MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Zekeriya Tamir: "Yê dîn" û 3 çîrokên dî
Hêvîn Mihemed: Keçek ji çiyayên Kurdistanê
Mark Twain: Pênc diyariyên jiyanê
Qado Şirîn: Azadî
Hesen Polat: Bêhna gulan li destên yên gulan didin dimîne
Charles Baudelaire: Bêhêvîtiya pîrejinikê
Jiyanname: Kêf û zewq


Azadî

Qado Şêrîn: [email protected]

Azadî –1

Tenê di ber deng û mûzîka Xweşnav Têlo re dîn û har dibû, devê wî nediket hev, hêrs dibû, ta ko deng û mûzîka Xweşnav Têlo lidarbû çîv çîva wî bû.

Carekê û di wê rewşê de Memo, kurê min yê biçûk deriyê qefesê lê vekir, çûk firek da xwe û cardî vegeriya qefesê. Di cara duduyan de du fir dan xwe û vegeriya, di ya din de çar fir dan xwe û vegeriya. Di ya dawîde di pencera vekirîre sînorên mal û derî û penceran derbaskirin, û nema diyar bû.

Paşî sê rojan ji nebedîbûna wî Memo li ser giraya û got:

- Min bêrya çîve çîv û dînîtiya wî kiriye…

- Wele min jî kurê min, erê ko min Xweşnav didanî pêre distra..hevalekî baş bû.. di wê rewşa bêzar û girî de, çûk westayî kete mal û di qefesa xwe de bê deng bi cih bû, û ta bi zelqa xwe xwar.

Azadî –2

Çîv çîveke ji der, çîve çîva çukê me bêhtir kir, har û dîn kir. Berî wê sar û bê dengbû. Ev demeke ko bi me re dijî, cara yekemîne ko ez wî wisa har û dîn û bi hêrs dibînim. Carnan û dema min stranên Xweşnav Têlo didanîn, ew har û dîn dibû lê har û dînîtiyeke şêrîn bû wek ji xwe re dîlanê bikî. Lê dema ew çîve çîva ko ji der hatê kete rewşeke xerab de.

Ji ber ko debara me nema ji ber çîve çîva wî ya bi hêrs bû, min deriyê qefesê lê vekir, bi vekirina deryê qefesê re firî û bi hemû hêza xwe, xwe li cama pencerê da, weke kevirekî ji jor de hate xwar û tepînî jê hat, te digot ne îro miriye ji berî yazdeh rojan de miriye.

Min di nava xwe de got:

- Xwezî min bizanîba wî bê xwedîmayê ha çi jê re got...

Azadî –3

Ez bi tenha xwe li mal bûm, xewn û xeyalên qîzaniyê ez kûr û dûr biribûm. Ji nişkande çûk dîn û har bû û ez ji xweşiya xewn û xeyalan vegerandim, tebat û hedanî neket canê wî. Hate bîra min ko strana Siba te bixêr, Kurdistana min ya Xweşnav Têlo jê re deynim, pêre pêre çûk rawesta weke tu derziyeke bencê lêxe û nema deng jê hat, ji qefesa xwe ya vekirî derket û çû balkonê, li ser têla cilan rawesta ta ko stran bi dawî bû.

- Eeeeeeeeeeeeeeeeeeew min çuqasî bêrya wî kiriye...

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1