MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Zekeriya Tamir: "Yê dîn" û 3 çîrokên dî
Hêvîn Mihemed: Keçek ji çiyayên Kurdistanê
Mark Twain: Pênc diyariyên jiyanê
Qado Şirîn: Azadî
Hesen Polat: Bêhna gulan li destên yên gulan didin dimîne
Charles Baudelaire: Bêhêvîtiya pîrejinikê
Jiyanname: Kêf û zewq


Bêhna gulan li destên yên gulan didin dimîne

Wergerandin: Hesen Polat

Berê li Çînê keçeka bi navê „Lî-Lî“ dizewice û tev mêrê û xwesîya xwe malekê de dije. Feqet demekê kin de fem dike ku tev xwesî yê malekê de idare kirin pir zor e.

Şexsîyeta herduwan ne mîna hev e. Va jî pir caran dibe sedema pevçûna wan. Va, gora edetên Çînê ne tiştekê baş e û der û dorê de baş nayê nêrandin. Çend mehan şuva mal ji bona wê û mêrê wê sedema pevçûna pûk û xwesîyê dibe mîna cehennem/doje.

Jina cîwan êdi yeqîn tîne ku tiştek bê kirinê û dîrek tere cem hevalekê berê yên bavê xwe ku ew biharat/nebat firoş e û derdê xwe jê re dibêje. Mêrikê gal ji bona wê bi nebatan tiştekê hazir dike û dibêje gerek vanî 3 mehan de her roj kêm kêm bike nav xarina xwesîya xwe yên wê ji re çê dike.

Axû gerek kêm kêm were dayîne ku pê neyê hesidîyanê ku bûkê ew kuştîye. Mêrikê gal dibêje ku xwesîya xwe re pir baş tevbigere û jê re xwerinên xweş çê bike ku mêrê te û tu kesên din te şiphe nekin.

Lî-Lî bi dilxweşî wedigere malê û gotinên mirikê gal eynî tîne cî. Her roj xwerinên herî baş çê dike û axûyê kêm kêm dike nav xwerina xwesîya xwe. Pê kes jî wê şiphe neke jê re pir baş tevdigere. Demekê şuva xwesîya wê jî xwe pir duguherine û wê re mîna qîza xwe tevdigere. Malê de edî hewaya aşîtîyê hukim dike.

Jina cîwan xwe bin barek giran de hîs kir. Bi vazîyetkî poşmanî ket rîya dukana biharat firoş û jî bona pakkirina axuya wê heyan nuha daye xwesîya xwe çêkirina îksîrekê jê xwest. Êdî nedixwest jina pîr bimire.

Mêrikê gal mêze Lî-Lî ya hember wî bi çavên gîrî dipeyîvî kir, bi dengekî bilind keniya û got: „Lî-Lî ya hêja, tiştên min dabûn te tenê vîtamînûn. Dibe ku te bi wan tenê quwwet/hêz daye xwesîya xwe. Axûya rast jî yê mêjoyê te de bû. Herçî tu wê re baş tevgerîyayî ew bela bû û hezkirinê cîyê wî girt. Bi vê torê hûn bûn mîna dê û qîz.“

Gotinek kevna pêşîyên Çînê wusa dibêje: „Bîhna gulê destê yên gul didin de dimîne. Însanê tên hezkirinê yên ku însanan hez dikinin.“

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1