyana bi destê zorê hatin, ji bîr nekiriye. Û dibêjin, em ji bîr nekin, ku bûyerên niha wek terorîstî ji aliyê El-Qaîde û yên din jî Ewropiyan ji Tirkan vediciniqîne. Loma her çiqas Tirkiye ne welatekî ereban be jî, ji ber ku piraniya wan misliman in, bibê nebê hemwelatiyên Ewropa ji endametiya Tirkan kovî dibin. Jixwe bi taybetî siyasetmedarên Almaniya yên muhafezekar her gav dibêjin, em endamê ku cîranê Iraqê û Îranê be naxwazin.

    Ez jî wek pir kesan û pir caran di gotarên xwe de qala Ewropiyan dikim. Lê di vir de qesta min pir caran Almaniya û Firansa ye. Ji ber ku Almanya û Firansa motora YE ne.

    Lê ji ber ku niha di parlamena YE de muhafezekar piranî ne û naxwazin demê ji bo guftûgo (muzakere) bidin Tirkan, loma hukumetên Ewropa nikarin raya wan li ber çav negirin.

    Welatekî wek Tirkiyê qaşo hezar salî kevneşopiya wan ya dewletê heye û ji bo civîna asta bilind ya NATOyê çend mehan berê rojeva xwe pê de girê bide, gelê xwe sê rojan ji bo civînê li Stenbolê têke zîndanê û bi destê ajanê CIA li kefa wezîrên xwe bide kontrolkirin, ew dewlet layiqî ti tiştekî nîne. Dawiya wê dewletê têkçûyîn e.

    Ewropiyên ku niha pir bi îsrar, yên wek Gerhard Schröder, Joschka Fischer, Silvio Berlusconi û yên din mirovên birçî ne û bedelê erêniya wan ji bo Tirkan bi milyon û belkî jî bi milyaran dolar ruşwet e. Lê ez dîsa jî di dawiya dawî de ti demê bawer nakim, ku Tirk sedî sed bibin endamê YE. Yên ku bawer in, eger Tirk ji bo guftûgo dem bigirin û di dawî de bibin endamê YE dê di pirsa Kurdan de tiştên baş bikin, ez ji wan kesan re dikarim bêjim, ew xeyalperest in. Eger em bûyerên van rojana baş bidin ber çavan, emê bikaribin pir dersan jê derxin. Lê pir mixabin, ku hên ji me Kurdan re pir nan û av lazim e!!!

    _________________________________

    TIRKIYE KETE DAFIKA YEKÎTIYA EWROPA

    Almanya, 20.12.2004

    Tirk pesna xwe didin û ger bi gotina wan be, ew li Brûkselê di 17.12.2004an de ji her alî ve di siyaset û daxwazên xwe yên ku dermafê YE de bi ser ketine. Û Tirkan serokwezîrê xwe qubedeyî (kabadayi) yê Kasim Paşa Recep Tayyip Erdoðan wek qehreman îlan kirin.

    Lê bi bîr û baweriya min Tirkan vê carê lingê Dîk di tawê de dîtin, çumkî ew wisa ji xwe bawer bûn, ku dê her tişt bi daxwaz û gotina wan be. Ji ber ku ew pol û poşman ji Brûkselê vegeriyan, ew niha di vê teqe reqê de li ber dilê xwe didin, moralê didin xwe û dibêjin, Tirkiye êdî ne Tiriya doh û pêr e.

    Rast e, Tirkiye êdî ne Tirkiya doh û pêr e, vê carê hesabê wan tevlihev bû, Tirk ketin dafika Ewropiyan û êdî veger ji wan re dê ne hêsan be. Çumkî tiştên ku Tirkan qet hesab ne dikirin, kete pêşiya wan. Dewletên Ewropa heta niha pîvanên Kopenhagen dabûn pêşiya Tirkan, lê naskirina Qibrisê di hesab de li ba Tirkan tune bû. Tirk di destpêkê de wisa ji xwe têr bûn, ku wan bawer dikir, dê herin Brûkselê ji xwe re sêv û hirmiyan berhev bikin û vegerin.

    Belê siyaseta Ewropiyan wiha ye, ku ew her dem gotin û niyeta xwe ya dawîn ji mirovan re heta roja dawîn nabêjin. Niha Tirkan bi vî şertî tarîxa muzakerê ji YE girt, ku heta 03.10.2005an Qibrisê nas bike. Ger Tirkiye Qibrisê nasneke, dê mecbûr be, ku tarîxa muzakeran jî ji bîr bike.

    Eger di 03.10.2005an de muzakere bi Tirkan re dest pê bike jî YE ji bo endametiyê 10-15, yan jî bîst sal daye ber Tirkan, ku ew sedî sed bibin endam. Eger şert hemû bi daxwaza YE be, dê wê hingê endametî bêye pejirandin. Gotineke Tirkan heye wiha dibêjin, ”Ölme eşeðim yaz gelir” (Kera min nemire, havîn dê bê). Ez bawer dikim, ku YE temenê jiholêrakirina dewleta Tirkan baş tespît kiriye. Lê ez dibêjim 5 an jî 10 sal temenê dewleta Tirkan heye. Dewletek ku hêj gotina Kurdistanê tehemûl nake, ew mecbûrî têkçûyînê ye.

    Ji bo me Kurdan çi hat guhertin?

    Ji bo me Kurdan qet tiştek nehat guhertin. Di civîna YE de li Brûkselê dîsa jî hate eşkere kirin, ku Kurd ji YE Ewropa re qet tiştekî îfade nake. Çumkî:

    1. Lobiya Kurdan tune ye yan jî qels e.
    2. Kurd di daxwazên xwe de ne yek in.
    3. Yekîtiya Kurdan tune ye.

    Enstîtûta Kurdî li Parîs xizmetek gelek delal û qedir bi qîmet ji bo Kurdan kir, ku daxwazên Kurdan bi îmzeya bi sedan rewşenbîrên Kurd li welat û li derveyî welat di çapemeniya Ewropa de rêz kir. Lê îmze-şûnde-kişandina Leyla Zana û hevalên wê wek aveke sar li Kurdan kirin.

    Belengazên wek (an jî Kurmên darê) Leyla Zana siyasetmedar/ên Kurdan be, ez ancax vî tiştî dikarim ji wan re bibêjim, tew lo lo, tew lê lê.....

    Bila Kurmên darê ji van gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan yên li jêrê fedî bikin!!!!!!!

    Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan li gel rojnameya erebî “Hawadîs”, ya ku li Beyrûtê tête weşandin, di meha yekê ya sala 2004-an de wiha dibêje: “Eger li Arjantînê jî dewleteke Kurdan bête damezirandin, emê li dijî wê jî şer bikin.”

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1