MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Necîb Balayî: Wêjeya kurdî ya nûjen
  • Dr. S. Unus & Bêrîvan-Isabella Unus: Zimankujî û xwekujiya zimanî
  • Lokman Polat: Bêhna berfê
  • Perwîn Cemîl: Kurd û diyaloga Yekîtiya Ewropî - Tirkî
  • Fuad Sîpan: Tirkiye û Yekîtiya Ewropa
  • Serhad Bapîr: Dibistanên xewdar
  • Hesen Polat: Mirov, zanyarî û pîrozî
  • Lokman Polat: Rêvingiya nivîskar Lord Kindross li Kurdistanê
  • Meşal Temo: Qamişlo bi navê xwe ye
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ji cîhana me ya ecêb

  • JI CÎHANA ME *
    Şahîn Bekir Soreklî: [email protected]


    Ne tenê radeya hevberdana jin û mêran li cîhanê, bi taybetî cîhana rojavayî, zêde dibêye, lê her weha ya devberdana ji pisîkan.

    Li gor jimarên fermî, li wîlayeta australî NSW hejmara pisîkên di nav sala derbas bûyî de bêxwedî manî 16% bilind bû. Navendên xwedîderketina li pisîkan li NSW, Sydney jî di nav de, di nav 12 mehan de 1600 pisîkên bêxwedî bi dest xistin.

    * * *

    Ber çend hefteyan jineke 40 salîn biryar girt ku bi rêya reklameke li aliyê kolaneke devera Randwick, yek ji deverên bajarê Sydney, ji xwe re li mêrekî bigere. Helen Zhou, ya bi koka xwe çînî, li ser reklamê weha nivîsandibû: “Jineke çelenge aqilmende çîniye australî li mêrekî digerêye ku pê re malbateke bextewer bi rê xe…”

    Rojnameya australî THE TELEGRAPH di hejmara 6/12/2004 de radigihîne ku bi encama wê reklamê namene pirr ji gellek aliyên cîhanê gihîştine xwediya reklamê. Helen Zhou ya ku 5000 dolarên australî ji bo reklamê dabûn dibêje ku ew qas nameyên elektronî (email) ji wê re hatibûn şandin ku kumpiyûtera wê du caran têk çû.

    Mixabin li dû vê reklama ku navê va jina ji Sydney li cîhanê belav kir jî çi mêrên ku ew pê qayil bibe bi dest neketin. Helen Zhou dibêje ku ji wan nameyên bêjimar tenê 3-4 name ji Australya bûn. Yên manî hemî ji derve hatibûn, cimkî ajansên nûçeyan ev reklama mathîştinê li hemî aliyên cîhanê belav kiribûn. Xwediyên nameyên ji dervayê Australya bi pirranî yan belengaz bûne û li jineke rewşxweş digeriyane, yan jî ew hêviya dikirine ku bi rêya zewaca bi wê re bihên Australya.

    Helen Zhou bi wan 3-4 kesên ji hindir Australya name rêkiribûn re daniştiye, lê ne kesên weha bûne ku xewna wê, xewna tevjiyaneke ku bibe destpêka birêxistina malbateke bextewer, bi cîh bikin.

    Lê çawa be jî, çiqa reklamê ew mêrê ji xeybê bi dest Helen nexist jî, qe nebe ew li cîhanê bû jineke navdar. Ma kî dikare rojên îroj xwe bi 5000 dolar navdar bike?

    * * *

    Di nav 10 salên derbas bûnî de teknolojiya xwe bi “cînan” (Genetic Technology) ve mijûl dike bi gavên beza û balkêş ber bi pêş çû. Li gor agaihiyên herî dawîn di derbarê hejmara cînên mirovî de, ew baweriya ku mirov xwediyê dora 100 000 cîn e ne di cîh de derket. Hejmara durist di navbera 20 000 û 30 000 cîn de ye, dibêjin zanyarên di vî warî de pispor. Du tiştên gellekî balkêş hene di nav agahiyên herî dawîn de. Yek: 75% ji cînên mirov û seg wek hev in. Du: Hejmara cînên mişk ji yên mirov bêhtir in (dora 30 000 cîn).

    Pêşkeftina teknolojiya cînan her weha zanyariya di derbarê DNA de ber bi pêş bir. Ji ber ku şopên DNA li nik her mirovî ji yê / ya din cuda ne polîs li welatên peşkeftî dest pê kiriye sûdeke mezin ji teknolojiya DNA bi dest xe û tawanbaran bi cîh bike.

    Li gor zanyarên pispor, teknolojiya cînan nerxê teoriya ku dibêje hemî mirov ji heman kokê hatine girantir kir. Li gor vê teoriyê, koka mirov ber bêhtir ji 150 000 sal li Afrîkayê dest pê kiriye û ber dora 85 000 sal endamine ji wê nijadê dest pê kirine ji Afrîkayê biçin aliyên din yên cîhanê.

    Gelo yên li Afrîkayê bûnî koka nijada mirovan Adem û Hewa bûne, wek pirtûkên olên cihûyan, xiristiyanan û musilmanan dibêjin, yan lawirên wek gorêlla bûne, wek Darwîn û zanyarine din dibêjin? Ew meseleyeke din e, bêyî guman, û bersîva wê xwe bi baweriya şexsî û ramanên felsefî ve girê dide.

    * Ji SBS RADIO (Beşê Kurdî) hatiye girtin: www.sbs.com.au/kurdish

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1