MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Necîb Balayî: Wêjeya kurdî ya nûjen
  • Dr. S. Unus & Bêrîvan-Isabella Unus: Zimankujî û xwekujiya zimanî
  • Lokman Polat: Bêhna berfê
  • Perwîn Cemîl: Kurd û diyaloga Yekîtiya Ewropî - Tirkî
  • Fuad Sîpan: Tirkiye û Yekîtiya Ewropa
  • Serhad Bapîr: Dibistanên xewdar
  • Hesen Polat: Mirov, zanyarî û pîrozî
  • Lokman Polat: Rêvingiya nivîskar Lord Kindross li Kurdistanê
  • Meşal Temo: Qamişlo bi navê xwe ye
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ji cîhana ya ecêb

  • BÊHNA BERFÊ
    Lokman Polat: [email protected]


    Hinek kurdên asîmîlekirî heta dawiya temenê xwe, xwe tirk dibînin lê dema nexweş dikevin û dikevin nexweşxanê yan jî kalepîr dibin, li xwe têne mukrê û dibêjin ”Ez kurd im.” Weke tê zanîn şairê navdar Cemal Sueya li nexweşxanê û serokwezîrê Tirkiyê yê berê Bulent Ecevît di kalepîriya xwe de gote ”Ez kurd im.”

    Ev demeke dirêj e ku ez li ser pirtûkeke xwe ya bi navê ”Romanên Nivîskarên Kokkurd” dixebitim. Nivîskarên ku bi eslê wan kurd in, lêbelê asîmîle bûne û bi tirkî dinivîsin, bala min kişandin. Hinek ji wan herçiqas bi tirkî jî dinivîsin, romanên wan xweşa min diçe û ez bi dilxweşî dixwînim. Ez romanên nivîskarên kokkurd yên asîmîlekirî dixwînim û li ser naveroka wan romanan nivîsên danasînê û nirxandinê dinivîsim. Nivîsên ku ez dinivîsim, ez ê wek pirtûk biweşînim.

    Di vê dema dawî de, min pirtûkên nivîskar Ahmet Umît xwend. Herçiqas ew bi devê xwe nabêje ez kurd im jî, li gorê lêpirsîna min ya derûdorê, ew bi eslê xwe kurd e. Ahmed Umît kokkurdekî ji Entabê ye. Ew di sala 1960-î de li Gazî-Entabê ji dayik bûye. Wî pêşî helbest û kurteçîrok nivîsiye û paşî dest bi nivîsîna romanan kiriye. Romana wî ya pêşîn ”Sîs ve Gece – Mij û Şev” romaneke polîsiye û macerayê ye. Ji ber vê romana wî û ji ber hinek çîrokên wî fîlm hatine çêkirin. Giraniya çîrok û romanên wî bi naveroka polîsîye û macerayê hatine hunandin. Ahmet Umît di nivîsîna romanên polîsiye de qalibeke nû pêk aniye. Romana wî ya duyem, navê wê ”Kar Kokusu – Bêhna Berfê” ye. Romana sêyem ”Patasana” û ya çaran ”Kukla” ye. Ez ê di vê nivîsa xwe de behsa romana wî ya duyem, ango ya bi navê ”Kar Kokusu – Bêhna Berfê” bikim.

    Dema di sala 1980-yî de li Tirkiyê cunta leşkerî ya faşîst darbe çêkir û dest danî ser hikum û desthilatdariyeke leşkerî ya faşîst pêk anî, gelek şoreşger û pêşverûyên tirk û şoreşger û welatparêzên kurd girtin û kirin hepis û zîndanan. Hêzên dewleta faşîst ya tirk, leşker û polîsan lîsteyên navan amade kirin û li gelek kesan geriyan, ji bo ku wan bigrin û bavêjin zîndanê. Gelek kesên kul i wan dihatin gerandin, mecbûr man ku Tirkiyê û Kurdistanê terk kirin. Hinek j iwan çûn welatên ewropa rojava. Piraniya şoreşger û welatparêzên kurd çûn Kurdistana rojhilat, başur û piraniya wan jî çûn binxetê, anku başurê biçûk. Hinek çûn Suriyê, Libnanê û cem Filîstîniyan. Endamên TKP-ê (Partîya Komunîst a Tirkiyê) jî çûn Çekoslovakyayê, Almanya rojhilat, Bulgarîstan û Sovyetê –Rusya’yê-.

    Kurdên ku çûn Kurdistana rojhilat û başûr, paşî ji wir çûn Sûriyê. Ez bi xwe jî pêşî çûm rojhilatê Kurdistanê û paşî jî çûm Suriye û Libnanê. Ez li Libnanê gelek mam, bajarê Beyrûtê xweşa min çû. Ev bajar wekî Parîsa rojhilata navîn e û bi rastî jî hêjayê dîtinê ye.

    Dema ku kurdên kadirên siyasî yên endamên partî û rêxistinan çûn derveyê welêt, ew di mal û meqeran de li cem hev diman. Ew bi hevre bi hawayeke kolektîf dijîyan. Jîyana kolektîfî nehêsan e. Gelek pirs û problemên wê hene. Kadirên sîyasî li cem hev radizan, bi hevre nan dixwarin, beşdarên civîn û semîneran dibûn. Ji bo ku ew hertim bihevre bûn, bibe nebbe wan gelek caran hevûdu aciz dikir, ji hev aciz dibûn. Wan bi hevre mineqeşe dikirin û heta carna li hevûdu jî dixistin. Ew herçiqas kurdên sîyasî bûn jî, lêbelê hêj jî di bin bandora mentalîteya feodalî de bûn. Li cem wan mêranî hebû, lê humanîterî, xweşbînî û tolerans tunebû. Jîyana kolektîfî bi xwe re probleman û pevçûniyan dianiyan. Li ser problemên biçûk nakokîyên mezin derdiketin û heta hinek nakokî dibûn sedemên perçebûna îdeolojîk û sîyasî ya partî û rêxistinan.

    Ji xwe hemû partî û rêxistinên kurdan û yên çepên tirkan, yên ku çûn li Surîyê man, yan bûn du, sê beş, partî û rêxistin perçe bûn, yan jî wek grub j iwan partî û rêxistinan veqetandin çêbûn. Gelek kadirên sîyasî, endamên polîtburo û komîteya merkezî –navendî- yên partî û rêxistinên xwe di nav jîyana kolektîfî de ji nêz ve nas kirin û dîtin ku ew kesên endamên komîte û polîtburoyan bi rastî jî layiqê wan meqaman nîn in. Hinek kesên ku nikaribûn şivantiya du mirîşk û qazan bikin anku mirov bawer nebû ku du mirîşk teslîmê wan bike, ew bûbûn endamên komîte û polît buroyan û bi qedera neteweyek re dilîstin.

    Neyse, ez bêm li ser naveroka pirtûka Ahmet Umît. Grubek endamên TKP-ê li Moskova’yê ne. Ew li wir di dibistana partiyê de û di nav jîyana kolektîf de ne. Ew di dibistana fêrbûna Marksîzm – Lenînîzm’ê de dixwînin, perwerde dibin, dersên polîtîkaya Marksîstîyê fêr dibin.

    Ev gruba TKP-ê kadirên sîyasî yên hilbijartî ne. Berpirsiyarê wan jî bi qodnavê ”Asaf” endamê komîteya merkezî ya TKP-ê ye. Endamê komîta navendî Asaf di dibistanê de naxwîne, lê berpirsiyarê grubê ye û ew jî li wir, li Moskova’yê dimîne.

    MÎT’a tirkan –Millî Istixbarata Tirkiyê- pê hesiyaye ku grubeke endamên TKP-ê li Moskova’yê perwerde dibin. MÎT-ê ajanekî xwe bi wezîfe şîyandiye Moskova’yê. Yanî MÎT wan rehet nahêle, wan xistiye bin mercekê. MÎT-ê ajanekî xwe jî xistiye nav vê gruba TKP-ê. Lê, ew ajan kî ye? Kesek nizane.

    Tê bîra min, beriya salên 1980-yî partî û rêxistinên çepên tirkan yên radîkal TKP-ê wekî partîyeke reformîst didîtin. Partî û rêxistinên kurdan jî –û min bi xwe jî- TKP-ê sosyal şoven û kemalîst dîdîtin. Li gorê çepên tirkan û kurdan TKP ji bo dewleta tirk partiyeke xeter nebû. TKP partîyeke reformîst û tirsonek bû. Lê, dewleta tirk a kemalîst – wê demê cunta kemalîst faşîst a leşkerî- wan xeter didîtin. Wan digot ”TKP komûnîst e, dixwaze şoreş bike û sazûmaneke sosyalîst pêk bîne.” Loma jî wan endamên TKP-ê digirtin û davêtin zîndanê. Endamekî wan jî di şkencê de kuştin.

    Di nav gruba TKP-ê ya li Moskova’yê, rojek bûyerek diqewime. Bi navê ”Mehmet” endamekî wan tê kuştin. Lê, kesekî nizane kî wî kuştîye. Di nav grubê de tirs û ji hevûdu şik kirin dest pê dike. Heta hinek şik dikink u endamê komîteya merkezî Asaf bi destê xwe Mehmet kuştiye. Hinekên din jî ji hevûdu, ji hevalên xwe şik dikin. Wisan dibe ku, ew hevûdu bi paronayakê sucdar dikin.

    Du ajanên istixbarata Rus’an, anku ajanên KGB-ê dest bi lêkolîn û lêpirsînê dikin. Ev herdu ajanên KGB-ê berê zanibûne ku ajanekî MÎT-a tirkan bi zilamekî di nav gruba TKP-ê de ye têkilî danîye û bi şîfreyan rapor didin hev. Ajanên KGB-ê beriya bûyera kuştina Mehmet, şîfreyeke ajanê MÎT-ê bi dest xistine, lê hêj şîfreyê nepişkaftine ku naveroka şîfrê çiye?

    Romana Ahmet Umît ”Bêhna Berfê” gelek bi heyecan û meraq tê xwendin. Mirov ji pirtûka wî gelek tiştên ku di dema Sovyeta berê de, bi taybetî jî di derbarê perwerdekirina di dibistana ku dîrek girêdayê komîta navendî a PKYS (Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetê) bûye, fêr dibe. Di vê dibistana înternasyonalîst de, ji neteweyên cuda gelek grubên xwendevanan hebûne û vana fêrê sîyaseta Marksîzm-Lenînîzmê ya fermî a PKYS-ê bûne.

    Ajanên KGB-ê endamê komîteya navendî a TKP-ê Asaf jî digrin lêpirsînê. Ew gelek pirs jê dipirsin. Asaf ji xwe reş aş û ecêb dimîne. Asaf j iwan re dibêje : ”Qey hûn ji min jî şik dikin.”

    Karê polîsîyê weha ye. Hetanî ku delîl bi dest bixin ji her tiştî û ji her kesî şik dikin. Ajanên KGB-ê yên wezîfedar temamê gruba TKP-ê yekoyek digrin lêpirsînê, j iwan rapor distînin ku di dema bûyera kuştinê de likur bûne? Heryek li gor xwe rapor amade dike û dibêje ku ew wê demê likur bûne û bi çi re mijul bûne.

    Niha nayê bîra min, yan min li ciheke xwendibû yan yekê ji min re gotibû ”Yaşar Kemal gelek pirtûkên polîsîye dixwîne.” Ez bi xwe jî, ji xwendina pirtûkên macera û polîsîye hez dikim. Xwendina pirtûkên weha xweşa min diçe. Hinek kes romanên polîsîye weke berhemên edebî qebûl nakin. Di van romanên polîsîye de zimanê edebî qels e. Lêbelê naveroka wan, li hevûdu girêdana bûyeran û teknîka kut ê bikaranîn tam li gorê pîvanên romanê ye. Û ev berhem bi xwe roman in.

    Di nav edebiyata kurdî ya nivîskî de hêj tu berhemeke, anku romaneke polîsîye tune ye. Belkî ji bo ku dewleta kurdan tuneye, loma romanên polîsîye nehatîye nivîsîn. Lê niha li Kurdistana başur dewleta federe a kurd heye. Dibêjin bi navê ”PARASTIN” teşkîlateke wan ya îstixbaratê heye. Nivîskarên Kurdistana başûr dikarin ji xwe re ajanekî Parastinê bikin lehengê romana xwe û romaneke polîsîye binivîsin.

    Nivîskarekî kurd –ji Kurdistana bakur- romaneke nivîsîye. Ji bo ku hêj romana wî nehatiye weşandin, ez navê nivîskar û romanê nabêjim- di vê romanê de macera û serpêhatiyên du ajanan heye. Ev herdu ajan, yek jê ajanên CÎA-yê ye û yê din ajanê KGB-ê ye. Lê herdu jî kurd in. Ew bi minasebeta bûyereke hevûdu nas dikin, bi hevre alîkarî dikin û operasyonên hevbeş pêk tînin. Paşî dilê herdu kurdan –yek jin e û yek mêr e- dikeve hevûdu. Ev roman derbikeve dê ji alî xwendevanên ku ji xwendina pirtûkên macerayê hez dikin ve bê ecibandin.

    Niha em dîsa vegerin romana Ahmet Umît ”Bêhna Berfê”. Ajanên KGB-ê şopê digerînin kul i Moskova’yê kî endamê TKP-ê kuştiye? Divê ew vê bûyera kuştinê derxin holê. Lêkolîn, lêpirsîn û şopa ajanên KGB-ê li ser kesên ku di gruba TKP-ê de ne didome. Hîn cînayet zelal nabe, vêca yekî din di nav livînê de mirî tê dîtin. Navê yê mirî Kerem e. Bi cîletê damara destê wî hatiye jêkirin. Nameyeke jî li ber cesedê wî ye. Di nameyê de Kerem dibêje ku; ”Min Mehmet kuştiye. Mehmet ajan bû. Ji bo ku ez nikaribûm ajantîya wî bi delîl bidim îspat kirin, loma jî min xwe kuşt.”

    Ajanên KGB-ê bawer nakin ku Kerem xwe kuştîye. Şika wan ev e ku; yê ku Mehmet kuştîye Kerem jî kuştîye û sûsa xwekuştinê –întîxarê- daye pê ku êdî şikên heyî ji holê rabe û li pey qesasê nedîyar şop neyê gerandin.

    Nivîskar Ahmet Umît ji bo ku kokkurd e, di hinek cihên romanê de damara kurdîtiyê ew girtiye. Ji xwe nivîskar dibêje di nav gruba TKP-ê de sê kes bi eslê xwe kurd in. Ew gelekî methê –pesnê- van hersê kurdand ide. Bi min j iwan hersê kurdan yek jê nivîskar bi xwe ye. Di wê dibîstana navnetewî –înternasyonal- de kurdên komûnîst yên Îraqê jî hene. Ji van hersê kurdên di nav gruba TKP-ê de yek jê bi wan kurdên Îraqê re têkilîyeke germ datîne. Ev têkilî hesabê berpirsiyarê gruba TKP-ê nayê. Berpirsiyarê TKP-ê li wî kurdî rexne digre ku çima wî ewqas têkilî bi wan kurdên Îraqê re danîye. (Ji xwe re liv ê ecêba giran binêrin, zilamê berpirsiyar yê TKP-ê xwedêgiravî komûnîst e –lê hûn bizanibin ku ew komûnîst, kemalîst e- û naxwazê kurdên ku welatên wan hatiye perçekirin bi hevûdu re têkilî daynin. Tu dibêjî qet bi hevûdu re têkiliya wan bi xwe re perçebûna Tirkiyê tîne.) Werhasil li ser rexneyên berpirsiyarê TKP-ê yê kurd jî dibêje : ”Ez bi wan re kurdî axifîm. Ma qey hûn nahêlin ku ez zimanê xwe yê zikmakî jî biaxifim.”

    Di nav gruba TKP-ê de yekê bi navê Cemîl heye. Ajanên KGB-ê ji wî şik dikin. Dema Mehmet hatiye kuştin, çend metre dûrê cesedê wî pênûsek dibînin. Ew pênûs jî ya berpirsiyarê TKP-ê yê ku endamê komîta navendî ye. Lewre jî ajanên KGB-ê jî vî berpirsiyarî jî şik dikin. Lêbelê amirên –fermandarên- wan dibêjin ”Nabe ku hûn ji wî berpirsîyarî şik bikin. Ew endamê komîta merkezî ye û ne mûmkûn e ku ew hevalê xwe bikuje.”

    Ajanên KGB-ê mesaja şîfra ku bi dest xistine dipişkifînin. Di şîfrê de daxwaza hevûdu dîtinê li yê ku bi MÎT-a tirkan re têkildar e, anku bi MÎT-ê re dixebite tê kirin. Ajanên KGB-ê êdî tam qanih dibin ku di hundirê dibistanê de, di nav gruba TKP-ê de ajanekî MÎT-a tirkan heye. Lê kî ye? Roman bi vê pirsê, bi vê meraqê didome. Min jî weke xwendevanekî ji ber vê meraqê bê rawestandin xwendina romana ”Bêhna Berfê” domand.

    Romana Ahmet Umît ”Bêhna Berfê” wek ku min di destpêka vê nivîsê de jî got; romaneke macera û polîsîye ye. Roman romaneke li gor realîzma edebî nîn e. Bûyerên romanê rasteqîn nîn in, xeyalî ne. Dema min vê romanê xwend, rewşa partî û rêxistinên kurdan hatin ber çavên min.

    Ferz bikin, nivîskarekî kurd li ser grubekî partî yan rêxistineke kurdan romanek weha binivîse. Nivîskar ajanekî MÎT-a tirkan bixe nav partî yan rêxistina kurd, navê wê partî yan rêxistinê ê rastîn bide û di romanê de navê hinek endaman bide kuştin. Yanî çawa ku di vê romanê de navê TKP-ê (ku navekî rastîn e) tê dayin, nivîskarê kurd jî di romana xwe de navê PKK, PSK, PDK-Bakur, PRK-Rizgarî, PADEK, PŞK-Kawa, RSDK, yanî ji van partî û rêxistinan navê yekê bide. Dê çi bibe? Ew partî yan rêxistina kurd dê qîyamet rake. Min di romaneke xwe de behsa yekî sîyasî kiribû, çil kesên sîyasî ji min xeyidîn. Yê sîyasî ku min di romanê de behsa wî kiribû yekî qelew –şîşman- bû û navê wî jî navê rasteqîn nebû, navekî fikşîon bû. Navê ku min lê kiribû bi xwe jî bi maneya kesên qelew, xişin bû. Lêbelê kurdekî sîyasî yê bi fizîkî pir zeîf ji min lome kir ku min çima di romana xwe de behsa wî kiriye.

    Di saleke derbasbûyî de çend partî û rêxistinên kurd bûn yek, wan bi hevre kongreyeke hevbeş çêkirin. Paşî derket holê ku, ew hemû kesên ku beşdarê kongrê bûbûn, navên wan wek lîste ketibû destê MÎT-a tirkan. Ewqas nav wekî lîste çawa kete destê MÎT-ê? Hinek kesên ku beşdarê kongrê bûbûn li welêt hatin girtin, hinekên derveyê welêt jî dema ku çûn welêt li wir hatin girtin. Piştî demeke dirêj fêm bû ku di nav wan kesên bejdarvanên kongrê de yekî ku bi MÎT-a tirkan re dixebite hebûye.

    Em bibêjin ku min wê kongrê ji romana xwe re kir bingeh û li ser temaya kongrê hinek bûyerên xeyalî pêk anî û bi destê wî zilamê MÎT-ê çend kesan da girtin û da kuştin, anku min jî wekî Ahmet Umît romaneke nivîsî. Dema romaneke weha bê weşandin, dê di serî de ew partî û rêxistinên ku bûbûn yek û wê kongrê pêk anîn, dê êrişê min bikin, rexne li min bigrin û min bi direwçînî sucdar bikin. Paşî ew kesên ku beşdarî kongrê bûne, dema vê romanê bixwînin, dê bibêjin; ”bûyerên weha li wir di kongrê de pêk nehatin. Nivîskar direw dike.” Lê, di esasê xwe de romannivîser dikare bi xeyalî di romana xwe de her cûre bûyer pêk bîne û gelek kesan bide kuştin.

    Di demeke berê de, hewesa nivîsîna şanoyek –tiyatr- bi min re çêbû. Min xwest ku ez tiyatroyeke binivîsim. Ew kongra partiyê –ku ez bi xwe jî beşdar bûbûm- dikaribû bibe mijara şanoyê. Lê, paşî ez fikirîm, heger min binivîsandana dê dilê gelek nas û dostên min ji min bimana, wan dê ji min lome bikirana. Loma jî min dev ji nivîsîna şanoya kongrê berda. Ji xwe, paşî dema min bi giranî berhemên şanoyî yên ji edebiyata cîhanê xwend, min dît ku nivîsîna şanoyê hêsan nîn e, gelek zor û zehmet e. Kurd ji berhemên satîr, hîciv, henek, mîzah û îronî hez nakin. Ew fêrê berhemên edebiyata realîst bûne.

    Ez dîsa vegerim pirtûka Ahmet Umît ”Bêhna Berfê”. Li Moskova’yê di nav gruba kadirên sîyasî yên TKP-ê de du kes tên kuştin. Ajanên KGB-ê ji endamê komîta navendî ya TKP-ê û ji yekî ku navê wî Cemîle şik dikin. Ajanên KGB-ê nikarin zor û zixt bidin ser Asaf’ê ku endamê komîta merkezî ya TKP-ê ye, lê di lêpirsînê de Cemîl aciz dikin, anku pê şkence dikin. Mamosteyê Cemîl yê dibistanê, ku ew li dibistanê dersa îdeolojîk û sîyasî dide wan, bawer nake ku Cemîl wan herdu hevalên xwe kuştîye. Mamoste jî li pey rêçê dikeve û dawî Mamoste bi îspatkirî derdixe holê ku Cemîl wan nekuştiye, ew bêsuc e.

    Erê, Cemîl ew nekuştine. Baş e, kî wan herduyan kuştiye? Ev pirsa bi meraq di dawiya pirtûkê de bi bersîv dibe. Bi rastî jî polîsekî anku ajanekî MÎT-ê di nav grubê de ye. Yê ku pêşî tê kuştin yanî Mehmet bi xwe polîs e –ajan e-. Yê ku wî dikuje, yanî Kerem ji bo ku nikare îspat bike ku Mehmet ajan e, anku ew nikare bi hevalên xwe bide bawer kirin ku eMehmet polîs e- ajan e- loma jî Kerem bi destê xwe wî polîsî dikuje û paşî jî xwe dikuje. Anku întîxar dike.

    Xwendevanên ku ji romanên macera û polîsîye hez dikin û bi meraq in, bila vê pirtûka Ahmet Umît ”Bêhna Berfê” bixwînin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1