Yatili Okullari: Yan jî Yatili Bölge Okullari, Dewleta Tirkan, bi mebesta asîmîlekirina zarokên Kurdan (ez dibêm qê ji salên 1950 yan û şûn da) li gelek deverên Kurdistanê, dibistanên girtî ( gotina “yatili” di zimanê tirkî da tê wateya “bi tevî razan û xwarinê”) ên bi vî navî vekirin. Ev dibistan di dervayê bajêr û navçeyên Kurdistanê da, wek taxekî mezin hatine avakirinê û dişibin bargehên leşkerî. Di her yek ji van dibistanên girtî da, anagorê dibistanê hezar û pêncsed û zêdetir şagirtên Kurd perwerde dibin. Gundîyên Kurdan, çi ji zext û zora dewletê û çi jî ji belangazî û feqîrîyê mecbûr dimînin da ku zarokên xwe bişînin van dibistanan. Zarok ji 6-7 salîya xwe pê va salawext ji bo 9 mehan, ji dê û bavên xwe, ji gund û civata kurdî dûr tên perwerde kirin. Tenê havînê ji bo 3 mehan destûr didin zaroka da ku herin gundên xwe.Li van dibistanan da xeynî razanê, xwarin û cilan jî didin zarokan. Zarok dema ku digîhîjin 18 salîya xwe, ango dema ku êdî lîseyê jî diqedînin ji van dibistanan dertên.
Yatili Bölge Okullari li gor sîstemekî taybetî a dewletê tê birêvebirin. Mamosteyên ku ê li van dibistanan da dersan bidin, hebo-hebo ji alîyê dewletê va tên hilbijartin. Armanca van dibistanan, wenda kirin û xerakirina kesayetîya zarokên Kurdan e. Zarokên ku bi gotinek tirkî nizanin, di 6 – 7 salîya xwe da dikebin van dibistanan û vêca bi şexsîyeta tirkî, bi ziman û kultura tirkî ji wê derê dertên.
Yek ji sedemên muhîm a tehrîbata ku di civata kurdî da çêbûye ev dibistanên bi navê “Yatli Bölge Okullari” ne. Niha li Kurdistanê ji 50 yan zêdetir dibistanên bi vî rengî hene. Pêrar dema di erdheja Çewlikê (Bîngol) da yek ji van dibistanan hilweşîya, gelek zarokên Kurdan tê da mirin. Di van selexanan da heta niha bi mîlyonan zarokên Kurd derbasbûn û ji ziman û kultura kurdî hatin dûrxistin, kêm ji van zarokan Kurdîtîya xwe, kesayetî û zimanê xwe parastin. Gelek Kurdên ku îro eslê xwe înkar dikin û di nav burokrasîya dewleta dagirker da gihiîştîte cîyên bilind, ji van dibistanan derketine. Ne dûrê aqilan e ku hin rêber û qadirên tirkîziman ên tevgera kurdî ya bakûrê Kurdistanê jî, ji van deran derketibin. Meriv ê çewa karibe, bê alaqederî û heta derecekî jî dijmintîya wan a ku bi ziman û kultura kurdî ra heye, îzah bike?
Yatili Bölge Okullari, birîna reş a civata kurdî ye. Ew wek qanserê civata Kurdan xera û pûç dike, ew kurmê darê ye, ku civata me ji hev dixe û tarûmar dike. Ew ji Helepçe û Enfalan kêmtir nîne.
Kurdên tirkîziman ên çep heta niha li ser Marksîzmê û Lenînîzmê bi hezaran pirtûk û kovaran derxistin, heta deh sal berîya niha derdê wanê sereke ev bû. Heta niha li ser Yatili Bölge Okullari, çi bi kurdî û çi jî bi tirkî, ez leqayê tu pirtûk an jî lêkolînekî berfireh nehatime.
Gelek tişt hene ku koletî û bindestîya me û her wesa nezantî û nexweşîyên me nîşanê me didin û li ruyê me dixin. Yek ji wana jî, Yatili Bölge Okullari ye.
Serhad Bapîr, 5/12/2004
Ev nivîsa kurt, wek têbinîyek, di dawîya hevpeyvîna ku Serhad Bapîr bi Yuksel Yavûz ra kiribû, berê di malpera rizgarî.org da hat weşandin.