MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 44, rezber 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Zekeriya Tamir: "Yê dîn" û 3 çîrokên dî
Hêvîn Mihemed: Keçek ji çiyayên Kurdistanê
Mark Twain: Pênc diyariyên jiyanê
Qado Şirîn: Azadî
Hesen Polat: Bêhna gulan li destên yên gulan didin dimîne
Charles Baudelaire: Bêhêvîtiya pîrejinikê
Jiyanname: Kêf û zewq


"Yê dîn" û sê çîrokên dî

Zekeriya Tamir

Wergerandin: Arif Hîto: [email protected]

Yê dîn

Demê melikî bihîstî ku zanayek bi nav û deng yê dibêjinê Hesenê kurê Heysemî li mîrgeha wî dijît, êkser hinarte di dûv ra û kire çavdêrê germkirina koçka xwe û muçeyek heyvane yê merdane bö terxan kir û got: Ew welatê bihayê zanayên xwe nezane, dê mîne di tarîstana nezanînê da.

Dîrokvanan demildest ev gotin bi zêrî nivîsand.

Rojekê hijmareka xwîndkaran li dor Hesenê kurê Heysemî xirve bûn û jê daxwaz kirin ku bo bêje ka çi tiştê hêja ye mirov canê xwe di rêka wî de bike qurban. Bêyî vemanê Hesenê kurê Heysemî gotê: Ti tişt hêjayî qurbanîkirina jiyanê nîne ji bilî zanistî û rastiyê.

Demê ev gotina Hesenê kurê Heysemî gehiştiye guhên melikî, wî bi tûreyî ve got: Ha hosa daxive ew yê me bi merdînî çavê xwe dayê. Paşî pirsî: Û melik ma ne hêjayî xwequrbanîkirinê ye?

Melikî digel xwe biryar da ku zergehekê bigehîne Hesenê kurê Heysemî, lê wî kerba xwe di dilê xwe da hêla û xwe bi ser ve nebir heta delîvek bo helkevît. Demê Hesenê kurê Heysemî hest pê kirî ku kerbek di dilê melikî da heye û ev kerb gefan li jîna wî dike, êkser li koçka melikî amade bû, gotê: Ezbenî, min mizgînîyeka mezin heye!

Melikî bi dilxweşiyek çêkirî gotê: mizgînî! Ez hez ji mizgîniyan dikim, ka bêje çi ye?

Hesenê kurê Heysemî got: Min alavek nayab çêkiriye, ku çi yên wek wî nebin.

Melikî bi tiranepêkirineka veşartî ve gotê: Ew alav çi ye, ewê seyr û semere û biyanî!?

Hesenê kurê Heysemî gotê: Bi rastî, alavekê seyr û xerîb e. Eger tu hêştirekê bikî têde, dê bîte firendeyek madenî û dê ji balindekî baştir firît. Li ber vî alavî raêxa bayî çi nîne û eger rim û şimşûran bikin têde, dê bin bomba û debabe. Û eger...

Melikî axiftna wî birrî û jê pirsî: Bomba û debabe çi ne?

Hesenê kurê Heysemî gotê: Ew hindek alav in dijminan dişkênin û welatên wan wêran dikin.

Melikî bi dengek tirankî ve gotê: Û alavê te dikare çi dî bike?

Hesenê kurê Heysemî got: Eger hespekî bikin têde, dê be tirimpêl.

Melikî jê pirsî: tirimpêl.. tirimpêl çi ye?

Hesenê kurê Heysemî gotê: Erebaneka madenî ye, ew bi xwe li ser çar xirxalîn metatî bi rê ve diçe bê kesek bikêşît.

Melik bi dilxweşî girnijî û li wî demê tila xwe dirêj dikir Hesenê kurê Heysemî, got civata xwe: Ev belengaz dîn bûye. Bi dînatiyeka bêderman.

Navçavên melikî bûne girê û bi dengek hişk diaxift. Hesenê kurê Heysemî ji karê wî êxist û ferman da ku di mala xwe ve be heta dimire. Fermana melikî hat bicihînan û Hesenê kurê Heysemî bi dirêjiya gelek salan di mala xwe ve hat zîndankirin. Demê melik mir, Hesenê kurê Heysemî azad bû ve û gelek keyfa xelkê pê hat lê demê bihîstîn ku hê behsê alavê xwe yê seyr û semere dike, bi peşîmanî û xemokî ve serên xwe dihejandin.


Revîn

Ew zelamê ji kaxezên kevn çêkirî, xwe teslîmî kêlbên wî pilingê ji daristanên tarî hatî û paşî bang kire peyvan, bi denge xwazokî gotê: Nanî bide min...

Peyvan bersiva wî da û gotê: Nan nîne...

Ji stêran xwast xwe veşêrin, çantayeka miştî kitêb hilgirt û ji mal derket. Gehişt bazarî, kitêb li wir firotin û bi bihayê wan nan û hebikên xewê u du qerenfil kirîn. Bi dilxweşî zivirî ve mal. Beramberî xudîkê rawesta û bi hêwirî mawer dikirê. Zelamek xwîn pêve dît. Xwe dît ku bere-bere digel dengek ji xwînberên wî derdikeve kehî dibe. Di asmanê jorî ve bi dû şaperên reş difirrî... Serê xwe bi serşorî çemand û li wî demê bi lênêrîneka tirankî û serketî ve hêv dikir nanî û herdu qerenfilan, hebkên xewê da'ûrandin.

Qerenfilekê gotê: Te çi kir? Tu bûyî bikuj.

Zelamî got: Hiss be.... Yan dê te avêm di teneka glêşî de.

Qerenfilê gotê: Biedeb be... Ez ne qerenfil im.

Zelamî bi ezmanek henekî ve jê pirsî: Tu kî yî?

Qerenfilê got: Ez polîsek nehînî me.

Zelamî got: Ez dê ji te bawer kim, heke dîn dibim.

Qerenfilê َ got: Xwe biedeb bêxe.. Yan dê te gurîm û dê pîstê te tijî ka kim, her wek ku bapîrên min wesa li bapîrên te kirî.

Zelamî çavên xwe danane serêk, xem tê borî û teslîmî hebikên xewê bû, û digel xwe bir binê kûratiyeka tarî û li wir heft mêş çêkirin.

Mêşa êkê got: Evro bimire, madem dê her subahî mirî.

Mêşa duwê got: Rondikên te bi tenê dê gorrê terr kin.

Mêşa sêyê got: Wexera te bo mîrgeha stêran, pêdivî bi pasportekê ye ku çi caran te nabe.

Mêşa çarê got: Eger tu birevî, dê ji gorrekî revî yeke dî.

Mêşa pêncê got: Dê cangê te ji kaxezên zer be.

Mêşa şeşê َ got: Kesek li cenazê te naçe ji bilî kitêban.

Mêşa heftê got: Evro roja mirna te ye.

Zelamî destek kerbvebûyî bilind kir û daweşande ser her heft mêşan û hemî pêkve herişandin. Paşî bo mawê şeş rojan kar dikir ku li roja heftê bibe mêşa heştê. Bi dilxweşî firrî û çû di jûra xwandingehê ve. Demê guhdariya dengên zarokan dikir, bi xweşî dilerizî, yên bi evînî hindek peyvên li ser textereşî nivîsandî dixwandin. Demê ji nişkekê ve dadaye ser mêzekê, zarokekî bi livîneka bi lez girt û di nav tilên xwe de perçiqand... Nekir qîjî ji ber êşanê, lê bi aramî axînkek rahêla.


Dara heyvên sor

Hindek zelamên biyanî hêriş kire zeviyeka miştî darpirteqal, jin gulle baran kir û zarokê wê ji ber sîngê wê yê tijî şîrê germd ûr kir. Paşî veguhaste jûra tûjandinê - ew jûra miştî kumên asinî. Zarok giriya. Zelamek li pişt mêzekê rûniştî bû, hijmareka zor ya kaxezên spî li ber bûn, xameyek di nav tilan de bû herwek kêrek di destan de.

Tûjînerî gotê: binivîse... Ev zaroke ji peşêmaniyê digirî çunku ereb e.

Paşî gote zarokî: De baxive û hewl nede derewan bikî yan înkarê bikî, ya xwiya ye ku demê tu mezin bibî, dê dijî me çekan rakî û dê me kujî da zeviya me ji me bistînî, ew zeviya berî niha ya te.

Li wî demî kumên asinî qîjand: Mirin bo yê bikuj.

Tûjînerî got zarokî: Dadgehê tu bi mirinê siza dayî.

Kumên asinî dest pê kir kurkek linav zeviyê kola, ew zeviya miştî darpirteqal. Zarok kir di wê kurka li ser erdê kesk kolayî û ax û ber radan ser...

Zarokî qîjand: Dadê!

Hemû ew xwîna ji leşê dayika wî dihat gehiştê... Demê bûyî bihar, zarok bû darpirteqal û berhemê wê heyvên sor bûn, şevên bi elind dûr disotin.


Na

Ew zelamê pîr li bersifka xanî li ser kursîkek darî ya pêpikkurt rûniştî bû, pala xwe dabû dîwarek rengspî û çavên wî niqandî bûn ji serxweşiya tîrojkên rojeka germ. Wa di aşopên xwe de hizir dikir ku bûye melik û ser bo wî diçemiyan û erd ji ber torebûna wî direcifî. Hizra kitikekê dikir, dikuxî û digot: Ez dê mirim çunkû cigareyan dikêşim...

Hizra zarokekî dikir disot û bi hewarkî gazî dikir: "Dadê!" Dayikê çi pûte pê nedikir û mijûlî xweciwankirinê bû li ber xudîkeka mezin.

Zelamê pîr demê vekirina dergehî bihîstî çavên xwe vekirin: Dît her heft kurrên wî dihên jûr; mişar û dar û çekûç pê ne. Ji wan pirsî: Ew çi ye we.

Kesek ji wan bi peyvekê jî bersiv neda, barên xwedana bersifka mal û dest bi karê xwe kir. Bêdeng û buxumî bûn.

Kalê pîr jê pirsî: Ew çi ye hûn çêdikin.

Pirsa wî bi bêdengiyê ket. Pêde çû ve û got: Wesa diyar e hûn sindoqekê çêdikin. Bi tirankî ve kenî û gotê: Ma hûn dê çi li sindoqê kin, dê cilên xwe yên kevn têde hilgirin...

Kurên wî bersiv neda û bi lez karê xwe dikirin.

Kaloyî got: Ez dizanim, hûn dê çi çêkin. Hûn sindoqekê çêdikin da xwarinê têde hilgirin. Ma bo çi ye madem mişk nînin, eve ji mêj e mişk nahên mala me, çunku dizanin çi nîne bixwin.

Her heft kurrên wî bêdeng bûn, navçav girê û bûnmumî bûn, li ser karê xwe berdewam bûn.

Pîremêrî bi dengek têrkerb ve gotê: Wey lanet li ser we be, ev çi reftar e? Babê we digel hewe daxive û hûn bersivê nadin! Li ser kura rêzê li babê bigirn, renca min ji bo perwerdekirina we bi avê de çû!

Yê pîr vegerrî ser çavniqandina xwe û di aşopê de hindek zelamên serxweş dîtin li ser şusteyan li ber mirinê bûn, dinalîn û digotin: Çend nexweş e jiyana me û dawiya wê! Me nivêj nekirin, me rojî negirtin, em neçûn Hecê, me zikat nedaye...

Dengek stûr û nizm gotê: Hûn wek seyan jiyane û wek seyan bimirin jî!

Bêdengiyekê ji nişkekê ve xwe berda ser bersifka malê. Yê kal çavên xwe vekirin. Kurrên wî ji karê xwe tevav bibûn, bi sersurmayî ve gazî kirê: We çi çêkir? Sindirîk! Kê ji we divêt bimirît?!

Kurrekî ji kurrên wî gotê: Ev sindirîk bo te ye...

Pîremêrî lê vegerand: Tu çi kurekê bَl î! Herdem wek dînan diaxivî! Sindirîk bo miriyan e û ez heta niha jî sax im û berhev im bibim mêrê keçek pazdesalî.

Her heft kurrên wî hêdî û bi xem ve nêzî babê xwe bûn.

Wî bi tirs ve gotê: We çi ye? Hûn dîn bûne, hûn dê çi kin?!

Demê kurrên wî rakir û kir di sindirîkê de, gelek bergirî dikir lê destên wan yên bihêz yê pîr bi binê sindrîkê ve nel kir. Ew girî û rondikan rihên wî yên spî û serçavên wî yên çirmisî şil kirin. Gotê: Hûn dîn in!

Kurrekî bi aramî û hêdî gotê: Dem hatiye ku tu bimirî!

Kalo lê xurrî û gotê: Hûn dizanin, hûn çi dikin? Hûn babê xwe dikujin! Ma min çi kiriye heta hûn ho li min bikin?!

Kurrê yekê gotê: Te em pîr kirin, çawa serên xwe biçemînin.

Kurrê duwê gotê: Te em pîr kirin, da em wan destên zillehan li me didin maçî bikin.

Kurrê sêyê gotê: Te em ji cilên jinan tirsandin.

Kurrê çarê gotê: Û demê em pîqên jinekê dibînin, em wek goreyên kevn lê dihên.

Kurrê pêncê gotê: Li rojên hureba, te em pîrî nivistinê kirin.

Kurrê şeşê gotê: Ne me paşeroj û ne jî pêşeroj heye.

Kurrê heftê gotê: Û em newêrin li asmanî binêrin.

Pîremêrî lê vegerand: Lê ez ne mirî me!!!

Kurrên wî çi pûte bi gaziya wî nekirin û bizmar di pîraxa sindirîkê qutan, û paşî her parçe qumaşek navmal ku bi kêr alayek spî bihêt, sotin û sindirîk bir gorristanê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1